Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike
Rojane

Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

Tirkiye li Latîn Emerîkayê ku rastgiriya tund lê xurt bûye, ji Arjantînê heta bi Şîliyê, ji El Salvedorê heta bi Brezîlyayê li xeteke berfireh bi peymanên leşkerî, enerjî û bazirganiya serbest bandor û hêza xwe zêde dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Latîn Emerîkayê salên dawî partiyên çep û demokratîk lawaz bûn, li şûna wan rêveberiyên ewlekarîperest, neteweperest û otorîter xurt bûn. Bi taybetî ev hikumetên ku bi dijberiya xwe ya li koçberan û êrişên li ser saziyên demokratîk li pêş in, li herêmê veguherîn parçeyek ji meyla ku weke ‘Pêla rastgiriya tund’ tê pênasekirin. Di vê pêvajoyê de ku rastgiriya tund li parzemîna navborî bilind bû, Tirkiye bi rêya pîşesaziya parastinê têkiliyên xwe yên leşkerî, bazirganî û siyasî bi lez berfireh dike.

Eger em bi kurtasî bînin bîra xwe, heta dawiya sedsala 20’an li Latîn Emerîkayê hema bibêje qet şîrketeke Tirk tine bû. Li gogrî raporeke ku Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Neteweyî ya La Plata ya li Arjantînê di sala 2023’an de weşand, niha zêdeyî 20 şîrketên Tirk li Latîn Emerîkayê di serî de li sektorên otomotîv, madenkarî û barhilgiriyê li gelek qadan kar dikin.

Hikumeta AKP’ê di çarçoveya “Plana Çalakiyê ya Latîn Emerîkayê ya sala 2006’an” li nêzî 20 welatan sefaretxaneyên bilind vekir û asta bazirganiyê gihand 15 milyon dolarî. Di 2-3 salên dawî de berê xwe da qadên “leşkerî û teknolojiya bilind.”

Polîtîkaya li ser Latîn Emerîkayê bêguman li ser gelek stratejiyan hate avakirin. Ji projeyên înşaet, enerjî û madenkariyê xwest hatineyeke zêde bi dest bixe û şîrketên pîşesaziya parastinê yên weke Baykar, ASELSAN û Otokar da pêş. Hevkariya bi Latîn Emerîkayê re ku ji aliyê petrola xav, gaza xwezayî, lîtyûm, sifir, zîv û zêr ve dewlemend e, ji bo Tirkiyeyê di heman demê de tê wateya kêmkirina girêdana bi cîhana Rojava û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê.

ARJANTÎN

Li Arjantînê ku yek ji welatên Latîn Emerîkayê ye ji sala 2023’an û vir ve rêveberiya li ser xeta lîberteryen-rast a Javier Milei li ser kar e. Di dema Milei de ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan û lêgerîna hevpar a li derveyî Rojava balê dikişîne, têkiliyên bi Tirkiyeyê re zêde bûn. Di navbera Pîşesaziya Fezayî û Hewakariya Tirk û INVAP a Arjantînî de sala 2021’ê projeya peykê ya jeostasyoner GSATCOM hate îmzekirin. Ev yek bû yek ji mînakên şênber ên hevkarya teknîkî ya navbera herdu welatan.

Li gel van gavên li qada parastinê û teknolojiya bililnd, têkiliyên aboryê jî balê dikişîne. Di navbera herdu welatan de Peymana Parastn û Teşwîqa Dualî ya Razemeniyan ku ji sala 1992’an û vir ve di meriyetê de ye, bingeha van têkiliyan e. Kordsa ya ser bi Sabanci Holdîngê di dawiya salên 1990’î de li Buenos Airesê navendeke hilberînê ava kiribû.

Tê gotin heta sala 2024’an asta bazirganiya dualî 800 milyon dolar derbas kiriye. Tirkiye berhemên li qadên otomotîv, pîşesazî, makîne, tekstîl û çîmento difiroşe. Ji Arjantînê jî soya, garis û tovan dikire.

BREZÎLYA

Peymana pîşesaziya parastinê ya di navbera Brezîlya û Tirkiyeyê de sala 2022’an hate îmzekirin, di Îlona 2025’an de ji Senatoyê derbas bû. Di çarçoveya peymanê de Otokar wesayitên zirxî, ASELSAN jî sîstemên elektronîk ên cihêreng pêşkêşî bazara Brezîlyayê dikin.

Têkiliyên enerjî û bazirganiyê jî xwe didin pêş. Şîrketa Tirk Karpowership li Brezîlyayê kar dike. Di sala 2024’an de bi şîrketa enerjiyê ya dewletê Petrobras re li qada gaza xwezayî peymana hevkariyê hate îmzekirin.

