Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe
Jin

TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

TJA wê li taxan atolyeyên ji bo agahdarkirina jinan lidar bixe, nobetên edaletê bigire û meşeke girseyî ya şeve lidar bixe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya îdiayên destdirêjî, êşkence, mirina bi guman û nelêritiyên cuda yên li hember navenda Rehabîlîstasyona Şifayê ya Êliyê ku ji bo nexweş, astendar û kal û pîran xizmet dida, 20 roj berê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Di lêpirsîna ji rayagiştî veşatî hat meşandin de ji 80’ê zêdetir kes hatin binçavkirin û ji 10’an zêdetir kes jî hatin girtin. Piştî biryara veşartiyê hat rakirin agahî û belgeyên hatin bidestxistin, aliyên binpêkirinên mafan yên giran yên li navendê qewimîne û nîqaşên der barê berpirsyariya kontrolkirinê ya saziyên cemawerî ji nû ve hat rojevê.

Di dosya lêpirsînê ya ji hezaran rupelî pêk tê de, wêne, lêkolînên dîjîtal, nivîsandinên nav saziyê, îfadeyên şahid û gumanbaran tespît û nirxandinên dozgeriyê cih digirin. Di dîmenên kamerayê yên ketine dosyayê de, tê dîtin ku xebatkarên navendê êşkence û tundiyê li astengdar, kal û pîr û nexweşan dike.

Piştî operasyonê Navenda Rehabîlîstasyon a Taybet a Şifayê hat girtin. Piştî ku pêkanînên êşkence, êrîşa zayendî û binpêkirinên nebaş derketin lê hinek malbatan  serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan. Tevî ku çend roj ser bûyerê re derbas bûye dîmenên nû yên derbarê êşkenceya li navendê hatiye jiyîn derdikevin holê.

Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê kiryarên ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn, li Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Metna bi kurdî ji hêla Havva Can û bi tirkî jî Ruken Zeryam Işik hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Sûcên wek êşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bi guman ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê pêk hatine, ne sûcên tenê li hember kesekî hatine kirin in. Ev bûyer birîneke civakî ku jin, astengdar, pîr û kal çawa bi rejîmeke bêcezakirî re rû bi rû ye jî radixe ber çavan. Ji ber vê yekê berpirsyariya derxistina rastiyan û cezakirina failên vê bûyerê berpirsyariya hemû civakê ye. 

Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) li hember van angaştan ji roja ewil heya niha çalakiyan li dar dixin û li ber xwe didin. Têkoşîna me û nobeta me ya edeletê di roja 10’emîn de ye. Ev 10 roj in daxwaza xwe ya edeletê li kolanan û taxan mezintir dikin; û diyar dikin ku tu kes dê rastiyan nekaribe di tariyê de bihêle.  

Me roja ewil daxuyaniya xwe da, piştre jî meşa xwe li dar xist û li ser tora sanal vê rojevê xist rojeva raya giştî. Hefteyek jî li ber Edliya Êlihê bi daxwaza edeletê çalakiya rûniştinê li dar xist. Li ser têkoşîna me Walitiya Êlihê neçar ma daxuyaniyek bide. Her wiha saziyên sivîl ên civakî ket hewldanê û hin malbatan serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Ji ber biryara nepeniyê li ser çapemeniyê ambargoyek heye, hin sazî û rayedar jî bêdeng in. Ev rewş jî nayê qebûlkirin. Em spasiyê xwe pêşkêşî çapemeniya azad û kesên piştgiriyê didin têkoşîna me dikin ku di vê pêvajoyê de em tenê nehiştin.

Li aliyê din, helwesta bêdengiyê ya li hember angaştên ev qas kirin berê jî hebû. Me di bûyerên Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û Rojwelat Kızmaz de jî vî helwestî ditîbû. Van bûyeran nîşan dabû ku li Kurdistanê, di sûcên li hember jinan pêk tê de mekanîzmayên edeletê naxebitin; tevgerîneke li gorî hiqûq û politikayên şerê taybet pêk tê. 

Em ê li hember van politikaya û texrîbatên ji ber van polîtakayan pêk tê rêxistinbûna xwe mezin bikin, bi parastina cewherî xwe rêxistin bikin. Tu jinên Kurd, zarok û astengdar ne tenê ye. Tu kes bila xwe bi tenê nebîne. Bîreke têkoşînê, saziyên têkoşînê û saziyên piştgirîyê yên vî gelî hene. Berê xwe bidin têkoşînê û hêza birêxistinkirî. 

Em têkoşîna xwe derdixin asteke bilindtir. Ji vir pê de em ê li her taxê Êlihê ji bo jinan atölyeyan li dar bixin. Tax bi tax jinan bixin nav têkoşîna xwe ya edeletê, bi meşeke girseyî dengê xwe bilindtir bikin. Em ê bibin hevkarê têkoşîna edeletê ya malbatan. Piştgiriya hiqûqê û psikolojîk xurttir bikin. Parlamenterên me yên jin dê bibin şopdarê vê bûyerê, dê li Meclisê hesap bipirsin.   

Em ê pey vê dozê bernedin.

Ji vi bang li raya giştî dikin;

Bêdeng nemînin, ji nedîtî ve neyên, nehêlin li ser vê rastiyê bê girtin. Ji ber ku her sûcê îro bêceza tê hiştin dê siberojê bibe sedem ku mexdûrên nû derkevin holê. 

Bang li gelê Êlihê, jinan, saziyên sivîl ên sivîl, parastvanên mafên mirovan dikin ku têkoşîna edeletê mezintir bikin; bibin dengê heqîqetê.   

Heya rastî derkevin holê û hemû fail bên darizandin em ê ji nobeta xwe berdewam bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber ku li hember têkoşîna jinên rêxistinkirî û gelê rêxistinkirî tu tişt di taritiyê de namîne. Em li vir in, têdikoşin û heye edelet pêk bê jî têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari qala detayên hevdîtina li Îmraliyê kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Rêber Apo gotiye, "Mijûlkirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Guven ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name şand

Siyasetmedar Leyla Guven ku dîl tê girtin, ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Amedê hişyarî dan: Dest ji taktîka mijûlkirinê berdin

Şêniyên Amedê diyar kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek ji bo hemû gelan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?