Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok ji ANF’ê re axivî û îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve weke sembola guherîneke stratejî nirxand.
Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir. Besê Hozat wê rojê di axaftina xwe de got, “Me çek şewitand, niha gog li aliyê din e.” Di ser pêvajoya şewitandina çekan re salek derbas bû, lê belê aliyê din yanî dewletê hîn jî gaveke şênber neavêtiye. Gelo sedema vê çi ye?
Bi rastî jî çalakiya 11’ê Tîrmeha 2025’an, di dîroka têkoşîna me de xwedî roleke pir girîng e. Di dîroka têkoşîna tevgerekê de qonaxên bi vî rengî kêm çêdibin; ji ber ku ev gav rasterast bi guhertina stratejiyê ve girêdayî ye û wekî çalakiya sembolîk a vê guhertina stratejîk tê qebûlkirin. Wekî tê zanîn, stratejî rê û rêbaza ku tu hewl didî xwe pê bigihînî armanca xwe ye. Armanca me ya sereke çi bû? Çareserkirina pirsgirêkên hebûnî û azadiya gelê Kurd bû. Li gorî konjonktura wê demê, xwendina sosyalîzmê, zîhniyet û rewşa dewleta Tirk a wê serdemê, me ji xwe re şerê rizgariya neteweyî esas girtibû ku rêbaza wê jî şerê gerîla bû. Bi vê rê û rêbazê me hewl da ku em xwe bigihînin armanca xwe. Lê belê bi demê re guhertin û veguhertinên mezin çêbûn û di encamê de me stratejiya xwe guhert. Ev çalakiya 11’ê Tîrmeha 2025’an jî nîşaneya sembolîk a vê guhertina stratejîk bû.
Bêguman ev yek ji nişka ve pêk nehat. Ev gav xwe dispêre bangawaziya dîrokî ya Rêbertiya me ya di 27’ê Sibata 2025’an de. Li ser esasê wê bangê, em ber bi guhertinên berfireh ve çûn. Di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de Kongreya 12’emîn a PKK’ê hat lidarxistin û tê de biryarên pir girîng hatin girtin. Li gorî biryarên kongreyê, PKK’ê xwe fesix kir, stratejiya xwe guhert û siyaseta demokratîk ji xwe re esas girt. Paşê, di 9’ê Tîrmeha 2025’an de Rêbertiya me ji bo danîna çekan bangawaziyeke din kir. Me jî xwe spart banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê; li ser vê bingehê di 11’ê Tîrmehê de merasîma çekdanînê hat lidarxistin. Bi vî rengî me nîşan da ku em di guhertin û veguhertina stratejîk de çiqas bi îddîa û israr in. Me biryareke stratejîk girtiye û êdî em dixwazin ji niha û pê de bi rêya siyaseta demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin, her weiha pirsgirêkên hebûnî û azadiyê yên gelê Kurd û civakê bi vî rengî çareser bikin. Me ev îrade bi her awayî nîşan da. Ji ber vê yekê, ev gav di dîroka têkoşîna me de çalakiyeke dîrokî ye.
Bêguman em tenê bi vê çalakiyê re sînor neman. Weke ku tê zanîn, di payîza 2025’an de me biryareke din a dîrokî û temamker girt. Li ser vê bingehê, me hêzên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vekişandin û ev biryar bi daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re hate ragihandin. Her wiha li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji bo ku rewşeke neyînî pêk neyê û bandor li pêvajoya heyî neke, me hêzên xwe ji hin eniyên ku rîska şer lê hebû jî kişandin û ew li qadên cuda bi cih kirin.
Dema ku mirov ji vê pencerê li rewşê binihêre, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û ji bo ku dewlet di qadên demokratîkbûnê de gavan biavêje, weke Tevger çi diket ser milê me, me bi her awayî pêk anî. Yanî ew tiştên ku dewleta Tirk berê ji bo xwe wekî hincet nîşan didan da ku guhertinên demokratîk neke û di çareserkirina pirsgirêka Kurd de gavan neavêje, hemû ji destê dewletê hatin girtin.
Di heman demê de bi vê çalakiyê re rastiyeke din jî derket holê. Weke ku tê zanîn, wê demê şereke taybet û psîkolojîk a pir giran hebû. Bangawaziya Rêbertiyê ku serwer û sermuzakerevanê Tevgera me, gelê Kurd û pêvajoyê ye, li holê bû. Rêbertî dixwest vê pêvajoyê birêve bibe, lê saziyên şerê taybet û medyaya girêdayî desthilatdariya Tirk pir zêde propaganda dikirin. Wan pirsên wekî “Gelo ev Tevger dê bangên Rêber Apo pêk bîne an na?”, “Bandora Rêber Apo li ser Tevgerê heye an nîne?” derxistin pêş û li gorî berjewendiyên xwe propaganda dikirin.
Lê belê bi vê çalakiya dîrokî re eşkere bû ku sermuzakerevanê rastî û tenê Rêber Apo ye. Rêber Apo gavên ku diavêje bi Tevgerê re dişêwire û baweriya xwe bi gel tîne. Her wiha gel jî pir zêde baweriya xwe bi Rêber Apo tîne; ji ber ku dizane Rêber Apo her tiştê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên hebûnî û azadiya gelê Kurd feda dike. Li ser vî esasî, hemû planên wan pûç bûn. Propagandaya wan a li dijî yekitiya Tevger, gel û Rêber Apo vala derket. Propagandaya şerê taybet û hincetên dewleta Tirk ên ku li pêşiya çareseriyê dibûn asteng, bi çalakiya 11’ê Tîrmehê re rûxiyan. Ev çalakî di heman demê de pêşî li gelek lîstikan girt û ji bo neçareseriyê tu sedem nehiştin. Bêguman ji wê rojê heta roja me ya îro, ji bo ku pêvajo bi rê ve biçe çi tiştên ku ji me hatine xwestin an jî hewcedariyên pêvajoyê bûn, me hemû bi cih anîne.
Piştî van pêngavan, pirsa herî mezin ev e: Gelo dewleta Tirk çi guhertin kirin û kîjan gav avêtin? Wekî tê zanîn, piştî çalakiya 11’ê Tîrmehê, komîsyonek li Meclîsa Tirkiyeyê hat avakirin. Ji bilî çend partiyên nijadperest, piraniya partiyên siyasî tevlî vê komîsyonê bûn. Hemû partiyên tê de cih girtin nêrînên xwe anîn ziman, xwe îfade kirin û nîqaşên berfireh kirin. Di wê navberê de, wekî nûnerên partiyan şandeyeke ji 3 kesan pêkhatî çû Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî. Di encama van xebatan de raporek jî hat amadekirin.
Lê belê, ji wê demê heta roja me ya îro, her kes hişyariyan dike û tîne ziman ku dewleta Tirk tu gavên din neavêtine. Ji bo ku pêşiya siyaseta demokratîk vebe û qanûn bên sererastkirin, çi tiştên ku li ser milê me bûn, me hemû bi cih anîn. Li beramberî vê yekê, di rewşa heyî de wekî ku her kes dibêje; dewleta Tirk ji bilî avakirina komîsyonê, serdana Îmraliyê û amadekirina raporê tu gavên şênber neavêtine. Pêvajo di vî halî de maye.
