Rojhilatê Kurdistan di Îlona 2022’yan de li gel dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ rabû ser piyan. Jinên Kurd, li gel vê dirûşmeyê hem li serxaka xwe hem jî li seranserê Îranê pêşengtiya têkoşîneke berfireh kirin. Azadiya jinan û mafê jiyanê dinava yekîtiyekê de îfade kirin û nûnertiya berxwedana ku tovên wê ji aliy Têkoşîna Azadiya Kurdan ve hatibû çandin, dikirin. Lê belê ev berxwedan, encama serhildana ku li gel qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve dest pê kirin nebû; berovajî wê berhema fesefeyekê bû ku tovên wê beriya salan hatibûn çandin.
Beşdariya jinên Kurd a li Rojhilat a ji qada siyasîû civakî re, di nîveka sedsala 20’emîn de dest pê kir. Di serdema Komara Mahabadê ya Kurdan a sala 1946’an bi pêşengtiya Qazî Muhammed hate avakirin de jin cara ewil beşdarî xebatan bûn. Mîna Qazî ya hevjîna Qazî Muhmmed, di vê pêvajoyê de jinên Mahabadî tax bi tax birêxistin kirin û ew di warê nasnameya jinan de hişyar kirin; di 14’ê Adara 1946’an de Yekîtiya Jinên Kurdistanê (Yekîtiya Afratên Kurdistan) ava kir û serokatiya yekîtiyê kir. Her wiha jibo pêşketina têkoşîna jinan li gelek herêman civîn li dar xistin û pirsgirêkên heyî ji rayedarên partiyê re ragihandin. Dema ku jinan têkoşîna xwe ya birêxistî domand, rejîma Şah jî ji aliyekî ve hewl dida ku vê têkoşînê li gel zextê kontrol bike.
YÊN DI SIYASETÊ DE DERKETINE PÊŞ
Tesfiyekirina Komara Mahabadê ya Kurdan a di meha dawîn a heman salê de ya ji aliyê rejîma Şah ve, ji bo gelê Kurd û jinan bû destpêka pêvajoyeke dijwar. Êrîşên sîstematîk berdewam kirin; ziman, ol, nasname û çand bi temamî hatin qedexekirin. Lê belê tevî van yekan hemûyan jî hişmendiya jinan a azadiyê ji holê ranebû. Ji nava PDK-Î (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran) û Komala (Koma Kedkarên Şoreşger ên Îranê) ya di sala 1969’an de hate avakirin jinên siyasetmedar û aktîvîstên weke Mîna Xanim, Feryal Suleymanî, Şehnaz Gholamî, Suheyla Kadirî, Nesrîn Ghassemî û Nermîn Mustafa Sultanî derketin pêş.
DI NAVA PJAK’Ê DE PERGALA HEVSEROKATIYÊ
Pêşketina Têkoşîna Azadiya Kurdan a li perçeyên din ên Kurdistanê, li Rojhilat jî bandorên xwe nîşan dan. Li gel avakirina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) a di sala 2004’an de jinan di nava têkoşîna çekdarî de cihê xwe girt bes ne jibo jinên Kurd, ji bo jinên Azerî, Belûc, Fars û Ereb jî li dijî rejîmê şer kirin.
Pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojava kete dewrê, li çiyayên Rojhilat jî pêk hat. PJAK’a ku serokatiya wê ji aliyê Hecî Ehmedî ve tê birêvebirin, di 4’emîn Kongreya xwe de berê xwe da guherîneke avaniyê ya radîkal, pergala hevserokatiyê qebûl kir û Evîndar Rênas li gel Siyamend Mûînî weke yekem hevseroka jin a PJAK’ê hate hilbijartin. Piştî Evîndar Rênas Zîlan Vejîn bû hevseroka partiyê û a niha jî Peyman Viyan vî erkî bi rê ve dibe. Her wiha di heman salê de Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) hate avakirin. Ji bo birêxistinbûna jinan a xweser û resen li gel perspektîfa li ser jinan dest bi xebatan hate kirin.
JI YJRK’Ê HEYA KJAR’Ê
10 salan piştî vê jî YJRK li gel navê Komełgeya Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) berê xwe da guherînekê. Perspektîfa xwe li ser modeleke konfederalîzmê ya ji jêr ber bi jor ve xwe birêxistin dike, ava kir. Jinan li gund, tax, navçe û bajaran ‘’komun’’ û meclîsên xwe ava kirin û armanc kirin ku derbarê pirsgirêkên xwe de bibin xwediyên gotina serbixwe, biryar û îradeyê. Li cihekî ku bikaranîna zimanê Kurdî sînordar bû fêrkirina ziman û çalakiyên çandî veguherîn perçeyên berxwedanê yên bibandor. Perwerdekerên weke Zara Muhammedî ji ber ku di bin banê Komeleya Çandê ya Nojîn de kûrsên Kurdî dan cezayên hepsê yên giran lê hatin birîn.
