Şemî, 4 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rola civakî ya komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir
Kurdistan

YRK’ê nasnameya 4 şehîdên Mihabadê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya 4 hevrêyên xwe yên li Mihabadê şehîd bûne, eşkere kir û got, “Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:

“Weke gelê me û raya giştî dizane di nava van çend rojên dawî de, li ser hêzên me li herêma Mihabadê êrîş hatin pêkanîn û me encama wan êrîşan ji raya giştî û gelê xwe re ragihandibû. Di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de jî me anîbû ziman ku ne tenê li ser hêzên me, di heman demê de zext û êrîşên rejîma Îranê li ser gel jî pir zêde bûne. Di encamê de rejîma Îranê bi van êrîş û kiryarên xwe dixwaze binkeftina xwe veşêre û xwe serkeftî bide nîşandan.

Di encama êrîşên li ser hêzên me de li herêma Mihabadê me dabû diyarkirin ku 4 rêhevalên me heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi qehremanî û wêrekiyek mezin bê dudilî şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Her wiha kuştî û birîndarên hêzên pasdaran jî çêbûne ku ji wan kesên paye bilind jî di nav de hene. Ev êrîş li ser hêzên me di dîroka 28’ê meha Hezîranê de pêk hatiye. Em ji malbatên hevreyên xwe yên şehîd û ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Di serî de em dixwazin vê yekê bêjin ku her 4 rêhevalên me di pêşengtiya Fermandara hêja Arjîn Garzan de ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi gelê herêmê bidin naskirin, şev û roj bi ruhekî Apoyî yê bêhempa xwe kirin dengê gelê ku her roj zilm, dagirkerî û tecawiz li ser tê ferzkirin. Bi jiyan û karkirina xwe re bûn emsalê rêhevaltiya rasteqîn a ji bo gelê xwe her tim têdikoşe û ti zehmetiyan nas nake. Bûn heqîqeta bê dawî ya ku xeta jina azad dike mizgîniya azadiyê û diyarî mirovahiyê dike. Ji bo ku ruhê şoreşa Jin Jiyan Azadî bidin domandin di kesayeta Heval Arjîn û Cîhan de bûn pêşengê vên şoreşê.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Zarîn Akbaş

Navê Kod: Arjîn Garzan

Cihê Jidayikbûnê: Tetwan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad

**

Nav û Paşnav: Perestû Sefayî Pur

Navê Kod: Cîhan Sîrwan

Cihê Jidayikbûnê: Merîwan

Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad

**

Nav û Paşnav: Xelîl Çîçek

Navê Kod: Bawer Cûdî

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad

**

Nav û Paşnav: Resûl Yêgane

Navê Kod: Şahan Gabar

Cihê Jidayikbûnê: Xoyê

Dîrok û Cihê Şehadetê: 28-6-2026 / Mihabad

ARJÎN GARZAN

Fermandar Arjîn Garzan, di sala 1995’an de li Tetwan a Bakurê Kurdistanê ji dayik dibe. Di nava malbatek bi nirxên xwe yên welatparêziyê ve girêdayî dest bi rêwîtiya xwe ya jiyanê dike. Hîn di temenekî biçûk de tevgera azadiyê nas dike. Di nava malbatê de şehadet û beşdarbûnên ku hene bandoreke mezîn lî Zarîn dike. Ji ber van sedeman dixwaze bi lêgerîna jiyaneke azad mezin bibe û bibe layiqê nirxên malbata xwe. Her ku mezin dibe û jiyanê nas dike, hîn zêdetir pêwîstî pê dibîne ku lêgerîna xwe hîn mezintir bike. Ji ber vê yekê di sala 2013’an de biryara xwe dide û dibe lêgerînvaneke serhildêr.

Rêheval Arjîn Garzan ji roja ku beşdar bû her tim bi ked, mereq, moral û rûkeniya xwe di nava refên gerîla de li her dera ku kar kir şopên ku nayên jibîrkirin da avakirin. Li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê ji Mako bigire heta Merîwan, Serdeşt û Mihabadê bi eşqeke mezin a jina azad ked da û ji her her wezîfeyê re xwe berpisyar dît. Bi wan taybetmendiyên xwe yên xwezayî ji şervantî heya fermandarî bi moral û coşekî mezin beşdarî jiyan û paradîgmaya Rêber Apo bû. Fermandara me Arjîn Garzan her tim xwe ava kir û li hemberî rêhevalên xwe jî bi berpisyartiyek mezin tevgeriya. Kesayetekî netewî ya jina azad di şexsê xwe de li axa Rojhilatê Kurdistanê da domdarkirin. Em ê her tim weke sembola fedekarî, hezkirin û rêhevaltiya jin a rasteqîn hevrêya xwe bibîr bînin û bidin jiyankirin.

