În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye
Kurdistan

Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

Radestkirina belge û şahidiyên tewanê ji bo saziyên PDK’ê, weke metirsiyeke mezin a li ser destkarîkirina heqîqeta dîrokî û windakirina şopên berpirsiyariya fermanê tê nirxandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî, wekî yek ji rûpelên herî reş û bi êş ên sedsala 21’mîn di dîrokê de cih girt. Di vê jenosîdê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li ser axa Şengalê bi dehan gorên bi kom çêbûn. Ji bo belgekirin û ronîkirina van tewanan, di sala 2017’an de bi biryara Neteweyên Yekbûyî Tîma Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Teşwîqkirina Hesabpirsînê ji Tewanên DAIŞ’ê (UNITAD) hate damezirandin. Vê saziyê di sala 2018’an de dest bi vekirina gorên bi kom kir, cenaze derxistin û bi rêya testên DNA’yê nasnameya gelek qurbaniyan tespît kir. Lê belê, pêvajoya dadwerî û lêgerîna heqîqetê her tim di bin siya polîtîkayên herêmî û navdewletî de ma.

Her ku lêkolîn kûr dibûn, berpirsiyariya siyasî û leşkerî ya jenosîdê bêtir derdiket holê. Di serî de Hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber ku Şengal bêparastin hiştin û erkên xwe yên parastina welatiyan bi cih neanîn, di bîra giştî û di raporên destpêkê de weke berpirsiyarên sereke hatin destnîşankirin. Tevî vî barê giran ê dîrokî, di sala 2024’an de bi daxwaz û biryara Hikûmeta Iraqê, mîsyona UNITAD’ê bi fermî hate qedandin û ev sazî ji Iraqê vekişiya. Ev biryar di civaka Êzidî de bû sedema fikar û birînên kûr, mîna ku li ser axa Şengalê tu gora bi kom û şopa tawanê nemabe, ev dosya hate girtin.

Lê belê rastî pir cûda ye. Îro hîn jî li Şengalê zêdeyî 10 gorên bi kom hatine tespîtkirin ku qet nehatine vekirin û tê texmînkirin ku gelek gorên din ên veşartî hene ku hîn nehatine dîtin. Ji bilî vê, zêdetirî 500 cenazeyên ku ji gorên fermanê hatine derxistin, hîn jî li Saziya Tiba Edlî ya Bexdayê tên rawestandin û malbat hîn jî li benda nasname û radestkirina hestiyên azîzên xwe ne.

Aliyê herî krîtîk û metirsîdar ê vekişîna UNITAD’ê çarenûsa arşîv û belgeyên tewanê ye. Ev saziya navdewletî, dema ku vekişiya, beşek girîng ji belge, şahidî û daxuyaniyên ku li ser hovîtiya DAIŞ’ê û bêdengî yan jî vekişîna hêzên herêmî kom kiribûn, radestî rêveberiya PDK’ê kir ku sûcdarên sereke yên fermanê bûn. Ev pêngav weke radestkirina belgeyên tewanê ji bo destê tewanbar an jî berpirsiyarên fermanê tê nirxandin. Ew belgeyên ku tê de hatibû selmandin ka çawa pêşmergeyan Şengalê di nava şevekê de hişt û civaka Êzidî rû bi rûyê jenosîdê hişt, niha di bin kontrola saziyên PDK’ê de ne. Pirs û fikarên mezin hene ku gelo ev hêz wê destkarî li van belgeyan bike, rastiyan berevajî bike an jî şopên berpirsiyariya xwe ya dîrokî û qanûnî jê bibe. Ev rewş ne tenê edaletê asteng dike, di heman demê de xetereyeke mezin li ser parastina heqîqeta dîrokî ya jenosîda Şengalê ava dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin
Nûçeya Pişt re Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê bang li gel kir ku biçin Amarayê

KCK’ê diyar kir ku divê 4’ê Nîsanê li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir

Meclîsa Kongra Star bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê 3 şehîd hatin veşartin

Şêniyên Kobanê 3 şehîd Pakrewangeha Şehîd Dîcle veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?