Di wan rojan de, hem Erdogan û rayedarên AKP’ê, hem Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, hem jî Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ev gava şewitandina çekan teqdîr kiribûn. Heta Bahçelî diyar kiribû ku diviyabû ew kom rasterast bihata Tirkiyeyê. Lê belê, di pratîkê de em dibînin qanûnên ku rê li ber vê yekê vebikin hîn jî nehatine derxistin. Gelo derxistina van qanûnên pêwîst çima ewqas dereng ma? Di vî warî de gelo hesab û ajandayeke cuda ya hikûmetê heye?
Bi rastî wan ne tenê çalakiya 11’ê Tîrmehê erênî pêşwazî kir, hemû pêngavên ku ji aliyê me ve hatin avêtin jî baş nirxandin. Li ser vê bingehê daxuyaniyên cuda dan û gotin ku ew ê pêvajoyê bimeşînin. Mîna ku we jî di pirsa xwe de behs kir, yê ku herî zêde diaxive Devlet Bahçeli ye û xwe wekî xwediyê vê pêvajoyê nîşan dide. Lê belê cihê ku qanûn lê derkeve Meclîs e; her wiha desthilatdarî û biryar di destê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AKP’ê de ye. Ger ku dixwazin vê pêvajoyê bibin serî û pirsgirêkê çareser bikin, hemû derfet di destê wan de ye. Lê di encamê de em dibînin ku heta îro tu gavên şênber nehatine avêtin.
Ji bo ku mirov gavekê biavêje, berî her tiştî divê di mirov de xwestek hebe. Di vê xalê de pirsên wekî “Gelo ev dewlet çiqas dixwaze pirsgirêkê çareser bike?” û “Çiqas dixwaze gavan biavêje?” derdikevin pêş. Di warê niyeta dewleta Tirk a ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê de guman û fikarên pir mezin hene. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê bi hikûmetê re sînor e; ew bixwe dibêjin “em wekî dewlet dixwazin vê pêvajoyê bi rê ve bibin û bigihînin encamê.” Lê gava mirov li pratîkê binêre, xwestekeke wiha di nav wan de xuya nake; berevajî vê, bêxwestekiyeke mezin li holê ye.
Aliyekî din ê vê pirsgirêkê jî îrade ye. Ger xwestek hebe, ji bo ku tu wê xwesteka xwe di pratîkê de bi cih bînî, divê îradeyeke polatî jî hebe. Ew xwe li ser rûyê erdê wekî mirovên herî biîrade dibînin û dibêjin “tu pirsgirêka me ya îradeyê tune ye.” Lê di rewşa heyî de mirov ne wê xwestekê û ne jî wê îradeyê dibîne. Li cihê ku xwestek û îrade nebe, bêguman pratîk û gavavêtin jî nabe. Ji ber vê yekê, em îro behsa bêçalakbûnê dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tu çalakî û pêngavên wan nînin. Ji ber vê yekê, di serî de divê mirov li ser asta xwestek û niyeta dewletê hûr bibe.
Gelo çima rewş wiha ye? Wisa diyar e ku dewleta Tirk konjonktûrê dixe nav hesabên xwe. Ji xwe dema ku dest bi vê pêvajoyê kirin, hat ragihandin ku Erdogan û Bahçelî bi hev şêwirî ne û ev gav wekî projeyeke dewletê hatiye avêtin. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk konjonktûra wê demê ji bo xwe wekî xetereyeke mezin didît û li gorî wê hin gav avêtin.
Çi bibû wê demê? Wekî tê zanîn, li Rojhilata Navîn agirê şer pir germ bû; ku em vî şerî wekî “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn” bi nav dikin. Dewleta Tirk xwe di nava xetereyê de didît û dizanî ku ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, ev xetere dê li ser wan hîn zêdetir bibe. Ji ber vê yekê hin hewldan û bangawazî çêbûn; Rêbertiya me jî bi berpirsiyariyeke mezin bersiva wê bangê da.
Lê belê di xala îro de, wisa xuya dike ku dewleta Tirk êdî wê konjonktûrê wekî ya berê nabîne. Difikirin ku ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di rewşa heyî de êdî xetereyê ji bo wan çênake. Ger nêzîkatiya wan wiha be, bi rastî jî ev xwendineke pir şaş e. Mirov dikare vê bi zelalî bîne ziman: Ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dê carnan germ bibe û carnan jî sar bibe; lê ev şerekî wiha ye ku heta bigihîje armanca xwe dê bi dehan salan berdewam bike. Divê mirov ji vê rastiyê qet şikê neke.
Gelo armanca herî esasî ya vî şerî çi ye? Herî kêm ji bo herêma xwe, em dikarin bêjin ku armanc serxistina hegemonyaya Îsraîlê ye. Îro qaşo di navbera Trump û Netanyahu de hin pirsgirêk hene û hwd. Ev yek tenê pirsgirêkên di navbera şexsan de ne û di siyasetê de tiştên wiha asayî ne; çiqas pirsgirêk hene an nînin, ew jixwe mijareke cuda ye. Lê belê stratejiya bingehîn a di çarçoveya “Projeya Mezin a Rojhilata Navîn” de, li ser navê pergala modernîteya kapîtalîst, avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Armanca herêmî ya vî şerî bi vî awayî ye û dema em lê dinêrin, ev plan kêlî bi kêlî, gav bi gav tê hunandin û ber bi pêş ve diçe.
Ji ber vê yekê, konjonktûra sala 2024’an li gorî roja me ya îro, yanî sala 2026’an, zêde neguheriye. Ger mirov hinekî bi baldarî lê binêre, dê bibîne ku ji sala 2024’an heta 2026’an, di çarçoveya avakirina hegemonyaya Îsraîlê de hin gavên pir bingehîn hatin avêtin. Îsraîl di halê heyî de pirsgirêkên xwe yên bi cîhana Ereban re heta astekê çareser dike. Ew “Peymana Îbrahîmî” bi xwe, peymana avakirina hegemonyaya Îsraîlê ye. Îsraîl vê pêngavê li ser navê hêzên hegemonîk ên cîhanê û pergala modernîteya kapîtalîst bi cih tîne. Ji ber vê yekê jî bi her awayî piştgiriya Îsraîlê dikin; ew rexneyên ku lê dikin an zextên ku nîşan didin, tenê ji bo veşartina vê rastiyê ne di çavê raya giştî ya cîhanê de.
Bandora vê stratejiyê li ser Sûriye, Filîstîn, Libnan, welatên Kendavê, Iraq û Îranê pir eşkere ye. Li van qadan şer hîn bi dawî nebûye û pergal bi temamî rûneniştiye. Dewleta Tirk wê demê hesap dikir ku destê wê li Sûriyeyê lawaz e, Kurd li wir bi hêz in û ji ber ku Sûriye nêzî Îsraîlê ye, dibe ku projeyên Îsraîlê bi ser bikevin. Di esasê de, dewleta Tirk weke ku xetere ji Sûriyeyê ji Kurdan tê, xwe di nava xetereyê de didît û ew gavên li Îmraliyê bi wî rengî avêtin.
