Em hemû zarokên civaka Kurd li ber kilamên dengbêjan û çîrokên civaka xwe ya gelêrî mezin bûn. Her kilam û çîrokek di hundirê xwe de rastiya êş, jan, penaberî, kuştin û şewitandina dîroka me dihewîne. Ji ber wê jî her ku nifş hatin guhertin jî ew çanda dengbêjî û çîrokbêjiyê bi formên nû teşe girt û heya roja me ya îro jî xwe parast. Çanda dengbêjî û çîrokbêjiyê, ne tenê huner e; ew bîra gelê Kurd e. Êş, jan, penaberî û berxwedana me, eger îro negihîştibe asta tunebûnê, bi saya wan deng û qîrînan e ku sînoran diçirînin. Lewma dibêjin, tevahî civak lêhengên çîrok û berxwedanên xwe di sînga xwe de hildigirin. Her wiha bi wan lêhengên xwe vegotina wan pêk tê û tên naskirin.
Dema ku mirov hewldana vegotin û wesifkirina yek ji wan lêhengên civaka Kurd bike, dibe ku nexş û bargiraniya dîroka gelê Kurd, şer, huner û şoreşgertiya wê ya bêhempa tu carî nebe xwedî vegotineke têrker. Ji ber ku hîna jî keşfa ziman û peyvan di hêla etîmolojîk de bi rêk û pêk nebûye. Ev dibe sedema ku hemû ziman stûxwar, peyv nîvco, pênase jî di nav xumamiyê de bimînin. Wê demê mirov çawa dest bi hûnandina pêlawazên helbest û sitranên Mizgîniya Azadiyê bike? Bi kîjan newa, rîtîm û besteyan, bi biskên tembûra destê Mizgîn hunera wê vebêjin?
Ji bo ku em vê felsefeyê û girêdana wê ya bi herikîna dîrokê re rast fêm bikin, em dikarin balê bikişînin ser şoreşgertî û Hozana Mezin a Mizgîniya Azadiyê. Dema mirov behsa çand, huner û Tevgera Azadiyê dike, navê Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydın) weke stêrka herî geş li ezmanê Kurdistanê dibiriqe. Ew bi xwe, mîna pira di navbera kevneşopiya dengbêjiya klasîk û şoreşa nûjen de teşe girtiye. Tevahî keç û lawên civaka Kurd Lêhenga Mezin Mizgîn bi huner û kilamên wê dinasin. Heya pir rehet mirov dikare vê yekê jî bide diyarkirin ku kilamên Mizgîn bi sedan, hezaran ciwanên Kurd dianîn nava têkoşîna tevgera azadiyê.
Belê; em van xalan her tim tînin ziman û didin diyar kirin jî lê belê pêwîst dike ku hîn bêhtir rastiya salên tijî bi têkoşîn, bi rêgez, hêza rêxistinker, hevalbenda dozê û lêhengiya serdemê jî binasin. Ji bo wan pirsên nasîn û danasînê, em jî weke yekîneya kedkarên Starên Azadiyê carek din li ser xaçerêyên çiyan dest bi meşa xwe ya pirsker dabû destpêkirin. Gav bi gav, bost bi bost em li pêy şopên wan şoreşgerên ku Mizgîn bi hest, bîranîn, şibandin û teswîra hevaltiyê dianî ser ziman digeriyan. Dema em dibûn guhdarên wan gerîlayên azadiyê, me di vegotin û di reşka çavên wan de hêvî, serkeftin û hunera hevalbendiya şoreşê didît.
Di hevpeyvîna bi şoreşgerê tevgera azadiyê Dûran Kalkan re, me hin xalên cuda yên ku rastî û mezinahiya wê nîşan didan guhdar dikirin. Dûran Kalkan wiha bal dikişand ser û digot:
“Wê xetek da avakirin. Hem hunermendbûn hem jî şerkerbûn, hem hunermendbûn hem jî kadrobûna partiyê; wê di şexsê xwe de nîşanî her kesî da ku ev her du mil dikarin bi hev re bimeşin. Ramanên kesên ku digotin ‘ev her du tişt bi hev re nabin’ vala derxist û îsbat kir ku hemû wezîfeyên şoreşgerî dikarin bi hev re û di nav hev de werin meşandin. Xeteke wisa ava kir ku li pey wê bi dehan mîlîtan hatin; ev rê heta hevala Delîlayan dom kir. Xeta ‘Hunermend û Şerker’ ava bû, jiyanî bû û ev yek di nava partiyê de bû xeteke serbixwe. Ev xet, şêwazekî şênber ê xeta Rêbertiyê ye û şêwazekî pir bi bandor e jî.”
