Zêdetirî 3.000 jinên ji her çar aliyên Brezîlyayê, di navbera 29-31’ê Hezîranê de li São Pauloyê hatin ba hev. Jinan ji bo sala pêş, bingeha rêxistinbûn û berxwedana jinan nîqaş kir.
MEL (Mujeres en Luta), rêxistineke berfireh a jinan e ku jinên ji her herêmeke Brezîlyayê tîne ba hev. Toreke jinan e ku xwedî li qadên giştî derdikeve, êşê vediguherîne têkoşînê û xeyalan jî vediguherîne rêyên ku dirêjî paşerojê dibin. Ev hevdîtina duyemîn a MEL’ê, li ser bingeha parvekirina ezmûn û nîqaşên ku di nav platformên têkoşînê û rêxistinan de li ser mijarên girîng û jiyanî yên ji bo jinan hatine meşandin, hate lidarxistin. Di civînê de gelek mijar hatin nirxandin; ji têkoşîna li dijî jibîr kirina çalakî û têkoşîna jinan, heta avakirina protokolên çalakiyê yên li dijî tundiya siyasî ya li ser bingeha nijad û zayenda civakî; ji pêkanîna polîtîkayên civakî, heta zêdekirina temsiliyeta jinan a di siyaseta welat de. Îsal beşdariya delegasyonên jinan ên ku ji her aliyê welat hatibûn, hêviyên ji bo vê hevdîtinê derbas kirin.
Nûnerên Partido dos Trabalhadores (PT), Partido Socialismo e Liberdade (PSOL), Movimento Esquerda Socialista (MES), Juntas, CONAQ, Eniya Kurtajê, Koordînasyona Neteweyî ya Gelên Xwecihî û gelek rêxistinên din; di panel û çalakiyên çandî de zêdetirî 3.000 jin, nûner, parlamenter û hunermend anîn cem hev.
Di hevdîtinê de mijarên girîng hatin nîqaşkirin; mîna krîza avhewayê, polîtîkayên lênihêrîn û piştgiriya ji bo jinan, rola jinan di têkoşîna antî-emperyalîst de, stratejiyên ji bo çareserkirina polîtîkayên baviksalar û nîjadperest ên di saziyên dewletê de, mekanîzmayên piştgiriyê yên pispor ji bo jinan û avakirina rojevên pêşverû di warê aboriyê de. Her wiha, têkoşîna “laş-erd” ku bi armanca paşdegirtina xakên ji gelên xwecihî hatine dizîn tê meşandin, xweparastina femînîst û lêgerînên çareseriyê yên li dijî kuştina jinan jî di nav mijarên herî berbiçav ên dawiya hefteyê de bûn. Di dema çalakiyê de, Marielle Franco ku di 14’ê Adara 2018’an de hatibû kuştin û nûnera PSOL’ê û yek ji siyasetmedarên pêşeng ên gelê reşik bû, hat bibîranîn.
Hevdîtinê, di panelekê de ku ji bo pişgiriya navneteweyî hatibû veqetandin, mêvandariya deng û ezmûnên têkoşîna jinan a ji herêmên cuda yên mîna Venezuela, Kurdistan û Kubayê kir. Di rûniştineke hevpar de, nûnerên Unión Comunera yên ku ji Venezuelayê hatibûn, pêvajoya rêxistinbûna civakî ya li welatê xwe û rewşa siyasî ya heyî ya ku piştî revandina Serok Maduro ji aliyê DYE’yê ve derketiye holê, rave kirin.
Tevgera Jinên Kurdistanê jî geşedanên dawî yên di derbarê muzakereyên pêvajoya aştiyê de û rewşa Rêber Apo parve kirin. Her wiha, wan di derbarê pêvajoya entegrasyona Rojava ya bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re û kampanyaya ji bo parastina YPJ’ê de agahî dan.
Endamên delegasyona piştgiriya bi gelê Kubayê re jî ezmûnên serdana xwe ya ku ji bo Kubayê kiribûn, ragihandin. Li ser zehmetiyên ku ambargoya giran a li ser welat ava kirine û bandorên vê rewşê yên li ser jinan, nîqaş hatin meşandin.
Di nîqaşên vê panelê de, girîngiya avakirina torên navneteweyî yên ku dê bihêlin rêxistin bi rengekî hevpar tevbigerin, hat destnîşankirin. Bi taybetî di salên dawî de bi eşkereyî hat dîtin ku rola jinan di rêxistinbûn û koordînasyona navneteweyî ya têkoşînên antî-patriyarkal û antî-emperyalîst de çiqasî diyarker e. Di dewama panelê de, bi berfirehî li ser pêwîstiya parastina Şoreşa Rojava ku ji bo Emerîkaya Latîn jî weke çavkaniyeke îlhamê tê dîtin, hat sekinandin.
Hevdîtin, roja yekşemê bi manîfestoyeke hevpar ku ji aliyê zêdetirî 50 rêxistinên di çalakiyê de amade bûn ve hat îmzekirin, bi dawî bû. Deklarasyona encamê ya ku sernavê wê “Manîfestoya Navneteweyî ya Jinan a Li Dijî Faşizmê” bû, bi van gotinan bi dawî bû:
“Bila em bikin ku her têkoşîneke herêmî, xwe weke parçeyekî têkoşîneke gerdûnî bibîne. Ji ber ku em jin in û yên ku jiyanê li ser piyan dihêlin in. Û em ê bi hêza xwe ya rêxistinkirî faşîzmê têk bibin. Li her dera cîhanê, bêyî jinan demokrasî nabe! Di sala 2027’an de, ber bi Înternasyonala Femînîst ve!”

