Şemî, 4 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rola civakî ya komunan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Denîz Goktaş birin girtîgeha li Çorluyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê jinek ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubat Talabanî li Enqereyê bi Hakan Fîdan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Qubad Talebanî: YNK wê nebe parçeyek ji pevçûn û aloziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Zîlan di 30’emîn salvegera çalakiya xwe ya fedayî de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq û Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Iraq û Başûrê Kurdistanê bi demkî li hev kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê Komîna Saziyên Zimanê Kurdî were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Xweparastin mafekî jêneveger e!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xemla deşt û çiyê: Zozan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîşên li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Li dijî tundiya mêr têkoşîna civakî pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’
Rojane

‘Sermuzakerevanê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e, divê gavên qanûnî dereng nekevin’

Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên qanûnî demildest bên avêtin û got ku Rêber Apo sermuzakerevanê pêvajoyê ye û derengmayîna heyî fikaran zêdetir dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Cigirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Mahfuz Guleryuz, der barê derengketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, statuya Rêber Apo û qanûnên çarçoveyê ya ku rojên dawî herî zêde tê nîqaşkirin ji ANF’ê re axivî.

‘DIRÊJBÛNA VÊ PÊVAJOYÊ VEDIGUHERE KRÎZEKÊ’

Mahfuz Guleryuz, diyar kir ku dirêjbûna pêvajoyê bêhêvîtiya di nav civakê de zêde dike û got, “Piştî temamkirina xebatên komisyona Meclîsê, daxuyaniyên bi vî rengî hatibûn dayîn ku rêziknameya qanûnî dê di demek kurt de were derxistin. Hatibû gotin ku piştî xebatên komisyonê çarçoveya qanûnî dê yekser were amadekirin. Civak hîn jî li benda vê ye. Dirêjbûna pêvajoyê êdî vediguhere pirsgirêkeke cidî, heta krîzekê.”

‘PÊVAJOYÊ DI NAVA NEZELALIYÊ DE HIŞTIN, HÊVIYÊN CIVAKÎ QELS DIKE’

Guleryuz, destnîşan kir ku tevî di ser banga Rêber Apo û gavên Tevgera Azadiya Kurd re salek derbas bûye jî, hikûmetê gaveke şênber neavetiye û got, “Di ser rapora komisyonê re bi mehan dem derbas bû. Tevî vê yekê jî gavên pêwîst nehatin avêtin. Ev rewş bêhêvîtî û fikaran di nav civakê de mezin dike.”

Guleryuz, anî ziman ku hikûmet li şûna siberoja welat esas bigire, pêvajoyê li gorî berjewendiyên partiyê digire dest û ev tişt gotin, “Divê ev mesele ji bo siberoja Tirkiyeyê were destgirtin. Rêvebirina vê bi hesabên teng ên partiyê feydeyê nade kesî. Divê pêvajo bi awayekî zelal were meşandin.”

‘ROLA BIRÊZ OCALAN RAST NAYÊ FÊMKIRIN’

Guleryuz, da xuyakirin ku Tevgera Kurd û civakê bersiv dane banga Rêber Apo, lê belê dewletê heman berpirsiyariyê nîşan neda ye û got, “Birêz Ocalan banga xwe kir. Tevger û civakê xwedî li vê bangê derketin. Pêdiviyên bangê hatin bicih anîn.”

‘DEWLETÊ HÎN JÎ ERKA KU DIKEVE SER MILÊN XWE BI CIH NEANIYE’

Guleryuz, biryara PKK’ê ya fesixkirin û danîna çekan bi bîr xist û diyar kir ku dewletê zemîna hiqûqî ya pêwîst amade nekiriye. Guleryuz got, “PKK’ê biryara fesixkirinê da, daxuyand ku dê çekan deyne û wekî nîşaneya dilovaniyê çekên xwe şewitandin. Peyam zelal bû; ‘Em amade ne.’ Lê belê dewletê hîn jî rêziknameya hiqûqî ya pêwîst çênekiriye.”