Brezîlya li Latîn Emerîkayê yek ji şirîkên bazirganiyê yên herî girîng e.

EL SALVADOR

Li welatê El Salvador ku bi polîtîkayên hişk ên Serokdewlet Nayib Bukele û projeyên girtîgehên mezin di rojevê de ye, têkiliyên bi Tirkiyeyê re xurt bû. Piştî serdana Bukele ya sala 2022’an a li Tirkiyeyê li qadên parastin û aboriyê peymanên nû ketin rojevê. Di sala 2025’an de peymaneke hevkariya pîşesaziya parastinê ji meclîsê derbas bû.

Ya herî zêde bal kişand jî li qada aboriyê bû. Yilport a ser bi Yildirim Holdîngê ragihand ku wê li Acajutla û La Unionê ku du bendergehên herî girîng ên welêt e bi 1,6 milyar dolarî razemeniyê bike. Ev hejmar di dîroka El Salvadorê de weke razemeniya herî mmezin a li sektora taybet tê nirxandin. Di çarçoveya vê peymanê de Yilport wê bendergehan 50 salan bixebitîne.

KOLOMBIYA

Hikumeta çep a Gustavo Petro di çarçoveya pêvajoya “Total Peace” de hevdîtinên aştiyê dewam dikir, lê di heman demê de li qada parastinê bi Tirikyeyê re danûstandin zêde kir. Di civînên stratejîk ên navbera wezîran de ku sala 2025’an hatin lidarxistin, hate ragihandin ku ÎHA yên Bayraktar TB bala wan dikişîne.

Li gel rojeva parastinê, têkiliyên aboriyê jî bi bêdengî dimeşin. Bi saya peymanên bazirganiyê yên heyî û statuya çavdêriyê ya Tirkiyeyê ya li Civaka Andê, li sektorên înşaet, madenkarî û enerjiyê deriyên nû li şîrketên Tirk vedibin. Asta bazirganiyê ya navbera herdu welatan di sallên derbasbûyî de gihîştibû 1 milyar dolarî.

ŞÎLÎ

Şîlî u weke ‘biryargeha herêmî’ ya ASELSAN’ê tê naskirin, li parzemînê yek ji şirîkên herî girîng ên Tirkiyeyê ye. Li Şîliyê ku yek ji hevkarê parastinê yê Tirkiyeyê li Latîn Emerîkayê ye, ASELSAN’ê di sala 2024’an de li Santiagoyê ofîsa xwe ya herêmî vekir. Ev ofîs ku giraniyê dide ser projeyên modernîzasyona hêzên deryayî yên Şîliyê bû xelekeke nû ya hevkariya agahîwergirtinê, radar û sîstemên elektronîk ên ji sala 2011’an û vir ve dewam dike.

Lê belê têkilî ne tenê li qada parastinê ye. Peymana Bazirganiya Serbest ku di navbera Tirkiye û Şîlî de sala 2011’an kete meriyetê hîn jî girîng tê dîtin. Li sektora madenkariyê bi taybetî li qadên lîtyûm û sifirê bala şîrketên Tirk zêde bû. Fîrmayên weke Balsu Gİda ku hilberînerê findiqê ye gavên razemeniyê avêtin.

FAKTORA THY

Li aliyê din li gel Yildirim Holdîng şîrketa Tirk a bi nav ê Global Ports Holdîng li Karîbîkê pênc bendergehan dixebitîne.

Faktoreke din a ku têkiliyên navbera Tirkiye û herêmê kûrtir kir Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) ye. THY seferên yekser ber bi Meksîka, Brezîlya, Kuba, Kolombiya, Şîlî, Panama û Venezûelayê dike.

Dewleta Tirk ragihandibû ku heta dawiya sala bihurî li Latîn Emerîka û Karîbîkê 688 şîrketên wan hene û stoka razemeniya sermayeyê ya van şîrketan a li welêt jî derdora 3,4 milyar dolar e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne
Nûçeya Pişt re Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendevên ku tê payin li Cizîr û Roboskê bên çêkirin, hat dayîn

Li Enqereyê li pêşiya wezaretê bertek nîşanî bendavên ku tê payin li Cizîr û Roboskê…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Federasyona Gaziyan: Divê mirovî li dijî dorpêça li ser Kobanê rabe

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî dorpêça giran a li ser bajarê Kobanê bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Serokê Komeleya Çanda Laz Beşlî: Laz û Kurd mexdûrê aqlê heman dewletê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?