Li Başûrê Kurdistanê tevî ku zêdetirî sal û nîvek di ser hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an de derbas bûye jî, hikûmeteke hevpar nehatiye avakirin. Ev rewşa ku ji ber nelihevkirina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de derketiye holê, di heman demê de rasterast bandorê piştî hilbijartinên parlamentoyê yên Mijdara 2025’an di serî de krîza bi mehan a hilbijartina serokomariyê û avakirina hikûmetê kir.
BI DEHAN CIVÎN BÊ ENCAM MAN
Li Başûrê Kurdistanê di 20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin. Di hilbihartinê de PDK 40 kursî, YEK 23, Nifşê Nû 16, Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtî) 7, Helwest 3, Bereya Gel 2, Goran û Komel her yek 3 kursî bi dest xistin.
Piştî hilbijartinan, bi dehan civînên di navbera PDK û YNK’ê de ji bo diyarkirina mijarên wekî ji nû ve dabeşkirina wezaretan û hilbijartina serokkomariyê bê encam man.
Ji îro û pê ve ji ber ku kabîneyeke nû nehatiye avakirin, hikûmeta ku berî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê hebû, bi navê hikûmeteke demkî wekî defakto peywira berdewam dike.
BANDORA KRÎZÊ YA LI SER HILBIJARTINA SEROKOMARIYA IRAQÊ
Nelihevkirina di navbera KDP û YNK’ê de piştî hilbijartinên giştî yên 11’ê Mijdara 2025’an a Iraqê bû sedema hilnebijartina serokkomariyê û avanekirina hikêmeteke nû. Hilnebijartina serokkomariyê bû sedem ku serokwezîr nikaribe peywirê bide avakirina hikûmetê û ev yek hişt ku lı Iraqê demek dirêj hikûmet neyê avakirin.
Piştî ku di sala 2005’an de Destûra Bingehîn a Iraqê hat pejirandin, serokkomarê Iraqê ji nav Kurdan tê hilbijartin. Kevneşopiyeke siyasî û lihevkirineke din a di navbera partiyên Kurdî de destnîşan dike ku dema ku YNK namzetek ji bo serokkomariya Iraqê destnîşan dike, endamekî PDK’ê wekî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê hilbijartin. Armanca sereke ya van lihevkirinê ew bû ku di navbera partiyên Kurd de yekîtî were misogerkirin û ji dabeşbûnên di nav hikûmeta Iraqê de dûr bikevin.
Pêvajoya ku îro tê jiyîn bi eşkereyî li derveyî lihevkirin û kevneşopiya PDK’ê û ji ber xwest namzetê xwe ji bo serokkomariya Iraqê destnîşan bike bû sedema vê yekê. Ev yeke cara yekem naqewime. PDK piştî hilbijartinên berê di sala 2022’yan de Wezîrê Karên Derve û Darayî yê berê Hoşyar Zêbarî wekî namzedê xwe yê serokomariyê destnîşan kir, lê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqên namzediya Zêbarî xistibû. PDK li dijî vê yekê helwestek wek vê nîqaşn da, wê demê hilbijartinan boykot kir û bi rêbazên din avakirina hikûmetê li Iraqê bi mehan paş xist û temsîliyeta Kurdan qels kir.
PDK’Ê SEROKOMARÊ HAT HILBIJARTIN NAS NEKIR Û JI PARLAMENTOYA IRAQÊ VEKIŞIYA
Tevî hemû hewldan û nerazîbûnên PDK’ê serokomarê ku divê de meha Çileyê de bihata hilbijartin û parlamnetoya Iraqê boykot kit jî namzetê yekane yê YNK’ê Nizar Amêdî di 11’ê Nîsana 2026’an de wekî serokkomarê Iraqê hat hilbijartin.
