În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ji bo Şehîdên Azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî kom dikin hişyar bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê
Kurdistan

Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ji bo rêveçûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê ew serdana Îmraliyê bikin û got, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, qanûna dewletê nakeve meriyetê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2026 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bernameya Hevpeyvîn a NÛÇE TV re axivî. Bayik di hevpeyvînê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di kîjan astê de ye?

Qanûna ku li Meclîsa Tirkiyeyê hate derxistin li gorî daxwaza me nebû. Dewleta Tirk ev qanûn ne li gorî daxwazên me, lê bi giranî li gorî berjewendiyên xwe derxist. Armanca bingehîn a vê qanûnê bêçekkirina gerîla û belavkirina wan e. Di qanûnê de hin xal hatine nivîsandin; ev ji bo me gelekî girîng nîne. Ev qanûna wan e; qanûnên me jî hene. Ne qanûnên wan bi cih têne anîn, ne jî qanûnên me bi cih têne anîn. Di navber me û dewleta Tirk de li ser vê qanûnê têkoşînek heye.

Ji bo me ya girîng ew e ku Rêber Apo karibe vê pêvajoyê bi rê ve bibe û ji bo serxistina pêvajoyê şert û mercên pêwîst bêne afirandin. Di vê qanûnê de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd esas nîne. Rêber Apo dixwaze pirsgirêka Kurd li dora maseyê bê çareserkirin. Bahçelî jî hin daxuyanî da; ji aliyê fermîbûna meseleyê ve, ev yek girîng bû. Ji bo me jî girîng e. Eger pêşî li Rêber Apo bê vekirin û derfetên karkirinê jê re bêne dayin, dikare vê pêvajoyê bi ser bixîne.

Beriya ku qanûn bikeve rojeva Meclîsê nêrîna we hate wergirtin?

Rêber Apo bêyî me ti gavê neavêje, nêrîna me werdigire. Dibe ku em bi dewleta Tirk û Îmraliyê re hevdîtinên yekser nakin; lê belê em nêrînên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rêber Apo dema ku dixwaze gavekê biavêje, biryar û nêrînên me werdigire. Bi rêya heyeta DEM Partiyê peyaman dişîne û werdigire. Rêber Apo biryara fesixkirina PKK’ê di encama hevdîtineke bi dewleta Tirk re neda; ev gav bi îradeya xwe avêt. Rêber Apo ji xwe, tevgera xwe û gelê xwe bawer dike. Ji bilî vê garantiyeke xwe nîne.

Gelo dewleta Tirk wê di mijara pirsgirêka Kurd de gavekê biavêje?

Dewlet berjewendiyên xwe esas digire, lê berjewendiyên me û gelê me jî hene. Qanûn bingehek e, li ser vê bingehê kar dikare bê kirin û hin encam dikare bê bidestxistin. Eger li Tirkiyeyê demokrasî bi pêş ve neçe, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevgera me û Rêber Apo vê qanûnê kêm dibîne. Em bi sebir, zanebûn û nêzîkatiyeke stratejîk gavê diavêjin. Li Rojhilata Navîn Kurd hêzek e. Hin hêz dixwazin vê hêzê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê em dixwazin vê hêzê bixin xizmeta gelê Kurd.

Di nava bûyerên li cîhanê diqewimin de gelo wê pirsgirêka Kurd çareser bibe?

Dema ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir, pirsgirêka Kurd kete rojevê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dem û zemîn ava bû. Ya ji niha û pê ve bi yekîtiya Kurdan ve girêdayî ye. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi yekîtiya Kurdan dibe.

Dewletê ji we xwest ku serdana Îmraliyê bikin?

Heta ku qanûn bikeve rojeva Meclîsê hin kar hate kirin. Bi taybetî Rêber Apo ev kar meşand. Ji axaftinê bêhtir divê li qadên siyasî û hiqûqî gavên pratîkî bêne avêtin. Rojnamevan û şêwirmend wê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re biçin. Divê hin siyasetmedar û akademîsyen jî biçin Îmraliyê. Ev yek divê di rojên pêş de pêk were. Di nava civaka Kurd û Tirk de gelek fikar hene; xîtaba Rêber Apo van fikaran ji holê radike. Nêzîkatiya Tirkiyeyê me jî dixe nava fikaran. Divê KCK jî karibe serdana Îmraliyê bike. Em ê jî biçin Îmraliyê. Ji Kurdan bêhtir pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê gavê heye. Ji ber ku rewşa dewleta Tirk baş nîne. Şerê li cîhanê diqewime Tirkiyeyê gelekî tengav dike. Tirkiyeyê bi hemû derfetên xwe xwest ku PKK’ê têk bibe, lê belê nekarî vê armanca xwe pêk bîne.

