Piştî êrîşên bi drone û mûşekan li ser Silêmanî û Bazyanê, gelek dron li Hewlêr, Pîrmam û Akrê jî ketin xwarê.
Şeva borî bi gelek dronan êrîşî bajar, navçe û bajarokên Herêma Kurdistanê hatin kirin. Her wiha bi gelek dronan êrîşê ser bajarê Hewlêrê hatin kirin û ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin xistin.
Êrîş jî bi dengekî bilind pêk hatin û di nav xelkê Hewlêrê de tirs û fikar çêkirin. Lê heta niha tu agahî li ser ziyanên canî û madî nehate bidest xistin.
Çend dron li navçeya Pîrmam û Akrê jî ketin xwarê. Li Pîrmam bi ber êrîşa dronan şewateke mezin derket. Lêbelê, heta niha tu çavkaniyên fermî zererên bûyerê eşkere nekirine.
Heta niha tu çavkaniyeke fermî ya Herêma Kurdistanê çavkaniya dronên ku îşev êrîşî Herêma Kurdistanê kirine, eşkere nekirine.

