Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo destpê kir, dewam dike. Di vê demê de DEM Partî bi civînên gel re hem bûyerên têkildarî pêvajoyê ji gel re radigihîne hem jî li nêrîn û daxwazên gel guhdarî dike.
Ji beşdarên van civînan Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Ceylan Akça Cûpolo têkildarî nêrînên li civînên gel û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re axivî.
Ceylan Akça Cûpolo anî ziman ku wan beriya pêvajoyê dest bi civînên gel kirin û got, “Piştî tûra destpêkê ya hilbijartinên giştî yên 2023’an, piştî namzetê serokkomariyê yê muxalefeta bingehîn Kemal Kiliçdaroglû bi neteweperestê kevneperest Umît Ozdag re mutabaqat kir û tabloya piştî hilbijartinê derkret holê, hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê me li dehan bajaran bi hezaran civînên gel lidar xistin. Di van civînan de me pirsên herî hişk ji gel wergirt, rexnedayina xwe dan û bi hev re li bersiva hin pirsên zehmet geriyan. Mînak gel tespîta wê yekê kir ku nîşandana namzetê xwe li gorî mercên demê nîne.
Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku 27’ê Sibata 2025’an hate kirin jî me bi hezaran civînên gel lidar xistin. Her welatparêzên Kurd ên li daxuyaniya li ser bangê guhdarî û temaşe kir, dilê xwe bi hizirandina li ser ciwan, welat, mal û hezkiriyên xwe yên di 40 salên dawî de winda kirin lê da. Dawiya serdemekê dihat. Wê rojê me şîna her Kurdistaniyekî girt ku êdî ne bi me re bû.
Hevokek heye ku aktîvîstên mafên mirovan dibêjin: ‘Mafek eger hinek di oxira wê de têdikoşe û dixwaze hingî heye’. Nasnameya Kurdan, hebûn û mafê wan di encama berxwedana bi biryar a tevgera azadiyê de heye ku di oxira wê de têkoşiya. Qonaxa destpêkê ya vî mafê hebûnê temam bû. Niha di qonaxa duyemîn de ye. Mekanîzmayên vê qonaxê jî di asta bangê de wê di çarçoveya siyaeta demokratîk de pêk were.
Bendewariyên li ser qonaxa duyemîn di civînên gel de bi pirsan xwe nîşan dan. Gel, piştî naskirina hebûnê dixwaze ku hêza biryarê dide bi şênberî qala misogerkirina azadiyê bi hiqûqê û destûra bingehîn, perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê jiyanê, demokrasiya xwecihî, mafê hêza siyasî, sûdwergirtina ji mafê wekheviyê û welatîbûna azad bike. Li hemberî rîska xitimandina pêvajoyê gel ji nêzîkatiya taktîkî û ewlekarîperest a dewletê bi fikar e û reformên hiqûqî yên şênber û qanûnên entegrasyona demokratîk dixwaze. Pirs di vê çarçoveyê de ne.”
Ceyla Akça bal kişand ser rexneyên di civînên gel de li DEM Partiyê têne kirin û ragihand ku gel hewl dide hebûna komînal biparêze.
‘BAWERIYA GEL A JI DEWAMIYA PÊVAJOYÊ NE JI BER ‘NÊT’ A DEWLETÊ YE’
Li ser hin nirxandinên neyînî yên têkildarî pêvajoyê û gotinên hin derdoran ku îdîa dikin ku ‘pêvajo wê bê encam bimîne’ Ceylan Akça Cûpolo got, “Zemîna siyasetê ya Kurdan ji ber zexta qirkirinê ya dîrokî ‘normal’ nîne, her tim ‘li qiraxa zinêr’ e. Gel bi tecrûbeyên xwe yên dîrokî bi zor û zehmetiyên vê pêvajoyê zane, bi hesabên desthilatdariyê yên di asta bûmeran de zane. Ev tecrûbe xweşbîniyeke hesas û baldar mecbûrî dike. Baweriya gel a li ser dewamiya pêvajoyê ne ji ber ‘nêt’ a dewletê ye. Ji ber wê yekê ye ku aştî û çareserî êdî veguheriye mecbûriyetekê.
Çareserî yan jî aştî ne diyariyek e ku alî bide aliyê din an jî jê bistîne. Şaş e ku garantî û bawerî ji derve, ji dewletê yan jî ji hêzên navneteweyî bê hêvîkirin. Gel vê dibîne. Bawer dike ku jiyana xwe di perwerde, aborî û siyasetê de çiqasî karibe bi rêxistin bike (komîn bike) ewqasî jî pêvajo wê bi ser bikeve. Lewma xwedî li pêvajoyê derdikeve. Lê belê di heman demê de bi baldarî tevdigere.”

