Şemî, 18 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Turan Çîl: Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demîr: Bêyî pêkanîna Mafê Hêviyê pêvajo pêşve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duran Kalkan: Mifteya aştiyê Îmraliyê ye, divê rêya siyasetê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha partiyeke din a Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Ji Hozan Aydin çar albûmên nû
Çand û Hûner

Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

Çar albûmên nû yên Hozan Aydin li platformên dîjîtal hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Hozan Aydin di 7’ê Tîrmeha 2026’an de di bin sîwana “Stran Jiyanê” de çar albûm derxistin. Her albûmek 7 stranan dihewîne.

Navê albûma yekemîn “Kakilê Gûzan” e. Stranên albûmê ev in: Rindik, Kakilê Gûzan, Zekayî, Tu Çi Dikî, Bû Xeyal Çû, Îro Cejne ve Stran Jiyane. Hunermend ev berhem di navbera salên 2020 û 2024’an de afirandiye.

Navê albûma duyemîn “Yarê Bizane” ye. Stranên albûmê ev in: Jibîr Neke, Yarê Bizanî, Wan, Ey Bêbextî, Min Yarekî Heye, Kaniya Jêr ve Mîr Perwer. Hunermend ev berhem di navbera salên 2012 û 2024’an de afirandiye.

Navê albûma sêyemîn “Keça Kurdan” e. Stranên albûmê ev in:  Sibê Zû bû, Periya Dil, Keça Kurdan, Bes Bêhna Te be, Rezoyê Kalo, Qerqaşe ve Miroviya Wa. Hunermend ev berhem di navbera salên 2014 û 2024’an de afirandiye. 

Navê albûma çaremîn “Pere û Serwerî” ye. Stranên albûmê ev in: Berxên Me, Dêrî Zere, Min Zanîbû, Çivok, Bikene, Pere ve Serwerî, û Tekman. Hunermend ev berhem di navbera salên 2015 û 2024’an de afirandiye. 

ÇIMA 7?

Çima Hozan Aydin di her albûmê de tenê heft stranan dibêje? Hunermend wiha bersiv da: “Du sedem hene. Yek bi baweriyê ve û ya din jî bi muzîkê ve girêdayî ye. Ez mirovekî bawermend im. Xwedê heft taybetmendî diyarî mirovahiyê kiriye. Ev çi ne? Jiyan, aqil, dîtin, bihîstin, îrade, axaftin û hêz. Huner bi van taybetmendiyan tê afirandin. Hûn dibînin, hûn dibihîzin, hûn hîs dikin û hûn berhemekê diafirînin. Muzîk jî li ser bingeha heft dengan e. Ji ber vê yekê min xwest ku di her albûmê de heft stran hebin.”

ÇIMA STRAN JIYAN E?

Hozan Aydin berê çar albûm derxistibûn, albûmên wî yên sêyemîn û çaremîn jî di bin sîwana “Stran Jiyan e” derketîbûn. Me ji hunermend sedema vê yekê û girîngiya vê gotinê pirsî. Wî wiha bersiv da:

“Bûyerên ku bandorê li min dikin dibin mijar û çîroka stranên min. Min tu carî stranên xwe li ser maseyê nenivîsandiye. Bûyerek diqewime û ew bûyer bandor li min dike û dû re ji dil tê û ez dinivîsim. Bûyerek hest, giyan, hebûn û dilê te bandor dike û  dibe mijara stranekê. Lewma ez dibêjim stranên ku ez dibêjim jiyana min in. Ew jiyana civaka min e.”

Li mala Hozan Aydin, li ser dîwêr tabloyek mezin heye û li ser wê “Stran Jiyan e” hatiye nivîsandin. Hunermend li ser tabloyê jî got:

“Hevalê me Yilmaz Yildirim, ku ji Amedê ye- çêkir û diyariyê min kir. Ez silavên xwe ji wî re dişînim û çavên wî maç dikim. Wî bi keviran çêkiriye. Bawer bikin, dibe ku 50 kîlo be. Pir giran e.”

ARANJORÊ ALBÛMAN MIZGÎN AYAZ E

Hozan Aydin demoyên çar albûman li studyoya xwe ya HA-SJS li Berlînê amade kiriye. Aranjmanên her çar albûman jî li Stenbolê Mizgîn Ayaz afirandiye.

Hozan Aydin dibêje: “Mizgîn Ayaz ji bo bazara sereke naxebite. Ew qîmetê dide konsepta hunermend. Me du sal û nîv bi hev re rêwîtiyek kir. Wî gelek hewl da di albûman de. Ew bû Tonmaister (endezyariya deng), Mix-Mastering û aranjorê albûman. Mizgîn muzîkjenek hêja ye. Amûrên cûrbecûr jî lê da. Divê ez vê jî bêjim, wî lêçûnên hin berheman jî girt ser xwe. Ez ji bo hewldanên wî yên mezin spasiya wî  dikim.”

