Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) bi dirûşma “Îslama Demokratîk: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin di roja duyemîn de didomîne. Meclîsa dayîkên aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl, rêveber û endamên MÎA-FEDê û gelek kes tevlî konferansê bûn. Rûniştina sêyem bi moderatoriya Rumeysa Gulmez destpê kir. Mijarên “Di Îslamê de jin”, “Di Îslamê de rola jinê ya civakî” û ruhê berxwedanê”û “Ol û Ziman” hatin nîqaşkirin.
Rajaa Hamîd li ser “Di Îslamê de jin”, delegeya MÎA-FED’ê Nesîbe Kaya “Di Îslamê de rola jinê û rehê berxwedanê”, Mele Seyfettîn Tunç jî li ser mijara “Ol û Ziman” rawestiyan û nirxandin kirin.
Rajaa Hamîd anî ziman ku meseleya jinê ji ber rol û berpirsyariyên civakî mijareke girîng e û wiha got: “Îslam di serdemeke wiha de hat ku jinê tê de gelek zehmetî dikişand. Di wê serdemê de îmkanên wiha pêşkêşî jinê kirin ku ne dihatin xeyalkirin. Îslam di mijara jinê de şoreşeke ferasetê ya bingehîn pêk aniye, sozên edalet û wekheviyê daye. Qur’anê nûnertiya mafên jinê kiriye. Di serdemên destpêkê yên Îslamê de jin bixwe beşdarî perwerdeyê bûne û xizmeta zanistê kirine. Qur’ana Pîroz qebûl dike ku jin xwedî milkbûna serbixwe ye. Îslamê parastina jinê û mafên wê mîsoger kiriye. Divê Qur’an û cihê jinê rast were fêmkirin.”
Delegeya MÎA-FEDê Nesîbe Kaya diyar kir ku gotina ‘Jin heke xwarinê çêbike, li malê binêre dê biçe bihûştê’ rast nîn e û got: “Rastiya Îslama resen a Medîneyê derxist holê ku rastî ne ev e. Di ayet û hadîsan de nayê xwestin ku jin di nava civakê de bin. Yekem şehîda Îslamê jina bi navê Sumeyye bint Habbât e ku bi rojan êşkence dîtiye. Xwedî maleke mezin û dewlemend nebû, jineke kole û tu car dev ji doza xwe berneda û bû yekem şehîda Îslamê. Di Îslamê de jin beriya mêr bû şehîd. Jin bi ilm û zanyariya xwe jî têkoşin kiriye.”
Nesîbe Kaya di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku jin di Îslamê de xwedî irade ye, tu kes nikare îdareya jinê bişkîne.
Hevserokê MÎA-FED’ê Dr. Abdullah Sagir bal kişand ser têkiliya ziman û olê û got: “Ji bo belavbûna peyamên Xwedê, divê yan zimanê hemû cîhanê bibe Erebî ku ev ne rast e, yan jî divê Qur’an ji bo hemû zimanên cîhanê were wergerandin. Yek ji van zimanan jî divê Kurdî be. Divê hurmet ji bo hemû zimanan hebe. Ji îro pê de, em hemû peyamên xwe bi zimanê gelê xwe bînin cih. Zimanê dayikê ji bo me nîmeteke mezin e. Îro ev wezîfe ket ser milê me. Bi zarok û neviyên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ol û ziman bi hev ve girêdayî ne. Ol, peyama xwe bi rêya ziman dighîne gel.”
Piştî beşa pirs û bersivan, rûniştina beriya nîvro bi dawî bû. Konferans dê bi rûniştina piştî nîvro bi dawî bibe.

