Pêvajoya nû ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, ji aliyê derdorên navneteweyî ve jî ji nêz ve tê şopandin. Banga ku Rêber Apo di Sibata 2025’an de kir, gavên ku PKK’ê weke bersiva vê bangê avêt û danûstandinên siyasî yên piştre destpê kirin, di meseleya Kurd de ya ku salên dûr û dirêj e nehatiye çareserkirin derî li demeke nû vekir.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê yê berê Franco Danieli ev bûyerên têkildarî pêvajoya aştiyê ji ANF’ê re nirxand. Danieli li ser rewşa heyî ya pêvajoyê, rola Rêber Apo, girîngiya garantiyên hiqûqî, modelên çareseriyê yên li Ewropayê û bandora bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn li ser pêvajoyê nirxandinên balkêş kir.
‘PÊVAJO BI REWŞEKE NEDIYAR DEWAM DIKE’
Franco Danieli destnîşan kir ku serketina pêvajoya heyî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi muzakereyên dualî yên di nava mercên wekhev de dibe û anî ziman ku ji ber helwesta dewleta Tirk hîn negihîştiye qonaxeke bi vî rengî.
Danieli rapora komîsyonê jî rexne kir ku di çarçoveya pêvajoyê de li Meclîsê hate avakirin û got, “Vê komîsyonê li gelek derdoran guhdarî kir. Lê belê di rapora wê ya dawî de gelek kêmasiyên girîng dibînim. Mînak; cih nade mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan. Rewşa Birêz Ocalan jî bi têrkerî zelal nîne ku muzakerevanê sereke yê gelê Kurd e. Her wiha ev rewş ji aliyê Erdogan ve hîn jî bi fermî nehatiye qebûlkirin. Di rapora dawî ya komîsyonê de gelek mijar li aliyekî hatine hiştin. Hîn jî rewşeke nediyar heye; gelek mesele hene ku bi têrkerî zelal nebûne.”
‘HELWESTA ERDOGAN NE CIHÊ BAWERIYÊ YE’
Danieli helwesta Serokkomarê AKP’yî Erdogan a li pêvajoyê jî rexne kir û got, “Erdogan îro Tirkiyeyê temsîl dike û hemû mekanîzmayên hêzê xistiye destê xwe. Erdogan ê di vê astê de ye, neçar e ku ji bo pêvajoyê baweriyê û garantiyan bide. Gelo mirov niha dikare ji Erdogan bawer bike? Nizanim. Ji bo pêkhatina vê baweriyê divê hin merc bêne danîn û em bibînin bê pêvajo wê çawa bi rê ve biçe. Bi dîtina min, rewşa ku em di nav de ne rewşeke nediyar e.”
‘DEWLETA TIRK DIVÊ BI RABIRDÛYÊ RE RÛ BI RÛ BIBE’
Danieli destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoya aştiyê divê sernavên diyarkirî û eşkere yên muzakereyê hebin û diya rkir ku mafê zimanê dayikê, rewşa Rêber Apo, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê be.
Dîplomatê berê yê Îtalî ragihand ku divê dewleta Tirk bi rabirdûya xwe ya çil salên dawî re rû bi rû bibe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Kurd ‘terorîst’ in, an jî welatî ne ku ji bo azadiya xwe, ji bo ziman û mafên xwe têdikoşin? Ji bo van pirsan divê pîvanên gelekî şênber bên diyarkirin. Tenê bi vî rengî dikare bê dîtin bê bawerî bi Birêz Erdogan û partiyên rastgiriya tund ên li nava hikumeta Tirkiyeyê bibe yan na.”
‘MODELA ALTO ADIGE DIKARE BIBE’
Danieli qanûna çarçoveyê jî nirxand ku nîqaş li ser dibe û anî ziman ku desthilatdarî divê beriya her tiştî samîmî be û îradeyek ji bo aştiyê nîşan bide. Danieli diyar kir ku mînakên cîhanê modelê girîng ên çareseriyê pêşkêş dikin û herêma Tirol a Başûr (Alto Adige) ya Îtalyayê mînak nîaşn da.