Lê belê, îro li Sûriyeyê rewş çiqas aram bûye? Ev mijareke mezin a nîqaşê ye; her roj li Şamê bombe diteqin û hê dê çi bibe nediyar e. Li Iraqê jî rewş qet ne aram e; hikûmet tên û diçin, hilbijartin çêdibin lê îstikrar nayê avakirin. Ka dê Iraqê ber bi ku ve bibin û serweriyeke çawa li wir derkeve, ne diyar e. Li Îranê jî niha dîsa alozî û şer gûr bûne. Ev hemû geşedan di çarçoveya avakirina hegemonyaya Îsraîlê û Peymana Îbrahîmî de pêk tên.
Di vê navberê de tiştê herî girîng ji bo Tirkiyeyê ev e: Gelo rewşa Tirkiyeyê bixwe dê çawa be? Ev Şerê Cîhanê yê 3’yemîn dê bandoreke çawa li ser dewleta Tirk bike? Gelo dewleta Tirk ê weke niha bikaribe bimîne? An jî mîna ku her gav pesna xwe dide û xwe weke hêzeke herêmî û cîhanî nîşan dide, gelo di rastiyê de rewş wisa ye? Her kes, jî dizane ne wisa ye. Dewleta Tirk di vê herêmê de yan bi vê projeya ku em behs dikin re bikeve nava şerekî, yan jî dê serî bitewîne. Ger ku îdaya bûyîna hegemonyaya herêmî hebe, şer jî di nav de wê her tişt were serê dewleta Tirk. Ji bo vê yekê herêm wisa ne rûniştiye, konjuktura 2024’an derbas nebûye, şert û mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hê jî di meriyetê de ye, xeteriyên curbecur li ser dewleta Tirk heye. Ger dewleta Tirk di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ev qas bêxwestek tevgere, gavan neavêje û ger di bingeha wê de xwendina konjekturê hebe ev xapandineke dîrokî ye. Mirov dikare vê yekê bi rehetî bibêje. Ya duyemîn, xuya dike ku di nava dewleta Tirk de dibêjin ku derbarê pirsgirêka Kurd û Tevgera Azadiyê de em hinek bi ser ketin, çekên me yên curbecur jî hene, em çima lihevhatinê bikin. Ger fikir bi vî rengî be, helbet wê gavan neavêjin û bêxwestek tevbigere. Ger di bexweskbûna dewleta Tirk de ev zîhniyet hebe, ev jî xapandineke dîrokî ye. Gelê Kurd êdî heye, îspat bûye, xwedî doz e, xwedî zanebûn, aqlê gelê Kurd her ku diçe xwe di şexsê Rêber Apo de belav dike. Ji ber vê yekê êdî qet ne pêkan e ku doza Kurd bin bikeve.
Gengaz e ku di bêxwestekbûna wan de ev jî hebe; pêvajoyê dirêj bike û bi dirêjkirinê re Tevgera Azadiyê birizîne, di nava bendewariyê de bihêle. Ev hesabekî pir erzan e. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ji pêvajoyên derbasbûyî têra xwe encam derxistiye, têra xwe zana ye, dizane ku bi kî re têdikoşe. Dizane; Ev dek û dolap çi ne? Ev helwest tê çi wateyê? Ji ber ku em bi pirsgirêkekî dîrokî re mijûl in, em xwe wekî hêzekî çareseriyê dibînin, rol û mîsyonekî dîrokî li ser me ye, gelê me bi vî rengî me dibîne. Em jî bi rihekî berpirsyar, bi zanebûnekî ku Serokatiya me di me de ava kiriye tevdigerin. Ger fikrek wan yê wisa ku bibêjin em pêvajoyê dirêj bikin, ev yek bandor li ser Tevger, kadro, gel bike û belav bibin hebe û ger di bêxwestekbûna pêvajoyê de ev jî rolekî dilîze, bila dewleta Tirk dev ji vê zîhniyetê berde! Ev lîstokekî erzan e. Ji ber vê yekê divê ev tişt neyên tercîhkirin.
Di rewşa heyî de bêxwestekbûnek xuya dike. Bendewarî û ji demê re hiştin heye. Ev yek çiqas dirêj bike, ew xeteriyên li ser dewleta Tirk zêde dike û pirsegirekî mezintir tîne dewleta Tirk. Ji bo vê yekê divê dev ji wan tiştan berde. Ger bi rastî dixwaze di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bi xeteriyên mezintir re rû bi rû nemîne, divê di demokrasiya xwe ya hundurîn de gavan biavêje. Rêya avakirina demokrasiya hundirîn jî qebûlkirina gelê Kurd e û mafên wan e. Di heman demê de di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwe vekirin e. Divê xwe weke ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber ku di rewşa heyî de xwe pir zêde girtiye, bi perspektîfekî pir teng li her tiştê dinêre û di nava xapandinekî pir mezin de ye.
Li aliyê dewletê pêşketineke şênber çênebû û ev gav ji aliyê we ve jî dewama wê nehat. We ev yek deklare jî kirin. Gelo ev pêvajo wê çawa bi rê ve biçe? Rêgeza beramberî hev an jî rêbaza fermûarê? Gelo mekanîzmaya rast çi ye?
Helbet ev pêvajo li ser navê gelê Kurd û Tevgea Azadiyê ji aliyê Rêber Apo ve tê rêvebirin. Li gorî nîqaşên Serokatiya me dike; divê gavên beramberî hevdu hatiban avêtin. Tişt bi beramberî çêdibin, bi tenê çênabin. Pirsgirêk ne pirsgirêkekî yek alî ye. Çavkaniya pirsgirêkê heye û encamên pirsgirêkê hene. Gelekî doza hebûna xwe dike û hêzekî jî heye van mafan qebûl nake. Di encamê de alozî derketine. Ji bo çareserkirina vê, bêguman divê her du alî muzakere bikin. Divê di encama muzakereyan de gavên beramber bên avêtin. Wekî ku me heta niha jî anî ser ziman; me pir gav avêtin, lê pir kêm tişt ji aliyê dewletê ve hatin kirin. Yanî muqabilê hev çênebû. Esas li gorî nîqaş û muzakereya tê kirin, divê muqabilê hev tişt hatiban kirin. Di rewşa heyî de tiştek wisa tune ye. Ji xwe Devlet Bahçelî jî got; tu tişt bi yek alî nabe, çûkekî bi yek baskê nabe. Ev mînakan ji bo vê mijarê anî ser ziman. Ger em pêvajoyê bişibînin çûkekî, ger em basekek bin û dewleta Tirk baskek be, çûk niha bi yek baskê ye. Yanî pêvajo bi yek baskê tenê, bi niyeta me, xwesteka me, îradeya me, gav avêtinên me maye. Baskê din ji aliyê dewletê ve nehatiye çêkirin. Ji ber vê yekê, çûk nafire. Ev jî tê wateya ku pêvajo nameşe, wekî ku her kes jî dizane di rewşa heyî de sekinî ye. Dewleta Tirk ne tam bi dawî dike, ne tam dev jê berdide, ne jî li gorî pêdiviyên wê tevdigere. Ji ber ku hîna hesaban dike, li bende ye ku pêvajoya giştî ya li Rojhilata Navîn çawa be, ka wê konjektura giştî çawa be, ka em dirêj bikin wê bandorekî çawa li ser Tevgerê bike, ka encamên şerê min ên taybet çawa bin. Ji ber van hesan çûk bi yek baskê hişt.