Agahiyên li ser albûman jî xuyaye… Mizgîn Ayaz li van amûran daye: Tenbûr, Lavta, Ud, Sazbuş, Cumbuş, Melodika, Bas Gitar, Klavye û Ebow.

Ji bilî Mizgîn Ayaz, muzîkjenên albûman ev in:
Klasîk: Îlkan Pala
Pîano: Şervan Ayaz
Elektro Gîtar: Şervan Ayaz
Mey: Zubeyt Çelebî, Muslîh Ûçar, Ahmet Yasa
Zirne: Zubeyt Çelebî, Muslîh Ûçar
Bilûr: Serkan Yildirim, Muslîh Ûçar
Keman: Şervan Ayaz
Pîano: Şervan Ayaz
Gîtara Bêperde: Şervan Ayaz

AXAFTIN BI MIZGÎN AYAZ RE

Me berê jî nivîsandibû, Mizgîn Ayaz tenê albûm aranje nekiriye. Ayaz dibêje: “Ew ne projeyek bazirganî bû. Me hunera xwe ji bo qezenca darayî neafirand. Em li dû populîzmê neçûn. Me bi tevahî muzîka Kurdî ya kevneşopî çêkir. Hozan Aydin negot, ‘Bila li min guhdarî bikin’, an ‘Bila dahat were.’ Hemû berhemên Aydin besteyên wî bi xwe ne û ew bestekarekî orîjînal e. Ew ji ber fikarekê muzîkê çêdike. Wekî din, her kes dizane… Ew di nav muzîka kurdî de xwedî dengekî xurt û taybet e. Lê Aydin neket vê xefikê: Piştî sala 2000’an, medyaya dîjîtal û kapîtalîzmê çavkaniyek dahatê ya balkêş afirand. Vê qadê şekil da muzîkê. Lê Aydin negot: ‘Dengek min a bihêz û xweşik heye. Ez muzîkên bi rojane çêbikim.’ Ew hunermend e û eslê xwe diparêze û dizane ku ew ji ku tê. Ew dixwaze di muzîka Kurdî de berhemên mayînde biafirîne. Min ev yek pir watedar dît. Lewma em pir baş xebitîn. Me bi têgehên ku dê 20-30 sal şûnda werin fêmkirin amade kir.”

Ayaz diyar kir ku ji sedî 80 berhemên Hozan Aydin bi maqama uşaqê hatiye afirandin. Gelo çima Mizgîn Ayaz di van çar albûman de wekî muzîkjen, Tonmaister, Mix-Mastering û û aranjor beşdar bûye? Ayaz got:

“Bi gelemperî, aranjor çi dikin? Gazî muzîkjenan dikin. Muzîkjen stranê lêdixin. Dû re wan dişîne mitbaxê cuda. Ew çi dikin? Ew karê Tonmaister û Mix-Masteringê dikin. Dûv re aranjor wê dibe şîrketê û ew albûmê derdixin. Ez bi vî rengî nexebitîm. Min xwest karê ku xeyal dikim bi dest bixim. Dibe ku demekê dirêj girtiye. Du sal û nîv ne hindike. Lê di her albûmekê de konseptek hevpar me dest xistiye. Me hunera ku em dixwazin afirandiye. Heya hûrguliyên biçûk… Ji ber ku besteyên Aydin ne yekreng in. Hem aranjor û hem muzîkjen dikevin tengasiyê. Bo nimûne… Muzîkjen nikarin yekser lêbixin. Me ev di dema qeyd kirinê jî dît. Pêwîste provayên xwe bikin. Ji ber ku Aydin xwe sînordar nake. Tenê ez an muzîkjen dikarin van hûrguliyan di besteyên wî de bibînin.”

ÇÎROKA KANIYA JÊR

Hemû stranên Hozan Aydin xwediyê çîrokekê ye. Em ê ji bo nimûne qala strana “Kaniya Jêr” bikin. Hunermend ji Tekmanê ye û ev bûye 35 sal nekare biçe gundê xwe. Hunermend pir bêriya gundê xwe kiriye û strana “Kaniya Jêr” li ser bêrîkirinê derketiye. Ev stran di nav albûma “Yarê Bizane” re cih digire. Pêşî em gotinên stranê û piştre çîroka wê parve bikin:

Kaniya Jêr
Gotin û Muzîk: Hozan Aydin
Berlin, Hezîrana 2015

Lê hokehokê şivana
Qada xemlê bêrîvana
Seyran û geşta ciwana
Kaniya jêr kaniya jêr

