Li Kurdistanê projeyên talanê yên şîrket û komên sermayeyan, her roj zêde dibin. Ev proje gefê li jiyana ekolojik, araziyên çandiniyê û qadên merayê dixwin. Bi van projeyan re hem jiyana xwezayî hem jî gelê herêmê rû bi rûyê xeteriya tunebûna çavkaniyên debarê dimînin, ev yek rasterast bandorê li siberoja herêmê jî dike.
Ji xeynî texrîbata ekolojik, hişkesalî jî her diçe kûr dibe, fealiyetên lêgerîna madenê ya li herêmê tê plankirin jî tejaneyên avê hedef digirin. Yek ji van projeyan jî, navçeya Pasûr a Amedê ye ku şîrketên madenê dixwazin lê fealiyet bimeşînin. Her wiha tê pêşbînîkirin ku li navçeyê di çarçoveya Projeya Bendeva Sîlwanê de bi dehan gund di bin avê de bimînin.
Herêm bi gundê Gavgas re, derdora Kuyê, Arketin, Awdegês û Xuruçê jî digire nava xwe. Xebata madenê ya li herêmê tê plankirin, gefê li çavkaniyên ava vexwarinê ya bi sedan gundan dixwe. Dest bi xebatên sondajê hatiye kirin, lê ji ber berxwedana gundiyan proje birin dadgehê. Eger proje bikeve meriyetê, wê bi deh hezaran kes rû bi rûyê xeteriya bêaviyê bimînin.
PROJEYA KU TEJANEYA AVÊ TINE DIKE
Şîrketa Kiliç Kardeşler Madencilik İnşaat Muhendislik ve Proje Hizmetleri Sanayi ve Ticaret Limited, ji bo lêgerîna madena zêr, sifir û hesin projeyek amade kir. Piştî ku di çarçoveya Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) de ji bo projeyê biryara “erênî” hate dayîn, şîrketê sala 2024’an li herêmê dest bi xebatan kir. Lê belê, şîrket rastî berxwedana gundiyan hat.
Wezîfedarên şîrketê ji bo xebatên sondajê bi cendermeyan re ketin gund. Gundiyan nerazîbûn nîşanî rayedaran da û nehiştin ku rayedar bikevin qada projeyê.
TEVÎ RAPORA DÎSKÎ JÎ MADEN HATE ERÊKIRIN
Qada ku dixwazin projeyê lê bixin meriyetê, hem zozan hem jî mera ye. Pêdiviya ava vexwarinê ya niştecihên 60 tax û mezrayên navçeyê jî, ji vê havzayê tê pêşwazîkirin.
Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) têkildarî mijarê rapor amade kir û ev hişyarî da: “Li vir divê ti lêgerîneke madenê neyê kirin, ev der havzaya avê ye.” DÎSKÎ ev hişyarî gihand Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), tevî vê yekê jî MAPEG’ê li herêmê ji bo fealiyetên madenê ya koma 4’an destûr da. Li dijî projeyê, têkoşîna hiqûqî û civakî ya gundiyan, DÎSKÎ’yê û parêzeran dewam dike.
LI GUND JINÛVE KEŞIF HATE KIRIN
Herî dawî gundiyan daxuyanî dan û proje veguheztin dadgehê. Gundiyan bi Baroya Amedê re hem ji bo betalkirina biryara erênî ya ÇED’ê hem jî betalkirina ruhsata madenê, doz vekirin.
Doz li Dadgeha Îdareyê ya 2’yemîn a Amedê tê dîtin. Di dozê de biryar hate dayîn ku jinûve keşif were kirin. Di vê çarçoveyê de heyeteke ku gundî û parêzer jî di nav de bûn, rojên borî çûn herêmê û tevlî xebata keşfê bûn. Gundî diyar dikin ku ew hêvî dikin pêvajoya keşfê li gorî xwesteka wan bi encam bibe û destnîşan dikin ku ew ê li dijî projeyê têkoşîna hiqûqî û civakî bidomînin.
‘WÊ LI DEHAN QADÊN NIŞTECIHIYÊ PIRSGIRÊKA AVÊ ÇÊBIBE’
Hevşaredarê Pasurê Murad Îpek diyar kir ku proje ji xeynî ava vexwarinê, wê çavkaniyên avê yên ji bo sewalan û baxçeyan tên karanîn jî tune bike û got, projeya madenê ti feydeyê nade navçeyê. Îpek têkildarî hûrgûliyên projeyê û texrîbata muhtemel, ji ajansa me re axivî.
Murad Îpek destnîşan kir ku li navçeyê pirsgirêkên cidî yên avê hene û got, “Li Herêma Îslamkoy û Gavgasê tê xwestin ku li qadeke nêzî 5 hezar hektarê xebata madenê were meşandin. Eger ev proje bikeve meriyetê, em ê rû bi rûyê pirsgirêkeke cidî ya avê bimînin. Bi vê yekê re wê li ser çemên li Herêma Gavgas, texrîbateke cidî çêbibe. Eşkere ye ku wê xweza were qirkirin.”
Îpek da zanîn ku weke şaredarî ew xebatên ji bo zêdekirina çavkaniyên avê didomînin, lê projeyên madenê her diçe van xebatan zehmet dike.
‘EM Ê LI KÊLEKA GEL TÊBIKOŞIN’
Murad Îpek diyar kir ku projeya madenê wê car din bibe sedemê koçberiyê û got, xebatên wan ên têkildarî vê yekê û lêgerîna destekê dewam dikin. Îpek destnîşan kir ku divê ew li dijî vê projeya bi zirar, li kêleka gel têbikoşin.