Ji xwe di rewşa heyî de tecrîd heye, nêzikî du meh in hevdîtin jî bi Serok re çênabe. Em bi xwe hemû tiştê xwe bi awayekî eşkere dikin. Me kongre li dar xist, me çi biryar girtine û me van biryaran li ser çi esasî girtine, me van hemû bi raya giştî re parve kir. Ji wan biryaran, biryara herî esasî ew bû ku sermuzakerevan Rêber Apo ye û ji derveyî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Yê ku vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî bimeşîne, Rêber Apo ye. Ev biryara me ye, biryara gelê me ye. Di esasê de li gorî xwezeya têkoşînê ye. Ji ber ku Tevgera me Tevgerekî Apoyî ye. Esas tevgereke Rêber Apo ye. Di her tiştê de Rêber Apo heye. Bêguman di ev pêvajoya ku hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike de, rola Rêber Apo diyarker e. Em jî bi vî rengî tevdigerin. Di pratîkê de jî ji derveyî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Me vê bi dehan caran bi raya giştî re parve kir. Ev ne tenê propagandayek e, heqîqet e. Her kesên ku meraq dike jî dikare di nava Tevgera me de jî lêkolînên pêwsît bike.
Di encamê de ji derveyî Rêber Apo tu kes nikare vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî bimeşîne. Ev biraya me, biryara kongre ye. Em heta dawî girêdayî vê biryarê ne. Em vê yekê jî esas digrin. Gelê me jî vê esas digre. Bi rastî dewleta Tirk jî vê dizane. Jixwe ji ber ku vê yekê dizane bangawaziyên wan ji bo Rêber Apo çêbûn. Dibîne ku Rêber Apo li cem gelê Kurd tê çi wateyê, di nava Tevgera Azadiyê û doza Kurdistanê de rola Rêber Apo çi ye. Vê yekê pir baş dizane. Hin kes car caran di çarçoveya şerê taybet de tînin ser ziman ku ecaba bandora Rêber Apo heye yan ne. Lê bi xwe jî rastiya vê dizanin. Bêguman dema ku Rêber Apo gavan diavêje, bi rêxistina xwe re bi awayên curbecur dişêwire, gavên pêwsît jî di wê çarçoveyê de diavêje, yanî yekbûyînek heye. Wekî ku me anî ser ziman, ji bo ku rêber Apo bi awayekî serkeftî pêvajoyê bimeşîne, divê şert û mercên wî guncav bibin, lê tecrîd heye. Em ji Rêber Apo dixwazin ku pirsgirêk çareser bike. Pirsgirêkekî herî kêm 100 salî ye. Hem rolekî ev qas diyarker dimîne ser milê Serok, hem jî ji bo ku Serokatî bikaribe di vê pêvajoyê de li gorî erk û berpirsyaran xwe rol û mîsyona xwe tevbigere, tu tîşt nakin. Tecrîd heye, di tecrîdê de kî dikare çi bike. Ji ber vê yekê tu mantiqê tiştên ku dewleta Tirk dike, tune ye. Bêguman divê tecrîd raste rast rabe, divê êdî tecrîd ji rojevê derkeve. Ger dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û pirsgirêka hebûnî ya dewleta Tirk nemîne, divê ev pirsgirêk were çareserkirin.
Ji bo ku pirsgirêk çareser bibe, ji bo ku ev pêvajo bimeşe, divê Rêbertiya me bikaribe kar bike. Divê şert û mercên karkirinê yê Rêber Apo bên guncav kirin. Tîştek wisa li holê tune. Nikare bi tu kesî re bide û bistîne, têkiliya Rêbertiya me bi rêxistina xwe re jî pir kêm e. Guncavkirina şert û mercên jiyan û karkirinê yên ji bo meşandina pêvajoyê û azadiya fîzkî ya Rêber Apo şert e. Rêber Apo ji ber çi ket ser dîka dîrokê? Ji bo çi vê têkoşînê meşand? Ji ber ku pirsgirêk hebû ev tişt çêbûn. Madem ku wê pirsgirêk çareser bibe, madem ku têkiliya Kurd û Tirkan li gorî dîrokê be, yanî wê hevdu xurt bikin, Kurd êdî ji aliyê dewleta Tirk ve wekî xeteriyekî neyên dîtin û wisa bikin ku Kurd jî êdî xwe wekî parçeyeke vî welatî û dewletê bibînin, madem ku wê ev tiştê pêş bixînin, wê demê divê Rêberê Gelê Kurd jî li derve di nava gelê xwe de be. Divê dijminatiyeke mayînde di vê çarçoveyê de nebe. Ger dixwazin pirsgirêk çareser bibe, divê mêzandina xwe ya li hemberî Serokatiya me jî biguherînin. Ji bo vê yekê jî Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Ev pêdiviyekî pêvajoyê ye. Gelê Kurd jî vê tiştê dixwaze. Em wekî Tevger jî ji bo vê têdikoşin.
Di salvegera gava ku we di 11’ê Tîrmeha 2025’an de avêtin nîqaşên li ser qanûna esasî, qanûna çarçoveyê zêde bûne. Serokkomar Erdogan di vê demê de ragihand ku ew li ser qanûnekê dixebitin û qanûn wê bikeve rojeva meclîsê. Lê belê têkildarî aliyên vê qanûnê yên di daxuyaniyan û medyayê de hate ragihandin, fikar û nerazîbûna aliyê Kurd heye. Fikrê giştî yê li nava Kurdan bi vî rengî ye; Em poşman nînin, kes bila bi qanûna poşmaniyê ber bi me ve neyê. Têklidarî sererastkirina qanûnî ya ku Erdogan qalê dike gelo agahiya we heye? Pêşnûme qanûneke bi vî rengî gihîşt we?
Yanî wekî ku me di daxuyaniyên Rêveberiya Tevgerê de jî destnîşan kir, hevalên ku tevlî bernameyan dikin jî behs kirin; qanûnekî bi wî rengî, yan jî çarçoveyekî bi wî rengî ji me re nehatiye. Yanî çi difikirin di rewşa heyî de çi reşnivîsk çêkirine, hatine kijan merhaleyê, li cem xwe nîqaş dikin. Tê zanîn ku bi raya giştî re jî zêde parve nakin. Berovajiya me tevdigerin, em her tiştê xwe hinekî pir eşkere dikin, ew jî zêde veşartî dikin. Ji bo vê yekê heta niha derbarê ew çarçoveya qanûna ku AKP’ê difikire de ji me re tu tîştek nehatiye. Haya me ji wê çarçoveyê tune ye. Jixwe ev jî hate destnîşankirin. Lê ger tiştên ku di raya giştî û ragihandinê de tên nîqaşkirin wekî çarçoveya qanûna poşmantiyê be, ev tişt mirî ye. Niyet, hewldan û qanûnên wisa bêkêr in. Mirov wexta tîştek kir, divê bi kêr be. Divê xwe bispêre tecrubeyên beriya xwe, tiştên wisa bi dehan salan in derdixin. Bêhejmar tiştên wisa derxistin, ger ku tîştek wisa ku tê gotin hebe, yên berê çiqas bêkêr bûn her kes dîtin, mirov jî divê tiştên bêkêr neke. Ger ku behsa çareserkirina pirsgirêkê tê kirin, behsa gav avêtinê di çarçoveya pêvajoyê de tê kirin, divê bi şêwirandinê çêbibe, bi danûstandinê çêbibe, divê mirov ya li hemberî xwe jî guhdar bike. Ev tişt şert in, di rewşa heyî de tîştekî ku bi me re hatiye parvekirin tune ye.