Dîsdor
Kaniya jêr kaniya jêr
Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr
Tasek ji wê ava te yî zelal
Vexwim ez vexwime têr

Havînan ava wê sare
Zivistan germe bixare
Kê jê vexwar kê nexware
Kaniya jêr kaniya jêr

Ji bin erdê sar dikele
Bihar tê dor pûş û pele
Nav şênkayî vedizele
Kaniya jêr kaniya jêr

Hozan Aydin li ser çîroka stranê got:

“Li navçeya Tekmanê ya Erziromê çar gundên me hene. Em hemû ji heman malbatê ne. Cihê ez lê dayik bûme yek ji wan çar gundan Xindeqan e. Kaniya Jêr kaniya gundê me ye. Ji bo min cihekî taybet digire. Ji ber ku zarokatî û xortaniya min li kêleka wê kaniyê derbas bûye. Ew ji bin erdê dikele. Havînê ava xwe pir sar e. Hûn nekarin sê saniyan destê xwe tê de bigirin. Mînakî, heke hûn zebeşek têxin nav wê, ew we dibire. Serhed bi zivistanên xwe navdar e. Hemû av cemadê digirin. Gelek berf dibare. Lê ava Kaniya Jêr cemadê negire. Ji ber vê yekê heywanên gund zivistanê li wir ava xwe vedixwin. Zivistanê jî ava xwe germ e. 35 sal derbas bûne min Kaniya Jêr nedîtiye. Mirov bêriya wê dike. Ji ber vê yekê ez di stranê de dibêjim:

Ezê rojek werim bi xêr
Dîsa ji wê ava te yî zelal
Bi gulman vexwime têr.”

ŞÎROVEYA MAZLÛM REWŞEN

Her wiha me ji hostayê muzîka Kurdî Aranjor Mazlum Rewşen şîroveyek xwest. Rewşen, ku hem Hozan Aydın û hem jî Mizgîn Ayaz baş nas dike, got:

“Hozan Aydin hunermendekî afirîner e. Ew pir baş li baxlamayê dixe. Di muzîka Kurdî de dengê wî li cihekî taybet e. Yek jî her kes nizane, Hozan Aydin dikare stranên xwe bi xwe tomar bike. Ango teknîkê qeydkirinê nas dike. Eger mijarên teknîkî nizanibe bi pisporekî re dipirse. Lewma ew her tim stranên nû diafrîne. Dema ku min amadekariya çar albûman bihîst ez şaş nebûm. Ji ber ku Hozan Aydin stranan dinivîse, besteyan çêdike, baş li baxlamayê dixe û bi xwe tomar dike û ked dayînê hez dike.”

Mazlum Rewşen ji bo Mizgîn Ayaz jî axivî û got: “Mizgîn Ayaz ji malbateke muzîkjen tê. Hem ew û hem jî xwişk û birayên wî di muzîka Kurdî de xwedî jêhatiyên takekesî ne. Her yek ji wan bi awayekî profesyonel amûrên muzîkê lê dixin. Her yek ji wan di asteke wisa de ye ku dikare di warê xwe de ekolekê biafirîne. Mînak, Şervan kemanjenekî pir jêhatî û aranjorerek baş e. Ciwan di lêdana baxlameyê de pir baş e û di heman demê de aranjoreke. Bêrîvan solîsteke baş e û li tenbûrê dixe. Mizgîn di heman demê de hem aranjor e û hem jî multîmuzîkjen e. Kurt û kurtasî başe ku Hozan Aydin û Mizgîn Ayaz ji bo muzîka kurdî bûne hevkarê hevûdu û ev berhem pêşkêşî me kirine.”

Her kes dikare li ser malperên Hozan Aydin (Youtube û Spotify) albûman guhdarî bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Protestokirina NATO’yê: Gelek kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSF: Li Xezeyê deverên belavkirina alîkariyan weke cihên cînayetê ne

Bijîşkên Sînornenas (MSF), deverên belavkirina alîkariyan ên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezeyê (GFH)…

Ji aliyê Stêrk TV

Binarê Qendîl 10 caran hat bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker ji duh ve 10 caran bi balafirên şer Binarê Qendil bombebaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê komkujî: Tevahiya şevê herî kêm 100 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Şerîda Xezeyê di bombardûmana hewayî ya Îsraîlê de zêdeyî 100 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Parêzer Demîr: Bêyî pêkanîna Mafê Hêviyê pêvajo pêşve naçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şoreşa Rojava 14 salî ye: Ji berxwedanê ber bi modela civakî ve

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi dron û mûşekan êrîşî Taxa Tasluce ya Silêmaniyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?