ŞÎRÎN, ZEYNEB, PEXŞAN, WERÎŞE…
Jinan, di têkoşîna ku ji 1946’an û pê ve dan meşandin de bedêlên giran dan. Şîrîn Elemhulî ya ji van jinan şervana PJAK’ê bû. Şîrîn Elemhulî di sala 1981’an de li Makuyê ji dayîk dibe û di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Di 25’ê Nîsana 2008’an de ji aliyê rejîmê ve hate girtin; piştî êşkenceya fîzîkî û derûnî ew mehkûmî darvekirinê kirin. Şîrîn a ku sîxurtî qebûl nekir, di 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin. Ev helbesta ku piştî darvekirina Şîrîn Elenhulî ji aliyê helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes ve hate nivîsandin, bû manîfestoyeke ku jinên Rojhilatî li dora têkoşînê kirine yek:
‘’Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê
Bû Ferzad Kemanger
Ji serê vê sibehê ve
Mezintirîn baxçeyê Mehabadê bû Şîrîn Elemhulî
Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pê ve
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de
Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sineyê li sêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin…
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya û zevî şîn bibin!
Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê Şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna Şîrîn Elemhulî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên wê
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê cîmayî yê destê
Şîrîn Elemhulî me
Komara Îslamî ya sêdaran
Çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma Îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayende û azadî ye…’’
Ji ber ku Şîrîn Elemhulî di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurd de piştî Leyla Qasim duyemîn jin e ku hatiye darvekirin.
Di heman salê de endama PJAK’ê û aktîvîst Zeyneb Celaliyan jî hate girtin cezayê darvekirinê lê hate birîn, piştre cezayê wm veguherandin cezayê hepsa heya hetayê. Zeyneb Celaliyan a ku hê jî li Girtîgeha Yezd tê rehîngirtin, yek ji girtiya siyasî ye ku ew demeke dirêj e ji aliyê rejîmê ve tê rehîngirtin. Disa li aktîvîst Pexşan Ezîzî ya ku di sala 2023’yan de hate girtin cezayê darvekirinê hate birîn, li Werîşe Mûradî ya endama KJAR’ê ku di sala 2023’yan de hate girtin jî destpêkê cazayê darvekirinê hate birîn û ev ceza di sala 2025’an de hate betalkirin. Jinên Kurd ên girtiyên siyasî, li girtîgehên rejîmê li hemberî ferzkirinên sîxurtiyê, êşkence û zextê bi paş ve gav naavêjin.
SERHILDANA JIN, JIYAN, AZADÎ
Yek ji xala herî girîng a di nava têkoşînê de serhildana ‘’Jinî Jiyan Azadî’’ bû ku di Îlona 2022’yan de li Tehranê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya ji aliyê ‘’polîsên exlaqê’’ yên rejîmê ve dest pê kiribûn. Wê serdemê merasîna cenazeyê Jîna Emînî ya ji Seqîzê li Rojhilat veguherî protestoyên girseyî. Hin jinan şerpayên xwe şewitandin û hinan jî ew derxistin û dirûşmeyên ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ berz kirin. Ev dirûşmeya ku li kolanan dihat berzkirin, di nava demeke kurt de li Sinê, Mahabadî Bokan, Merîwan, Ciwanro û ji bajarên Rojhilat heya Tehran û li seranserê cîhanê belav bû. Xwendekar, dayîk û derdorên civakê yên cuda beşdarî xwepêşandanên ku di pêşengtiya jinan de dihatin lidarxistin, bûn. Jin di xwepêşandanên ku bi taybetî li Rojhilat zêde bûn de, li dijî qedexeya şerpayê ya di qada civakî de li gel çalakiyên bêîtaetiya sivîl derketin pêş. Çalakiyên weke kurkirina porê, şewitandina şerpayê û derketina derve ya bêyîşerpayê bûn sembola berxwedana takekesî û kolektîf.
Jinan ji bilî Rojhilat û Îranê li dîasporayê jî kampanya û xebat dan meşandin. Di navbera komên siyasî ên Kurd de dîyalog û hewldanên tevgerîna hevpar zêde bûn. Jin di mekanîzmayên biryarstandinê zêdetir bûn xwediyên nûnertiyê. Têkoşîna li Rojhilat li dijî derdoreke zextê ya piralî ku xwenixumandina bi darê zorê, cudakariya aborî, astengiyên çandî û polîtîkayên ewlehiyê di nava xwe de dihewandin, pêş ket. Jin tevî van zextan hemûyan jî hewl didin ku di arên perwerde, aborî û jiyana civakî de hebûna xwe xurt bikin.
XÎMÊ ÎRANEKE DEMOKRATÎK
Bi kurtasî dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’, di hemû qadên jiyanê de perspektîfa tevlîbûna wekhev û azad e. Ev têkoşîn, daxwazên xwecihî yên Rojhilat li gel lêgerîna veguherîneke civakî ya berfirehtir dike yek. Biryardariya jinan, di teşegirtina geşedanên siyasî û civakî yên di pêşerojê de xwedî roleke girîng e. Ev berxwedana ku di encama tecrûbeyên dîrokî de derketiye holê, weke yek ji dînamîkên diyarker ên avakirina Îraneke demokratîk derdikeve pêş.
Sibehî: Li Başûr pergala serwer jinan qetil dike