Eger dewlet an jî hikumet bi rengekî yekalî qanûnekê amade bike û pêşkêşî Meclîsê bike, helwesta we li hemberî vê yekê wê çi be?
Em hêvî dikin ku tîştek wisa nebe. Piştî ev qas tişt ger bi awayekî yek alî vê tiştê bikin, wekî ku me niha jî behs kir tu qiymeta wê tune, tîştekî pir bêkêr e û ji xeynî bertekan wê tîştekî din ava neke. Wê li cem me wekî tîştekî tune were hesibandin. Mirov dikare bi rehetî vê bîne ser ziman. Ew bi awayekî bi fermî nabêjin em muzakere dikin, lê li Îmraliyê heyetên dewletê bi Serokatiyê re muzakere dikin. Di çarçoveya wan muzakerayan de lihevkirinek çêbûbû, Rêber Apo wê pêşniyarên xwe pêşkeş kiriba ku vê tiştê jî kir. Serokatiya me bi cidîyetekî pir mezin, bi lêhûrbûneke pir xurt, ji bo ku pêşiya pêvajoyê vebibe û gavên pêwîst bên avêtin, çarçoveyekî derxist holê û pêşniyarên xwe pêşkêşî dewletê kir. Di encamê de wê çi bûbûya? Wê qada siyasî û AKP’ê yan jî partî û hêzên dewletê, wê li ser bixebitiyana, encama ku derketî biçûba cem Rêber Apo û Rêber Apo jî çarçoveya ku derketî bi rêxistinê re, bi me re parve kiriba û bi vî rengî biçûba encamekî.
Tîştekî wê derheqê me de derkeve û em ê li tu cihê wê nebin, di nîqaşa wê de nebin, di amadekirina wê de nebin û em ê wê guncav nebînin jî wê bikeve pratîkê. Ma ev tişt pêkan e? Ger ku dewleta Tirk difikire tîştek wisa derbixe û bi vî rengî tişta ku dixwaze pêk bîne, di nava xapandineke mezin de ye. Ji xwe pirsgirêka Kurd ev tişt e. Kurdan ji tiştekî nahesibîne, bi îradeyekî yek alî dibêje Kurd û Tirk e, dibêje Kurdistan tune ye, dibêje mafên wê tune ye û hwd. Wexta ku te xwe bi awayekî yek alî sepand, te ya li hemberî xwe ji tîştekî nehesiband, wê çaxê ew ê beramberê te ger ku dixwaze bijî û doza hebûnê dike, wê li hemberî te bikeve têkoşînê. Ji xwe ev sed sal in pirsgirêka Kurd ji ber vê derketiye. PKK ji ber vê zîhniyetê derketiye. Ev têkoşîn û şer ji ber vê yekê çêbûn. Ger dixwazin heman zîhniyetê bi navê çareseriyê bimeşînin, wê çaxê ev tê wateya dawîanînê. Wê çaxê ev polîtîkaya îmha û înkara sed salî wê berdewam bike û dewleta Tirk di zîhniyeta xwe de guhertinê nake. Wê çaxê tu jî wekî gelê Kurd û wekî Tevgera Azadiyê neçarî ku li hemberî vê zîhniyetê û siyasetê li ber xwe bidî. Ji bo vê yekê, erê tîştên wisa tên nîqaşkirin, lê nîqaşa wê jî xeteriyeke mezin e. Nîqaşên bi vî rengî bi awayekî rehetî dikare pêvajoyê sabote bike û ji holê rabike. Sepandinên yek alî qet nayê qebûlkirin û divê gaveke bi vî rengî neyên avêtin, ger bên avêtin beramberî xwe helwesta pêwîst jî bibîne.
Weke tevger di gelek daxuyaniyên xwe de we ragihand ku hûn amade ne derbasî siyaseta demokratîk bibin, lê belê ji bo vê jî sererastkirinên qanûnî divê. Ji bo endamên tevgerê beşdarî siyaseta demokratîk bibin, qanûn û sererastkirinên siyasî yên pêwîst çi ne?
Raste me stratejiyê guhert, ji xwe çalakiya 11’ê Tîrmehê ku em behs dikin û li ser wê diaxivin, nîşaneya vê bû. Em jê şûndetir bi stretejiya siyaseta demokratîk dixwazin têbikoşin. Lê wekî we jî pirs kir astengî hene. Astengiya çi heye? Di rewşa heyî de Tevger bi giştî ji xwe li gorî pênaseyên dewleta Tirk wekî teror tê binavkirin, tê krîmînalîzekirin. Behsa Kurd û Kurdistanê kirin, di çarçoveya hebûnî ya gelê Kurd de bûyîna têkoşerê vê dozê jî tê krîmînalîzekirin. Ji ber vê yekê tişta krîmînalîze ne Tevgera me ye. Bi awayekî giştî doza Kurd û Kurdistanê tê krîmînalîzekirin. Divê destpêkê sererastkirinek di vê xalê de bê kirin. Em di rewşa heyî de zêde nikarin behsa çareseriya pirsgirêka Kurd bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd demeke dirêjtir dixwaze, guhertin û veguhertinên bingehîn dixwaze, di zîhniyetê de guhertineke bingehîn dixwaze. Li ber çavan e ku em hîna rûbirûyê zîhniyetekî çawa ne. Hê jî gelê Kurd tam nayên naskirin. Em dibêjin ya pirsgirêka hebûnî ya gelê Kurd wekî berê nîne, ev ne ku dewleta Tirk di xwe de guhertin û veguhertinê kiriye, gelê Kurd bi temamî nas dike û li ser vê esasê pirsgirêka hebûnî ya gelê Kurd nemaye. Ne wisa ye. Gelê Kurd rêxistin bûye, zane bûye, doza xwe dike, rabûye ser piyan, êdî nikare ji nedîtî ve bê dîtin. Ji bo vê yekê, pirsgirêka hebûnî heta astekî hatiye derbaskirin. Lê ya rastî di qanûnan de hîna pirsgirêkên me yên hebûnî hene.
Di tu qanûnên dewleta Tirk de, nîşaneyeke li ser hebûna gelê Kurd jî tune ye. Ji bo vê yekê, çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd wê demê bixwe. Lê di rewşa heyî de wekî tevger, ji bo ku em bikaribin li gorî strejiya siyaseta demokratîk ku me daye pêşiya kar bikin divê ev krîmînalîzasyona li ser Tevgera me û doza Kurd û Kurdistanê de rabe. Ew qanûna ku niha di rojevê de ye, di esasê de qanûna wê ye. Qanûnekî çawa ye? Wê divê vê îlegaliteyê ji holê rake. Çima ketine pozîsyona îlegal? Te tu rê jê re nehiştiye, mirovan doza xwe kirine, doza xwebûyînê kirine, têkoşiyane û te her kesî kiriye îlegal. Divê niha pêşiya vê were vekirin. Di encamê de divê qanûnekî wisa be ku bibe bingeh, bibe qanûnekî kok, divê pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurd weke. Serokatiya me ji xwe qanûna kok bi nav kir, wê rêhên xwe berde erdê û bi demê re zêdetir bike. Bi vî rengî pirsgirêkên curbecur yên qanûnî derbarê Kurd û Kurdistanê de rabe. Kurd bikaribin di çarçoveya siyaseta demokratîk de wekî her kesî bijîn, bikaribin xwe îfade bikin, bikaribin xwe birêxistin bikin.
