Taziyeya ji bo gerîlayên HPG/YJA Starê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi pêşengiya MEBYA-DER’ê hate danîn, di roja 2’yan de jî bi serdanan dewam dike. Taziyeya ji bo Felek Yîgît (Arjîn Kerboran), Eshan Agirman (Çekdar Serdar) û Hanîfe Cebe (Dîcle) li Mala Taziyeyê ya Gerîkiya hatî danîn, siharê saet 08.00’an destpê kir.
Li ser maseyan wêneyên şehîdan û gul hatin danîn, li ser dîwar wêneyên şehîdan û pankarta “Şehîd namirin” hate daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û gelek kesan serdana taziyeyê kirin.
Taziye wê sibe bi merasîma bîranînê bi dawî bibe.