CÎHAN SÎRWAN

Rêhevala me Cîhan Sîrwan li bajarê Merîwanê Çavê xwe li jiyanê vedike. Hîn di temenê xwe yê zarokatiyê de zilm, dagirkerî û zordariya rejîma Îranê dibîne û ji nêz de hîs dike. Ji ber welatparêziya herêma ku lê mezin dibe bi naskirina tevgera Apoyî re daxwaza wê ya ji bo jiyaneke azad û wekhev çêdibe. Di sala 2019’an de biryara beşdarbûnê dide û tevlî refên azadiyê dibe. Ji ber ku rastiya dijmin nas dikir û şahidî ji êşên bi dehan jinên ku rastî zilm û bindestiyê hatibûn re kir kir, her tim ji bo ku bibe bersiv her kêliya xwe ji bo xwe avakirinê derbas dikir û bi wate jiyan dikir. Ji bo ku bikaribe tişta ku armanc kiriye pêk bîne bi xwestek û vîneke Apoyî xwe ji bo her kar û xebatê amade dikir. Di demek kurt de bi kelecana ku ava dikir, karî bibe çavkaniya hêz û moraleke mezin ji bo hemû hevalên li derdora xwe. Li her qada ku lê xebat kir bû temsîlvana mezinkirina xeta jina azad û rêhevaltiya rasteqîn. Her tim wê mezin were jiyankirin. 

BAWER CÛDÎ

Rêhevalê me Xelîl Çîçek bi navê xwe yê kod Bawer Cûdî di sala 1992’yan de li Bajarê Mûşê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz a xwedî şehîdan de mezin dibe. Di nava dibistanê de hîn zêdetir zilma li ser gelê xwe nas dike û bi naskirina xwe ya ji xebatên ciwanan re dest bi lêgerînê dike. Mîna her zarokekî Kurdistanê bi çîroka lehengiya gerîla mezin dibe. Demekê dûrî welat dikeve, lê hîn jî lêgerîna wî ya ji bo jiyaneke bi wate bi dawî nabe. Di sala 2019’an de li Elmanya biryara xwe dide û vê carê bi navê Bawer Cûdî ji bo xeyalên xwe pêk bîne dibe gerîlayekî wêrek ê Kurdistanê. Ji roja ku beşdar bû û vir ve her tim bi zîrekî û jêhatîbûna xwe ya bê hempa xwe beşdar kir û tevlî her kar û xebatî bû. Mîna navê ku hilda bû, her tim cihê baweriyê bû. Di amadekirina tunelên şer de ked û fedekariyek bê hempa da raberkirin. Di sala 2023’yan de bi mereq û hezkirinek bê dawî berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û bi keda ku afirand bû çavkaniya moral û hêzeke mezin.

ŞAHAN GABAR

Rêhevalê me Şahan Gabar li herêma Xoyê ji dayik dibe. Ji ber welatparêzî û şehadetên li herêmê û di nava malbatê de bi çîrok û dîtina gerîlayan re mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de li herêmê bi hevalan re dest bi kar û xebatan dike. Di sala 2025’an de beşdarî nava refên me dibe. Her tim bi hestê tolhildan û xwedî derketina li çeka şehîdên tekoşînê jiyan dikir û ew hest her ku diçû têde mezintir dibû. Ji ber van taybetmendiyên xwe di demek kurt de jiyana gerîla nas kir û di her dema zehmet de bi moral û cesareteke mezin xwe tevlî kir. Bû yek ji rêhevalên me yê bi ked û hezkirina xwe ya beramber jiyanê dihat naskirin.”

YRK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt jî diyar kir:

“Weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jin (HPJ) em sersaxiyê ji malbatên rêhevalên xwe yên qehreman re dixwazin. Di kesayetê van lehengan de careke din em soza xwe ya ji bo xeyalên wan bigihînin serkeftinê dubare dikin. Weke tevgera azadiyê me tu carî xwîna rêhevalên xwe bêhesab nehiştiye. Ev bûyer jî wê di cihê xwe de bê nirxandin û hesab ji êrîşkaran were xwestin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê cezayê girtîgehê li ferdên malbata Pexşan Ezîzî birî

Dadgeha Tehranê li sê ferdên malbata Pexşan Ezîzî bi îdiaya “alîkarî û teşwîqkirinê” salek cezayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Daxuyaniya Erdogan a têkildarî pêvajoyê: Em amadekariya avêtina gaveke nû dikin

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di civîna bi boneya sala 24’emîn a avakirina partiya xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Erdheja Venezuela: Windahiyên can zêde dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ne tenê hilberîna teoriyê divê xeteke ku rêyên pratîkê jî vedike bê afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?