Kurd dixwazin vê garantiyê bidin dewleta Tirk; mînak, karûbarên ku Kurd bikin ji bo yekîtiya dewleta Tirk wê bi xwe re xeteriyê neyne, wê ne di çarçoveya parçekirina dewleta Tirk de be, wê bi sînoran nelîze. Lê ji bo ku gelê Kurd jî pirsgirêkên xwe yên hebûnî û azadiyê çareser bike, divê gelê Kurd bikaribe xwe îfade bike. Ji bo gelê Kurd xwe îfadekirin çi ye? Mînak ez Kurd im çima wê nasnameya min bibe Tirk? Çima ez Kurd im û wekî Tirkekî werim pênasekirin? Kurd vê yekê qebûl nakin. Xweîfadekirin ev e. Mînak, zimanê min Kurdî ye, astengiyên bêhesab li ser zimanê Kurdî hene, ji bo ku Kurdîtî û zimanê Kurdî ji holê rabe, her tiştê dikin. Divê dev ji van tiştan berdin. Derbarê rêxistinkirin û îfadekirina Kurdî û Kurdewariyê de, divê astengiyên heyî bi temamî ji holê rabin. Ji bo wê yekê ew qanûna ku behsa wê tê kirin, divê qanûnekî wisa be ku pêşiya van tiştan vebibe. Ev tişt di heman demê de çine? Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Tirkiye ji bo ku bikaribe qira gelê Kurd bîne, mafê xwe îfadekirin û rêxistinkirinê nedaye gelê Kurd, ev jî pir dij demokratîk e. Li Tirkiyeyê demokrasî tune ye, rojane kî/ê diaxive dikin zîndanê. Pêşeroja vê rejîmê tune ye. Pêşeroja vê zîhniyetê tune ye. Her kes jî vê dizane ku ji ber pirsgirêka Kurd heye, ev pirsgirêkên demokrasiyê hene. Ger zîhniyeta xwe derbarê Kurd û Kurdistanê de biguhere, dev ji polîtîkayên qirkirinê, înkarkirinê, îmhakirinê û bi awayekî giştî polîtîkayên asîmîlasyonê berde û gelê Kurd wekî hebûnekî ku bikaribe pê re bijî qebûl bike, hev du temam bikin, hevdu xurt bikin bi vî rengî bibîne, wê pirsgirêkên demokrasiyê jî bi her awayê bên çareserkirin. Potansîyala dewleta Tirk a bi vî rengî derkeve.
Di rewşa heyî de bi vî rengî nîne. Ji bo vê yekê jî erê pirsgirêka Kurd bi awayekî bingehîn çareser kirin jixwe raste rast tîştekî ku bi dewleta Tirk re girêdayî jî nîne, ev karûbarekî Kurdan bi xwe ye. Wexta ku Kurdan hewl dan ku xwe îfade bikin, birêxistin bikin, divê dewleta Tirk ji bo wan astengiyan dernexe û wan ji bo xwe wekî xeteriyeke nebîne. Ji bo vê yekê jî çareserkirina pirsgirêka Kurd wê demekî dirêj bixwe, lê em niha ne di wê merheleyê de ne. Em merheleya ku em ê wekî Tevger bikaribin gava siyaseta demokratîk biavêjin an ne, dewleta Tirk amade ye ku em li gorî stratejiya siyaseta demokratîk kar bikin an ne? Amade nîne. Dema mirov bi awayekî objektîf lê dinêre dewleta Tirk naxwaze em stratejiyê biguherînin. Erê me stratejî guhert, em dixwazin ji derveyî bikaranîna çekê, bi rêbaza siyaseta demokratîk têbikoşin. Em xwe biguherînin û veguherînin, dewleta Tirk bi devkî vê pir rast dibîne, baş dibîne, modern dibîne û hwd. Lê ji bo ku em wekî Tevger, wekî gelê Kurd ew kesên ku ketine pozîsyona îlegaltiyê û ji derveyî çekê rêyekî cuda jê re nemaye, ji wê pozîsyonê derbixin û bikevin merhelaya ku doza azadiyê, wekheviyê, xwebûyînê dike, kar dike, dewleta Tirk tu gavan navêje. Ji bo vê yekê jî pirs lê tên kirin, gelo dewleta Tirk bi rastî jî amade ye ku Tevgera Azadiyê di stratejiyê de guhertiyê bike an ne? Gelo amade ye ku em bi rêbaza siyaseta demokratîk têbikoşin, stratejiya xwe biguherînin an neguherînin? Di rewşa heyî de zêde amade xuya nakin. Hewldana me jî pêşxistina vê stratejiyê ye.
Jixwe me dizanin em wekî Tevger ji bo wan wekî pirsgirêk tên dîtin. Digotin ew ji ku derê derketin, ji ber ku li gorî xwe Kurd tepisandibûn, qira Kurdan anîbûn, êdî kesî doza Kurd û Kurdistanê nedikir. Tevgerê li gorî xwe her tim wekî belayekî dîtin. Ev ne tu zîhniyet e. Divê hin tişt li gorî xwezaya tiştan be. Divê mantiqekî wê hebe. Bi qanûnan tiştan nayê lîsîtin. Hebûnek heye û tune nabe. Navê vê hebûnê gelê Kurd e. Tu tune bihesibînî, wê refleks nîşan bide. Refleksa gelê Kurd PKK bû. Refleksa gelê Kurd têkoşîna azadiyê bû. Ger ku tu hîna jî bi vê ferasetê nêzik bibî, wê ev refleks her hebe. Îja di nava şert û mercên îro de, ev qas derfet çêbûne ew ê bidome. Ji ber vê ev zîhniyeta ku wekî mejiya dewleta Tirk xwe li ser daye rûniştandin, diyareke ku dewleta Tirk aniye çi rewşê. Anadoliyê bi awayekî giştî kirine goristan. Qira her tişê anîn, vê jî ji bo xwe wekî pesndayînê digrin dest. Gelê Kurd xwe nake gorê, gelê Kurd dixwaze bijî, wek xwe bijîn, di çarçoveya xwebûyînê de bijîn, wekî Kurd bijîn, bi ziman, çand, dîrok û bi her tiştî xwe bijîn.
