Berxwedana gelê Kurd a li dijî polîtîkayên înkar, dagirkerî û asîmîlasyonê ne tenê li eniya şer her wiha di hişê civakî û li her qada jiyana rojane jî dewam kir. Nasnameya neteweyî û hişê parastina dîrokê di dilê her Kurdekî de weke keleheke xurt reh berda û gelê Kurd her tim xwedî li dîroka, çand û pêşengên xwe derket. Dema ku hêzên dagirker hewl dan hişê kolektîf ji holê rake jî bi xwedîderketina li dîrok û arşîvê bersiv da.
Ev ruhê berxwedanê û dilsoziya bi doza azadiyê re li taxa Şorca ya dîrokî ya Kerkûkê di jiyana Soran Abdulvehhab de şênber dibe. Soran Abdulvehhab ku li nava derdoreke welê mezin bû ku di doza têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de bi sedan şehîd da, bi salan e ji bo parastina hiş û dîroka gelê Kurd hewl dide.
‘JIYANA SORAN BI DÎROKA BI ÊŞ A GELÊ XWE RE DI ZIKHEV DE YE’
Jiyana Soran Abdulvehhab bi polîtîkayên rejîma Baas a zext, komkujî û koçberkirina bi zorê ya gelê Kurd re di zikhev de meşiya. Ew bi xwe û malbata wî weke bi hezaran malbatên Kurd ên li Kerkûk û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê yekser bûn mexdûrê qirkirina Enfalê, êrişên kîmyewî û koçberiya bi zorê.
Abdulvehhab ku mala wan hate bombekirin, li gel êşên kişandî jî paşve gav neavêt. Berevajî vê yekê ji sala 1995’an û pê ve dest bi komkirina wêne û belgeyên li ser dîroka gelê Kurd kir. Piştre dikana xwe ya li Sûka Kerkûkê veguherand warekî arşîvê ya nîşandana êş, hiş û dîroka Kurdan.
‘MUZEYEK JI BO RÊBER APO, GERÎLAYÊN JIN Û ŞERVANÊN AZADIYÊ’
Soran Abdulvehhab dîwarên dikana xwe ya ji eşyayên destê duyemîn ku 16 sal in dixebitîne bi wêneyên dîrokî xemilandiye. Li dikanê ku dişibe muzeyeke çandî û neteweyî, li hundir û derveyî wê stranên azadiyê yên Kurdî tê bihîstin. Ev atmosfer dike ku li nava esnafên sûkê û mirovên serdanê dikin hişê neteweyî zindî bimîne.
Li ser dîwarê dikanê wêneyên ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd hene. Rêber Apo, Mûrat Karayilan, Qazî Mİhemed, Şêx Seîd, Şêx Mehmûd Hafid, Dr. Abdurrahman Qasimlo, Celal Talabanî û Mam Rîşe ji van wêneyan e.
Soran cihekî taybet dide şoreşgerên jin. Wêneyên şervanên azadiyê û gerîlayên jin li gel wêneyên dayika Rêber Apo Dayika Uveyş û Leyla Qasim nîşan dide. Li gel vê yekê wêneyên hunermend Ahmet Kaya û Yilmaz Guney, helbestvanên Kurd Piremêrd û Cîgerxwîn jî li dikanê tê nîşandan.
‘EV WÊNE NASNAME Û DÎROKA ME YA ZINDÎ YE’
Soran Abdulvehhab destnîşan dike ku wêneyên li dikanê têne nîşandan ne tenê rabirdûyê nîşan didin, di heman demê de nasname û hişê gelê Kurd jî diparêze û dibêje, “Ev wêne ne tenê dîmenek e, nasname û dîroka zindî ya gelekî ye. Enfal, êrişên kîmyewî û koçberiya bi zorê bi serê gelê Kurd ve hat. Malên me hate şewitandin lê belê em ti carî teslîm nebûn.
Bi rêya vê dikanê min xwest nîşan bide ku gelê Kurd xwedî dîrokekê, rêberekî, gerîla, şervanên azadiyê, pêşmerge û gerîlayên azadiyê yên leheng ên li her parçeyên Kurdistanê ye.”