Xalên ku binê wan hatibû xêzkirin, xisletên şoreşgertiya kamil çawa tê afirandin û pêkanîn, pir zelal diyar dikirin. Ev herikîna jiyan û têkoşîna zelal a Mizgîniya Azadiyê, ji bo yekîneya me dibû hêza çalakiya herî serketî. Ji ber ku em li pêy şopên wan digeriyan û çîrokên wan lêhengan, dîroka berxwedan, ked û hunera wan a hûnandina tevna şoreşê bi çend xulekan jî be me dikir behra dîrokê. Ew ‘Xeta Kedkar û Têkoşeriya’ lêheng û şoreşgeran ku bi biskên tembûra Mizgîn ruhê xwe mîna pola hişk dike û bi keda destên xwe jiyana azad ava dike, pira herî bi hêz a ber bi pêşerojê ye.
Lewma her şoreşgerek bi wesifkirina Mizgîniya Azadiyê re wateya huner, dîrok, gel û berxwedanê bi hev re dida diyarkirin. Yek ji wan şoreşgerên ku hevaltî û çavdêriya şoreşgertî û pêşengtiya wê kirî, Roza Pînar jî wiha balê dikişîne ser yekbûna Mizgîn û gelê qada Ewropayê û dibêje:
“Dema ku hatibû sala 1987’an, dewleta Elmanyayê operasyoneke berfireh pêş xist. Pir caran êrîş dibirin ser saziyên me yên Huner-Komê; operasyonek li ser Koma Berxwedan pêş xistin û dest danîn ser gelek amûrên muzîkê yên TEV-ÇAND’ê. Komele û sazî mofrez kirin û dest danîn ser gelek nirxan. Ev operasyon di sala 1987’an de hîn zêdetir bûn. Hevala Mizgîn di vê demê de hat girtin. Ew alîkariya ku gelê me ji bo xebatên komeleyan û ji bo têkoşînê kom kiribû, wê demê 750 hezar Markê Elmanî (DM) bû. Ev nirx li gorî wê demê pir mezin bû; civakê bi keda xwe kom kiribû, nirxê gel bû û dabû rêxistina xwe. Hevala Mizgîn tevî wan pereyan hat girtin.
Dema ku ew hat girtin, li Almanyayê li her derê çalakiyên pir mezin çêbûn; meş û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û gelê me yê Kurd rabû ser piyan. Her kesî daxwaz dikir ku hevala Mizgîn bê berdan û pereyên gel ku hatine desteserkirin bêne vegerandin. Tê bîra min, li bajarê Kolnê yê Almanyayê dêra dîrokî ya Domê heye; pir mezin e, cihekî pir dîrokî ye û her tim tijî tûrîst dibe. Çalakiyek li wir çêbû; welatparêzekî Kurd çû ser lûtkeya dêrê (lûtke jî pir pir bilind e) û ala ERNK’ê vekir û qîriya: ‘Hûn ê hevala me berdin û pereyên me vegerînin, an jî ez ê xwe ji vir bavêjim!’
Dema ku wî welatparêzî li wir çalakiya xwe pêş xist, bi hezaran mirovên ku li wir kom bibûn û tûrîst jî di nav de, bi fikar û mereq li bendê bûn ku ev kes çi dixwaze û digotin divê xwe neavêje. Di nava wan mirovan de nîqaşên pir mezin çêbûn, çapemenî hat û çalakî kişand. Dewleta Elmanyayê li beramberî vê berxwedana gel û vê çalakiyê neçar ma ku gavekê paşve bikişîne; hem hevala Mizgîn berda hem jî pere paşve vegerandin. Ev serketineke pir mezin bû. Hevala Mizgîn hatibû berdan; ev ne tiştekî ji rêzê bû. Hevala Mizgîn ne mîna keseke asayî û serbixwe ya bê nasname bû; di şexsê hevala Mizgîn de gel dîrok û welatê xwe didît.”
Her wiha di vegotina şoreşgerê tevgera Azadiyê Dûran Kalkan de bal dihat kişandin ser xaka ku destpêk û dawî li hev civandibû û digot: “Di temenê xwe yê pir ciwan de tevlî bibû. Ji Êlihê derket, li Rojhilata Navîn xebat meşandin, li Ewropayê xebitî, li Botan û Xerzanê fermandarî kir. Ji Xerzanê bi rê ketibû û li Xerzanê jî şehîd ket.”
Ji bo pir mirovan tê gotin ku şax û rayên xaka mirov weke nasnameyekê li ser eniyê hatiye nivîsandin. Her mirovek bi xwe wê biryara destpêk û dawiyê dide diyarkirin. Biryara Mizgîniya Azadiyê jî cih û warê ku kok berdabû, gavên destpêkê yên ku bi Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz re destpê kiribûn, li ser şopên wan carek din ew ax û war bi xwîna hevaltiya bi peyman şîn dikir. Ew xaka pîroz bi xwîna sor av dida. Lewma bi jiyan û çalakiya xwe re nasnameya şoreşgerê kamil ava dikir. Mizgîniya Azadiyê nîşanî me da ku vegera li ser xakê û koka xwe, rûmeta herî mezin e.
ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