Gelê Kurd di vê nuqteyê de bi îdiaya ye û jixwe ji bo vê yekê têdikoşe. Niha behsa ragihandina dewleta Tirk tê kirin, bi rastî jî ragihandina dewleta Tirk e. Ragihandineke bi serbixwe be, doza heqîqetê bike, behsa rastiyan bike, ne cem zaliman be, ne cem zordaran be, li cem rastiyê be, lê mixabin tîştekî wisa tune ye. Bêguman di nav de mirovên baş heye, kêm be jî ragihandineke bi vî rengî jî heye. Lê bi awayekî giştî xwe bi dewletê re girê daye, xwe bi hikûmetê ve girê daye, xwe bi hêzên desthilatdariyê ve girê daye, rewşa wan bi vî rengî ye. Mêzandina dewleta Tirk derbarê Kurd û Kurdistanê de çi be, ew jî bi heman şêweyî didin. Dewleta Tirk ji wan re dibêje biaxive ew diaxivin, dibêje êrîş bike êrîş dikin, dibêje xwe bêdeng bike bêdeng dike. Mînak; par di vê çaxê de dewleta Tirk di kijan merhaleyê de bû û niha di kijan merhaleyê de ye. Bi vê re girêdayî ragihandina bi hikûmet û dewletê re girêdayî, behsa çi dikirin û niha behsa çi dikin. Par di van çaxan de hemû li Başûr bûn, hemû şopdarê çalakiya 11’ê Tîrmehê bûn, behsa yekîtiya Kurd û Tirkan dikirin, bi awayekî giştî par çawa bûn û niha çawa ne. Niha wekî ku tîştek tune be, qet behsa çalakiya 11’ê Tîrmehê, behsa girîngiya wê, behsa pêvajoyê qet nakin. Ji ber ku xwediyên wan ji wan re gotine xwe bêdeng bikin. Raste tişta radigihînin, lê derewan radigihînin, xirabiyê radigihîne, li gorî zîhniyeta xwediyê xwe tevdigerin. Ji bo vê yekê jî bênirx in, giraniya wan tune ye. Mînak, niha behsa çi dikin, civîna NATO’yê li Tirkiyeyê çêbûye, di wir de çi çêbûye, dixwazin têgihiştinekî wisa çêbikin di serê gelê Kurd de ku em ev qas serkeftî ne. Ji sibê heta êvarê propagandaya çekên xwe dikin. Em bala xwe bidin, em behsa pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk dikin, lê dewleta Tirk û ragihandina Tirk behsa çi dike, xwe bi çi dinepixîne û pesnê xwe dide? Qala wê dikin bê çawa xizmetê ji hêzên hegemonîk re dikin, peymanên çawa yên çekan bi wan re kiriye, qala wê dikin bê çiqas çek hilberandine.
Mesele pir pesnê wê yekê dikin ku Erdogan çek diyarî serokkomarên welatên din kiriye. Gelo mirov çek çawa weke diyarî dide? Çek ji bo çiye? Di cîhana wan de çek ji bo kuştinê ye. Ji ber ku pirsgirêka wan a esas xweparastin nîne; ewane timî di pozîsyona êrîşkirinê de ne. Li dijî gelên cuda û welatên cuda di nava êrîşkariyê de ne. Lewma çek di destê wan de roleke cuda dilîze. Mirov neçar dimînin ku çekê bi armanca parastinê bi kar bînin; lê ew çek didin hevdû. Kî dide kî? Feraseta dewletê ya ku şev û roj li erdnîgariyên cur be cur, di nava civakên cur be cur de sedema şer e, hemû çêkerên civakî dide pey xwe û ji bo veşartina derewên xwe her tiştê dinixumîne, pesnê kiryarên xwe dide.
Erdogan mesele di salvegera pêngava 11’ê Tîrmehê de şûna ku çekê weke xelatekî bide, dikarî wiha bêje; “Êdî em dest ji van karan berdin. Me jî gelek şaştî kirin. Me pir zêde înkar kir. Me gelek hewl da ku îmha bikin. Bi desteka we û bi çekên ku we daye me, ji bo tunekirina vê dozê û gerîla, me gelek hewldan kir. Lê em bi ser neketin. Êdî em hatin rêya rast. Di çarçoveya dîroka xwe de li ser bingehê têkiliyên navbera Kurd û Tirkan, em aştiyê pêş bixin. Xelata herî mezin a ku em bidin mirovahiyê, ev e.” Gelo ma dê nêzîkatiyeke wiha, zirar daba? Gelo ma ev ne tişteke baştir e? Yan ketina pêşbirka pêşxistina çekan, hîn rasttgir e? Em baldar bin, li vir zihniyet pir cuda ne. Zihniyeta wan hîna li ser înkarê ye. Hîna li ser hesabên tunekirinê ne. Hîna çekan esas digirin. Hîna hêzê di çekan de dibînin. Dawiya vê nîne. Di cîhana wan de yê çeka wî xurttir be, dê bikare serê yê din biçewisîne, wî li erdê bide û bibe serwerê her tiştî.
Lewma medyaya girêdayî dewleta Tirk û desthilatdariya Tirk jî, ezmûneke baş dide. Dibe di cîhana wan de ev mîna tişteke erênî were dîtin, lê ji aliyê mirovahiyê, heqîqet, maf, azadî û demokrasiyê de ev rewşeke binpêkirinê ye. Lewma her kesê ku li dijî civîna bilind a NATO’yê protesto lidar xistin, hatin girtin. Girêdana van hemûyan bêguman rasterast têkildarî pirsgirêka Kurd e. Heta ku dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ya li beramberî pirsgirêka Kurd sererast neke û di zihniyeta xwe de guhertineke esas çêneke, wê timî di nava van pirsgirêkan de bimîne. Wê bênavber paşketî bimîne. Hingî paş bikeve hem bi xwe wê zirar bibîne hem jî zemînê li ser, wê hîn zêdetir hilweşe û wê nekare ji nav derkeve. Em hêvî dikin ku ev bi vî rengî dewam neke.
Pratîka çek şewitandinê di wan rojan de tenê li herêmê na, li cîhanê jî bandoreke mezin çêkir. Gelek daxuyaniyên ji bo piştgiriyê hatin dayîn. Lê belê têkildarî vê yekê em ti nêzîkatiyeke hêzên navneteweyî û dewletên Rojavayî ya ji bo rexnekirina pêkanînên nerênî yên Tirkiyeyê, nabînin. Li gorî we pêdivî bi çavekî sêyem heye? Hêzên ku we behs kiriye, têkildarî pêvajoyê dikarin bi roleke çawa rabin?
Rast e. Weke devkî jî be, gelek hêzan memnûniyeta xwe anîn ziman. Ev rewş hem di pêvajoya 27’ê Sibatê de, hem jî di pêngava 11’ê Tîrmehê de hate dîtin. Bi taybetî pêngava 11’ê Tîrmehê bi erênî hate pêşwazîkirin. Helbet ti kes bi eşkere nabêje ‘şer bikin’. Her du alî jî vê bi eşkere nabêjin. Ti kes bi eşkere nabêje, ‘Eger Kurd şer bikin, baş e’. Tişta ku destek didine, guhertina stratejîk e. Lê di bingehê wê de helbet hêzên ku berjewendiyên xwe di şer de dibînin û hîna dixwazin gelê Kurd şer bikin, hene. Evane bi rengên cur be cur, di medyayê de cih digirin. Lê belê ji vir û şûnde hêzên ku evqas daxuyanî dane, çiqasî beşdarî pêvajoyê bûn? Weke we jî diyar kir, beşdar nebûne. Mirov dikare vê bi du sedeman şîrove bike; ya yekem, dewleta Tirk ev yek zêde nexwest. Yanî bi erênî nêzî meseleya “Gelo çavekî sêyem pêwîst e, dikare bi roleke çawa rabe?” nebû. Lê bê guman di pirsgirêkên wiha de li cîhanê her tim çavekî sêyem hebûye. Roleke van hêzan jî çêbûye.
