Di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de Koma Civaka Demokratî par di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li bejahiya bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê bi şewitandina çekan gaveke dîrokî avêt. Vê gava ku îradeya çareseriya demokratîk û aştiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşan da, weke yek ji xalên werçerxê yên herî girîng ên pêvajoyê hate dîtin. Lê belê dewletê li pêşberî vê gava dîrokî sererastkirinên qanûnî nexist meriyetê.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Serhat Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû, ji ANF’ê re li ser mijarê axivî.
‘WÊ ROJÊ SERDEMEK BI DAWÎ BÛ, SERDEMEKE NÛ DESTPÊ KIR’
Çakmak atmosfera wê rojê bi gotina “Bidawîbûna serdemekê û destpêkirina serdemeke nû” pênase kir û got, “Ew roj rojeke dîrokî bû ku hestên cuda di nava hev de bû. Li aliyekî pêvajoyeke nediyar hebû, li aliyê din jî hêviyeke xurt afirî bû. Me ew roj ne tenê weke merasîmeke şewitandina çekan dît, di heman demê de weke îlana destpêka pêvajoya çareseriya demokratîk û bidawîbûna serdema şer dît. Ji ber vê jî em wê rojê weke mîladekê dinirxînin.
Lê belê ya ku rojên welê dîrokî bi wate dike, gavên ku piştî wê têne avêtin e. Ji aliyê pirsgirêka Kurd ve gelek qonaxên krîtîk derbas bûn, weke; biryara fesixkirinê, merasîma şewitandina çekan û vekişînê. Piştî van diviyabû bingeha qanûnî ya pêvajoya derbasbûnê bihata danîn. Ji ber ku pêvajoyên aştiyê tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş bi rê ve naçin, pêwîstiya xwe bi garantiya hiqûqî heye. Di asta heyî de bersiv ji vê bendewariyê re nehatiye dayin. Ev yek jî li nava civakê bû sedema bendewariyê û zextê.”
‘QANÛNÊN DERBASBÛNÊ WÊ PÊŞÎ LI SIYASETA DEMOKRATÎK VEKE’
Çakmak destnîşan kir ku yek ji bendewariyên herî esasî amadekirina qanûnên pêvajoya derbasbûnê ne û ragihand ku ev sererastkirin ji aliyê aştiya civakî û siyaseta demokratîk ve jiyanî ye.
Çakmak got, “Bi qanûnên derbasbûnê re diviyabû vegera gerîla li jiyana civakî bi rengekî hiqûqî bihata misogerkirin. Dİ heman demê de astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk bihata rakirin, li Tirkiyeyê pêşî li siyasetê bihata vekirin. Ev yek ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de ji bo xurtkirina demokrasiya li Tirikyeyê jî girîng bû.
Lê belê li gel sala ku di ser re derbas bûye di vê mijarê de sererastkirineke şênber nehatiye kirin. Pirsgirêka Kurd êdî ne meseleyeke welê ye ku Tirkiye tenê di nava sînorê xwe de binirxîne. Bûyerên li herêmê bandoreke yekser li pêvajoyê dike. Şerê ku li Rojava qewimî mînaka şênber a vê yekê ye. Di demên bi vî rengî de neafirandina zemîna hiqûqî pêvajoyê hîn hesas dike.”
‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ PÊVAJOYÊ JI ÎNÎSIYATÎFA ŞEXSAN RIZGAR DIKE’
Çakmak diyar kir ku dewlet pêvajoyê bi kiryarên pratîkî dimeşîne, ji bo çareseriyeke mayinde pêwîstî bi qanûna çarçoveyê heye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em çima timî qala qanûna çarçoveyê dikin? Ji ber ku qanûn berpirsyariyê dide aliyan. Pêvajoyê ji tercîha siyasî ya kes an jî hikumetan rizgar dike. Pêvajo niha bi temamî bi rengekî pratîkî dimeşe. Ev jî wê rîskê bi xwe re tîne ku eger sibe tercîheke cuda ya siyasî derkeve holê pêvajo dikare raweste.
Pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015’an tê bîra me hemûyan. Ji ber ku garantiya hiqûqî tine bû pêvajo bi dawî bû. Birêz Abdullah Ocalan jî di vê demê de timî qala girîngiya sererastkirina qanûnî dikir. Mutabaqata Dolmabahçeyê hate eşkerekirin, lê belê piştî demeke kurt desthilatdariyê ragihand ku ew vê mutabaqatê nas nake. Ji ber ku zemîneke hiqûqî nehatibû afirandin. Ji bo niha heman şaşitî rû nede, divê qanûna çarçoveyê teqez bê derxistin.”
‘ALIYÊ KURD DI MIJARA AŞTIYÊ DE ÎRADEYA XWE NÎŞAN DA’
Serhat Çakmak destnîşan kir ku merasîma şewitandina çekan îradeya aştiyê ya aliyê Kurd bi rengekî eşkere nîşan da û got, “Kurdan di mijara çareseriyê de samîmiyeta xwwe danîn holê. Gavên dîrokî avêtin û ji bo aştiyê bi berpirsyariyê rabûn. Bendewarî ew e ku dewlet jî bi heman cidiyetê tevbigere, têkildarî mercên kar ên Birêz Abdullah Ocalan sererastkirinan bike û gavên ji garantiya hiqûqî ya pêvajoyê bêyî derengxistinê biavêje. Aştiya mayinde tenê bi van gavên cihê baweriyê dikare bê afirandin.”

