Li gorî agahiyên xwecihî, di çarçoveya çalakiya greva giştî de ya bi boneya salvegera 4’an a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li navçeya Şîno ya ser bi Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê 20 zarok temenê wan jêrî 18’an bi hinceta propagandaya dijî dewletê li ser tevnên civakî binçavkirine.
Hate ragihandin ku lêpirsîn derbarê zarokan de hatiye destpêkirin.
Hate diyarkirin ku piştî lêpirsînê bi kefalet zarok hatin berdan, lê telefonê wan nehatin vegerandin.