Saziyên navneteweyî jî xwestin di vê pêvajoyê de bi rola çavê sêyem rabin. Me jî ev yek bi esasî guncaw didît. Lê dewleta Tirk nêzî vê yekê nebû. Çima? Ji ber ku dewleta Tirk dizane ku ew çiqasî neheq e. Dizane ku eger çavekî sêyem di pêvajoyê de bi roleke esas rabe, wê neheqî û zextên ku dewleta Tirk heta niha pêk anîne, derkevin holê. Ev çavê sêyem tu bixwazî nexwazî, ji aliyê Kurdan ve wê pozîsyoneke hîn erênîtir bigire. Lewma bi taybetî nexwestin hêzên ji dervey dewletê, tevlî pêvajoyê bibin. Nêzîkatiyeke wiha pêş xistin; “Bila ti kes nekeve navberê. Em ê li ser esasê têkiliyên xwe yên dîrokî, vê pirsgirêkê bi hêza xwe ya navxweyî çareser bikin.” Lewma destûr nedan ku hêzên sêyem tevlî pêvajoyê bibin. Bi taybetî ez behsa hêzên derveyî dewletê dikim.
Her wiha ve hêzên navneteweyî, hêzên mezin, hêzên ku cîhanê bi rê ve dibin; ger dewleta Tirk nexwaze jî, ma nedikarîn xwe tevlî vê pêvajoyê bikin? Bêguman dikarîn. Di rastiyê de ew di pêvajoyê de cih digirin; lê wekî ku di pirsa we de jî derbas dibe, roleke erênî nalîzin, naxwazin bilîzin jî. Ji ber ku di eslê xwe de naxwazin pirsgirêkeke wiha bi temamî çareser bibe. Wekî mînak, Rojhilata Navîn çiqas di nav alozî û tevlîheviyê de be, ji bo wan ewqas baş e. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, hesabên wan li ser hemû welat û dewletên Rojhilata Navîn, ku Tirkiye jî di nav de ye, hene. Li ser Kurdistanê jî hesabên wan hene. Gelek hêz naxwazin ku Kurd li welatên ku lê dijîn, pirsgirêkên xwe ligel dewletê bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ji ber ku dixwazin li ser meseleya Kurd re, mudaxeleyên ku hewce dibînin, bikin.
Jixwe yê ku pirsgirêka Kurd aniye vê astê, ev hêzên navneteweyî ne. Wekî ku tê zanîn, derketina pirsgirêka Kurd di bingeh de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem bi polîtikayên Îngilistan û Fransayê ve girêdayî ye. Berdewamkirin û domandina wê jî bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi polîtikayên DYE, Îngilistan û hêzên mîna wan hatiye meşandin. Nexwe, gelo ev hêz bi rastî dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe? Di vê qonaxê de, di vê pêvajoyê de bi rastî dixwazin rolekê bigirin ser milên xwe? Na, ew naxwazin pirsgirêk çareser bibe. Ji ber vê yekê amadebûna wan a di pêvajoyê de ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê ye. Loma wekî di derketina pirsgirêka Kurd de, di berdewamiya wê de jî îro hêzên hegemonîk hîn jî roleke neyînî dilîzin. Ji ber ku ev hemû bi berjewendiyên wan ve girêdayî ne.
Dixwazin di ser dewleta Tirk re, Kurdan bikar bînin û dewleta Tirk bitirsînin, terbiye bikin. Dixwazin Kurdan li gorî berjewendiyên xwe, di çarçoveya polîtikayên xwe de bixin nav rol û misyonekê. Bi kurtasî, rêya rast a çareseriya pirsgirêka Kurd ev e: Divê Kurd karibin pirsgirêkên xwe ligel dewletên ku pê re dijîn, bi xwe û bi rêyên aştiyane çareser bikin. Ji bo vê yekê îradeyeke wiha di nav Kurdan de heye. Ev îrade di van dewletan de tune ye. Wekî mînak dewleta Tirk, wekî ku me berê jî gotibû ne amade ye ku hebûna giştî ya Kurdan qebûl bike, Kurdan binase, mafên wan ên ku heta îro ji destên wan hatine girtin û xespkirin îade bike û mafê gelê Kurd ê xwe îfadekirin û xwe rêxistinirinê qebûl bike. Sedema berdewamiya pirsgirêkan ev e. Dîsa jî, çareseriya rast û tiştê ku dê pêşiya hemû xetereyan bigire ev e: Kurd karibin pirsgirêkên xwe ligel dewletên li herêmê bi rêyên aştiyane çareser bikin.
Di vê xalê de, tiştê ku dikeve ser milê me, wekî ku me anî ziman, ew e ku me di her warî de tiştê ku ji destê me dihat kiriye. Me tiştê li ser milê xwe kir. Ya ku dikeve ser milê dewleta Tirk hîn pêk nehatiye. Jixwe em vê yekê nîqaş dikin. Ev nayên nîqaşkirin, di vê çarçoveyê de rexne hene. Di mijara dewleta Tirk de, li cem gelê Kurd û li cem hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê û li herêmê, guman û bêbaweriyeke pir mezin çêbûye. Ji aliyekî din ve, hemleya 11’ê Tîrmehê jî bi giştî rolek û misyonekê dide pêvajoyê, dide hêzên demokratîk û azadîxwaz. Ango divê mirov li benda encama muzakereya Tevgera azadiyê û dewleta Tirk nemîne û pasîf nesekine. Pêdivî ye ku li ser dewleta Tirk zexteke civakî çêbibe. Ji bo ku dewleta Tirk xwe biguherîne, Kurdan binase û berê xwe bide demokrasiyê, di vê çarçoveyê de tevgerên civakî, nîqaş, xebat û rêbazên cûda yên têkoşînê hene. Lê belê pêdivî bi têkoşîneke di asteke bilindtir de jî heye.
Dema ku di vê çarçoveyê de were nirxandin, divê mirov ji hêzên navneteweyî ne di nav bendewariyên pir mezin de bin. Ji ber ku hêzên navneteweyî hêzên berjewendîparast in, hêzên hegemon in. Ne dînê wan heye, ne bawerî, ne wijdan û ne jî exlaqê wan heye. Tiştê ku wan aniye serê civakê an jî welatekî diyar e. Jixwe di civîna dawî ya NATO’yê de ev hemû hatin plankirin. Nexwe li hemberî wan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi dimîne? Bihêzbûna civakê dimîne. Rêxistinbûna civakê dimîne. Tevger, çalakî û rêxistinbûnên civakî dimînin. Ev jî erka hêzên demokratîk û azadîxwaz, erka hêzên civakî ye. Ger ev hêz xurt bibin, bigihîjin astekê; dê li ser dewleta Tirk û hêzên herêmî bibin xwedî bandor û dikarin guhertina van hişmendiyên ku pirsgirêkan ji civakan re derdixin, pêk bînin. Bi vê yekê re pirsgirêk çareser dibe. Ango saziyên civakî yên navneteweyî yên cuda dikaribûn di vê pêvajoyê de wekî “çavê sêyemîn” rolekê bilîzin. Wekî ku me berê jî diyar kiribû, em ji her alî ve ji bo vê yekê vekirî bûn. Lê belê dewleta Tirk, ji ber ku nexwest neheqiyên wê bi temamî derkevin holê û di muzakeran de bikeve rewşeke lawaz, ev yek guncan nedît. Ji ber vê yekê xwe girt. Di encama vê de jî hêzên ku dikaribûn piştgiriyê bidin pêvajoyê, nekarîn bi wateya tam piştgiriyê pêşkêş bikin.

