Akademiya Şehîd Dr. Huseyîn a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêngavek a perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin.
Dewreya destpêkê ji aliyê Komîteya Tenduristî ya wargehê ve hat destpêkirin û navê dewreya xwe jî kirin ‘Dewreya Perwerdê ya Şehîd Azê Erdal’ û ev perwerde diyarî hemû şehîdên doza azdiyê kirin.
Perwerde bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên rêya azadiyê destpê kir û piştî wê komîsyon hat hilbijartin. Piştre li ser girîngî û wateya perwerdeyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Hazar Nerexî axivî.
Hazar Nerexî di destpêka axaftina xwe de perwerde diyarî hemû şehîdan kir û got: “Em di kesayeta Şehîd Azê de hemû şehîdên doza azadiyê bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Em her sal pêngavên wiha yên perwerdeyan didin destpêkirin. Îsal jî ji aliyê Meclîs û taybet jî Akademiya Şehîd Dr. Huseyîn ve pêngavek a perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin. Di vê pêvajoyê de ev gav ji bo me gelekî bi nirxe. Emê xwe di vê manîfestoyê de pêş bixin û rastiya heyî bibînin. Divê em rast û baş bixwînin û xwe pêş bixin da ku bikaribin pêşengtiyekî bikin. Em carek din vê pêngava perwerdeyê diyarî Rêber Apo û tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurd dikin.”
Piştî axaftinê perwerde hat destpêkirin. Hêjayî gotinê ye ku wê hemû sazî, komîte û komîngehên wargehê bi dewreyên cûda beşdarî vê pêngava perwerdeyê bibin.