Polîtburoya PDK’ê di daxuyaniya ku heman rojê weşand de ragihand ku ew ê Nizar Amêdî wekî nûnerê Kurdistanê nas nekin û ew hemû nûnerên xwe ji Meclîsa Nûneran û Hikûmeta Federal a Iraqê vedikişînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Îro, 11’ê Nîsana 2026’an, pêvajoya hilbijartina serokomariyê ya li Meclîsa Nûneran a Iraqê bi binpêkirina rêziknameyên navxweyî yên pejirandî yên Meclîsê hate kirin. Namzedê ku ji bo serokomariyê hatiye diyarkirin li derveyî mekanîzmayên Kurdistanî hatiye hiştin. Ev meqam ne yê aprtiyekî ye, mafê gelê Kurd e; lê dîsa jî, namzedê ku behsa wî tê kirin ji hêla partiyekê ve hatiye diyarkirin û ji hêla hin partiyên ku ji pêkhateyên din ên Iraqê ne ve hatiye pejirandin. Ji ber vê yekê, em vê rêbaza hilbijartinê red dikin û kesekî wisa wekî nûnerê piraniya Kurdistanê nas nakin û em ê nebin muxatabê wî. Niha, komên partiyên me hem li Meclîsa Nûneran û hem jî li Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo rewşê binirxînin û bişêwirin vedigerin Herêma Kurdistanê.”
Di daxuyaniya Polîtburoya PDK’ê de bi kurtasî tê gotin ku ew ji bo demek kurt ji Hikûmeta Federal a Iraqê vekişiyane û di demek dirêj de dijberiya xwe ya hilbijartina endamekî YNK’ê ku wekî serokomarê Iraqê hatiye hilbijartin, ne tenê di vê heyamê de lê di pêşerojê de jî radigihîn û peymanên demdirêj ên li ser vê mijarê paşguh dikin,
Lê tevî nerazîbûnên PDK’ê û biryara wê ya vekişîna ji Parlamentoya Iraqê jî Nizar Amêdî yê ku wekî Serokomarê Iraqê hat hilbijartin, erka avakirina hikûmetê da Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî û li Iraqê bi pêşengiya Elî Zeydî hikûmeteke nû hat avakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û berpirsekî PDK’ê Di 4’ê Gulanê (2026) de ragihandin ku PDK piştî hevdîtinê bi Zeydî û berpirsên partiyên Şîe re bike wê vegere Bexdayê. Di heman demê hat ragihandin ku di van hevdîtinan de li ser temsîliyeta KDP, YNK û komên din ên Kurd a di hikûmeta nû de lihev kirine.
PDK û YNK’ê ÇIMA DI MIJARA AVAKIRINA HIKÛMETÊ DE LI HEV NAKIN?
Wekî ku me li jor balê kişand ser, du partiyên mezin ên Başûrê Kurdistanê PDK û YNK’ê ne destûrî jî be, li gorî teamulên siyasî lihevkiribûn ku di erkên Serokkomarê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê de û erkê Serokwezîriyê wê 2 salan bi awayekî dorveger werin parvekirin. Lê bi demê re di vê hevsengiyê de guherîn destpê kirin.
Li dijî polîtîkaya bidestxistina serdestiya herêmî ya PDK’ê, YNK’ê dixwaze di nava hikûmetê de nûnertiyeke xurttir bi dest bixwe û naxwaze qiyma xwe tenê bi rolên sembolîk bîne. Bi taybet armanc dike ku di burokrasiyên ewlehiyê, Wezareta Karên Hundir û mekanîzmayên reêveberiyê de zêdetit bibe xwedî gotin.
YNK’ê ku di rêveberiya Herêma Kurdistanê de şirîkatiyeke tam dixwaze, dibêje ku PDK’ê di pêvajoyên girtina biryarê de bûye diyarker û ev yek hevsengiya siyasî xira dike.
Di encamê de PDK’ê dixwaze giraniya di rêveberiyê de di destê xwe de bigre û YNK’ê jî daxwaza hevkariya wekhev dike.
Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya 2023’an re ku asteng dike ku PDK’ê bi kotaya pêkhateyan piraniyê bi dest bixe û bi tena serê xwe hikumetek ava bike, hejmara kursiyên di Parlamentoyê de ji 111’an xist 100’an û hejmara kursiya kota ji 11 xist 5’an. Bi vî rengî ne pêkan e ku PDK’ê li ser kotayên pêkhateyan bêyî YNK’ê hikûmeteke ava bike.