Danieli bi vî rengî dewam kir, “Li Tirol a Başûrr yanî Alto Adigeyê Awûstûryayî hene. Îtalyayê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest danî ser Alto Adige, yanî Tirol a Başûr. Mirovên li wê derê dimînin Îtalyayî nebûn; ji xwe ti carî jî welê nebûn.
Lê belê dema ku hûn îro ji welatiyên li Tirol a Başûr yanî yên li Alto Adigeyê dipirsin, gelo ‘Hûn dixwazin li Awûstûryayê vegerin? bersiva ‘Na, em spas dikin’ didin. Ji ber ku mafê wan ê axaftina bi Elmanî hatiye garantîkirin. Mafên zarokên wan hene ku bişînin dibistanên bi perwerdeya Elmanî. Her wiha ji ber ku hikumeta Romayê çavkaniyên girîng ên malî dide wan, ji aliyê aborî ve jî xwedî derfetên xurt e.
Xwedî xweseriyeke gelekî xurt a destûra bingehîn e. Mafên wan heye ku li parlamenta neteweyî xwedî nûnerên xwe bin û ev yek jî bi destûra bingehîn hatiye misogerkirin. Ev tenê mînakek e. Li nava Yekîtiya Ewropayê gelek mînakên bi vî rengî hene. Eger bê nirxandin bê îradeyeke pêvajoya aştiyê ya rasteqîn heye yan na, nuqteyên esasî yên bêne nirxandin ev in.”
‘AZADIYA OCALAN WÊ AŞTIYÊ MAYINDE BIKE’
Danieli bi bîr xist ku di gelek pêvajoyên aştiyê yên cîhanê de aktorên bingehîn yekser û bi rengekî azad li dora maseya muzakereyê rûdinên û anî ziman ku Rêber Apo jî weke aktorê bingehîn ê gelê Kurd tê qebûlkirin.
Danieli axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê rola Ocalan bi rengekî fermî bê naskirin. Lê belê li nava partiyên li desthilatdariya Tirkiyeyê di vê mijarê de îradeyeke rast nabînim.
Hîn jî helwesteke zelal nabînim. Halbûkî Birêz Ocalan aktorê bingehîn e ku pêvajoya aştiyê karibe bi ser bixîne.
Ji vê jî girîngtir, pêvajoya aştiyê, peymana aştiyê ya bê mohrkirin divê aştiya civakî paşerojê garantî bike. Ev jî tenê Ocalan dikare bi rengekî azad bike. Ji ber ku berê di navbera gelê Kurd û hikumeta Tirk de gelek hewldan hate kirin, me dît; lê belê van hemûyan encameke gelekî erênî bi xwe re neanî.
Ji ber vê jî Birêz Ocalan ne ji bo peymaneke demkî, lê didkare bibe mîmarê çareseriyeke mayinde ku mercên paşerojê biafirîne. Peymaneke bi vî rengî divê di avaniya dewleta Tirk de guherînan bike, di çarçoveyeke saziyî ya nûbûyî de mafên gelê Kurd ji bo dehan salan garantî bike.”
‘FIKRÊN OCALAN GIRÎNG E’
Franco Danieli, di demekê de ku şer, polîtîkayên rastgiriya tund û neteweperestî li cîhanê geş bûye, işaret bi girîngiya fikrên Rêber Apo kir û got, “Peyamên Ocalan peyamên erênî ne. Her wiha di navbera nirxandinên Papa Franciscus, îro Papa XIV. Leo û nirxandinên Ocalan îro gelekî dişibin hev. Ez Xiristiyan nînim, Katolîk nînim; ji zanistê bawer dikim. Lê belê analîzên papayan û yên Birêz Ocalan gelekî dişibin hev.
Di mijara Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku parçe parçe diqewime û li ser pêwîstiya bi avakirina gerstêrkeke ji jiyanê, gelekî dişibin hev. Ji ber vê yekê ez di vir de peyameke girîng dibînim. Hêvîdar im ku ev peyam wê ji aliyê rayedarên li Tirkiyeyê ve bê fêhmkirin û bike ku têkiliyên aştiyê di navbera gelên li vê herêma cîhanê de xurt bibe.”