Guleryuz, anî ziman ku ji bo pêvajoya berdana çekan mekanîzmaya pêwîst nehatiye avakirin û hikûmet li şûna çareseriyê, nîqaşê dikişîne aliyekî din û wiha domand, “Çek dê li ku derê werin danîn, dê kî wan teslîm bigire, rewşa hiqûqî ya kesên çek berdaye dê çi bibe? Bersiva tu yek ji van nehatiye dayîn.”

‘HETA STATUYA HIQÛQÎ YA BIRÊZ OCALAN ZELAL NEBE EV PÊVAJO DÊ ÇAWA BIMEŞE?’

Guleryuz, got ku Rêber Apo muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û divê şert û mercên xebatê yên wî werin guhertin. Guleryuz got, “Birêz Ocalan sermuzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê ye. Heta statuya wî ya hiqûqî zelal nebe û şert û mercên xebatê yên azad neyên avakirin, ne gengaz e ku ev pêvajo pêş ve biçe.”

‘DIVÊ AKP ÇAVÊN XWE JI VÊ RASTIYÊ RE NEGIRE’

Guleryuz, da zanîn ku DEM Partiyê di nava du salan de bi hezaran civîn û mîtîngên mezin lidar xistiye û diyar kir ku civak aşitiyê dixwaze. Guleryuz got, “Di bi hezaran civînan de, em bi sed hezaran kesan re hatin cem hev. Mîtîngên dawî bi eşkereyî nîşan dan ku civak çi dixwaze. AKP’ê nikare vê tabloyê ji nedîtî ve were.”

Guleryuz, anî ziman ku ji bilî çend partiyên biçûk, beşên cuda yên civakê piştgiriyê didin çareseriya demokratîk û wiha domand, “Jin, ciwan, Elewî, rêxistinên ked û pîşeyî çareseriyê dixwazin. Piraniya civakê li pişt vê pêvajoyê radiweste.”

‘EM BEHSA PÊVAJOYEKÊ KU DÊ BANDORÊ LI SIBEROJA GELÊN TIRKIYEYÊ BIKE DIKIN’

Guleryuz, diyar kir ku nabe pêvajo bibe qurbana hesabên hilbijartinê û ev tişt gotin, “Ev pêvajo nikare bi hesabên siyasî yên biçûk were nirxandin. Em behsa pêvajoyeke dîrokî dikin ku siberoj û jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê eleqedar dike.”

Guleryuz, anî ziman ku nîqaş ne meseleya efûyê ye, çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd e û got, “Kes efûyê naxwaze. Ev mesele ne mijara efûyê ye. Em behsa çareserkirina encamên ku pirsgirêka Kurd a sed salî afirandine dikin.

Çareserî tenê bi rêziknameyên hiqûqî ya taybet ku her kes bigire nava xwe, gengaz e. Bi cudakirina mirovan li gorî kategoriyan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Ji bo çareseriyê çarçoveyeke hiqûqî ya taybet û berfireh pêwîst e.”

‘EM BEHSA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKEKE SED SALÎ DIKIN’

Guleryuz, destnîşan kir ku pêdivî bi rêziknameyeke hiqûqî ya berfireh heye ku hemû encamên pirsgirêka Kurd ji holê rake û got, “Em behsa qanûnek dikin ku dê encamên polîtîkayên înkarê yên sed salî ji holê rake. Çareseriya rast tenê bi nêzîkatiyekê ku tevahiya civakê bigire nav xwe gengaz e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

3 kesên ku li Îzmîrê 7’ê Mijdar di encama operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê ji 13 kesên binçavkirî 2 jê hatin girtin

Li Geverê di 26'ê Gulanê di nava wan de zarok jî hebûn 13 kes di…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Binpêkirinên li girtîgehan ji rewşa siyasî ya li derve qut nîne’

Parêzer Esra Bîlen bal kişand ser zextên li ser girtiyan û got, "Ev binpêkirin destwerdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rola civakî ya komunan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?