BANDORA SIYASÎ-CIVAKÎ-ABORÎ YA NEAVABÛNA HIKÛMETÊ
Tevî ku li Herêma Kurdistanê hikûmetekî heye, pergala ‘rêveberiya du alî’ ku fiêlî derketiye holê, heye. Di navbera rêveberiya PDK’ê ya navend Hewlêr û rêveberiya YNK’ê ya navend Silêmaniyê de, cudabûneke diyar tê dîtin. Pirsgirêka li Herêma Kurdistanê êdî tenê ji meseleya wê PDK an jî YNK’ê kijan meqamê bigre, derketiye. Pirsgirêka neavabûna hikûmetê heta pirsgirêkên parvekirina dahata navxweyî û belavkirina newekhev, neavabûna xebatên parlamentoyê, hedîbûna razemeniyê, krîzên mûçe û tayînkirinê, zêdebûna bêkariyê diçe.
Ger ev rewş demeke dirêj dewam bike, dibe ku saziyên navendî zêdetir were rewşa nexebitînê, lewre pêknehatina lihevhatina siyasî zûve gihiştiye asta ku jiyana rojane ya gel felç dike. Her meha ku bêyî hikûmet derbas dibe, ne tenê saziyên siyasî, jiyana aborî û aramiya civakî jî qels dike. Pirsgirêkên aborî û civakî yên ku îro li erdnîgariya berfireh a Başûrê Kurdistanê ya ji Silêmaniyê heta Dihokê, ji Germiyanê heta Helebçeyê têne hîskirin, rasterast wekî encama vê xitimandina siyasî derdikeve holê.
Ji ber ku di Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ku bi awayekî fiêlî ji kar ketiye, dîwana serokatiyê nayê hilbijartinê û fealiyetên qanûndanînê rawestiyaye, pêvajoya neavakirina hikûmetê di heman demê de baweriya gel a ji bo saziyên siyasî jî kêm kir.
Li gel xebatkarên nexweşxaneyê, mamosteyên bi peyman û karmandên giştî bi mehan mûçeyên xwe nikarin werbigirin, dîsa bi vê rewşa ku rasterast bandor li ser aboriya gel dike re qûtbûnên elektrîkê, krîzên sotemenî, pirsgirêkên rê û jîngehê jî ber nebûna rêveberiyeke navendî û çalak derdikevin.
Tevî ku Herêma Kurdistanê xwedî hîn rezervên petrolê yên girîng ên cîhanê ye jî, gel gelek caran rû bi rûyê krîzên sotemeniyê tê. Rêzên dirêj ên di stasyonên benzînan de, pirsgirêkên di belavkirina sotemeniyê û bêîstîkrariya di bihayan de, di raya giştî de nerazîbûnên cidî çêdike.
Her ku ev krîza hikûmetê ku aboriya herêmê qels dike û statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê dixe xeteriyê kûr dibe, pirsgirêkên di hinardekirina petrolê de tên jiyankirin û nediyarîbûnên di parvekirina dahatê de, leçûnên giştî qels dikin û mîsyona ‘xizmeta gel’ ku yek ji erkên sereke yên hikûmetê ne, hema hema bi temamî ji holê radike.
PIRSGIRÊK NE TENÊ HIKÛMETÊ, BANDOR LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ DIKE
Nepêşxistona pozîsyoneke Kurd a hevpar, destê hikûmeta navendî xurt dike û di heman demê de statuya Herêma Kurdistanê dixe xeteriyê. Krîzên siyasî, aborî û civakî yên ji ber neavakirina hikûmetê tên jiyankirin, pêwîst pê dike ku li ser modeleke rêveberiyê ya sazûmanî, zelal û demokratîk li hev bikin. Di muzakereyên bi rêveberiya Bexdayê re, netevgerkirina hevpar a aliyê hevpar di heman demê de hêza bazarê ya Herêma Kurdistanê qels dike.
Qelsbûna di aliyê aborî û siyasî de ya Herêma Kurdistanê ku yek jî destkeftiyên herî girîng ên Kurdan e, bandora Kurdan a di asta herêmî de kêm dike. Pozîsyoneke Kurd ku li hemberî Bexdayê qels dibe, rasterast bandor li ser polîtîkayên herêmî ya Enqere û Tehranê jî dike.