Di navbera we û Ocalan de têkiliyeke yekser heye?

Têkiliyên me hene, lê yekser nîne. Bi rêya hin aliyan danûstandin heye. Piştî ku qanûn derket û her tişt qanûnî bû divê hevdîtin pêk werin. Divê pêvajo bi lez biçe serî, bi ser bikeve. Serokkomarê Tirkiyeyê jî dema dawî got, divê pêvajo bi lez bibe. Di nava Tirkiyeyê û li derve hin alî hewl didin pêvajoyê sabote bikin. Naveroka qanûna ku hate derxistin pêvajoyê dereng dixîne. Ji ber vê nêzîkatiyê û giraniya Tiriyeyê ya li ser mijara gavavêtinê, dibe ku pêvajo ne heta meha yanzdehan, lê heta salekeke din jî dirêj bibe.

Erdogan çima heta niha bi KCK’ê re têkilî dananî?

Me ji Rêber Apo re got, b navê tevgerê dikare pêvajoyê bimeşîne. Me ev wezîfe dan wî. Ji ber vê jî dewlet wî esas digire. Her çend înîsiyatîf bi wê re jî be, Rêber Apo tevgerê û gelê xwe esas digire. Nêrîn, daxwaz û rexneyên me li ber çavan digire.

Hûn rola Abdullah Ocalan niha çawa dibînin?

Rêber Apo di pêvajoyê de bi roleke girîng radibe. Me wezîfe da wî ku bi navê tevgerê bi dewletê re têkiliyê dîne û danûstandinan bike; bi serê xwe gavê neavêje.

Daxwazên we ji dewleta Tirkiyeyê çi ye?

Daxwazên me eşkere ne. Em 50 salan têkoşiyan, me berdêl dan û êşên giran kişand. Dawiya dawî me gelê Kurd rakir ser piyan. Kurd dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Ev mafê me yê herî xwezayî ye. Em tiştekî zêde ji dewleta Tirk naxwazin. Em naxwazin dewleta Tirk parçe bikin û dewletekê ava bikin. Dewlet azadiyê nade Kurdan, zextê dike.

Gelo mafên Kurdan wê di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de cih bigirin?

Heta niha di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de ji bo Kurdan tiştek nîne. Li dijî Kurdan siyaseta înkarê tê meşandin. Em dixwazin di qanûnên Tirkiyeyê de guhertin bêne kirin. Li Tirkiyeyê Kurd li derveyî hiqûq û edaletê hatin hiştin. Ji bo mafên Kurdan di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de bi cih bibin em dixebitin. Tirk bi alîkariya Kurdan ji zor û zehmetiyan xilas bûn. Her çi pêşketin çêbû be ev yek bi desteka Kurdan çêbûye. Ev yek di dîrokê de hatiye belgekirin; lê belê wan ev dîrok veşartine. Em niha vê dîrokê derdixînin holê. Dewlet dibêje, eger gerîla dest ji çekê berde wê ji bo Kurdan guhertinan bike û gavan biavêje.

Bi çekdanîna PKK’ê re ev pirsgirêk wê çareser bibe?

Dema ku me kongreya xwe lidar xist û PKK fesix kir, me biryar da ku divê Rêber Apo partiyê bixebitîne. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê. Zemîna vê heye û dema wê hatiye. Divê dewlet li pişt daxuyaniyên xwe bisekine. Eger Rêber Apo azad nebe em ê çekê danînin û neçin Tirkiyeyê. Dema ku me çek danî divê mafê me yê meşandina karê siyasî hebe. Di heman demê de divê qanûn jî bêne guhertin.

Dema ku PKK’ê dest ji çekan berda, Kurd wê çawa bêne parastin?

Di hiqûqa Tirk de cihê Kurdan nîne. Eger guhertin neyê kirin, wê polîtîkayên zext û tinekirinê yên li dijî Kurdan dewam bike. Eger Tirkiye bi vî mejî dewam bike wê zerarê bibîne. Em ji dewleta Tirk bawer nakin û bi guman nêzîk dibin. Heta niha girtiyên siyasî nehatin berdan; gelek ji wan jî nexweş in. Divê girtîgeh bêne valakirin. Dewletê hîn kesek ji ‘lîsteya terorê’ dernexistiye. Em amade ne ku dest ji çekan berdin, em ne evîndarê çekê ne. Me ji bo parastina gelê xwe rahişt çekê. Em careke din şer naxwazin. Me ev yek ji cîhanê re ragihand, lê belê em garantiyê dixwazin. Dewlet jî digirse û bi guman nêzîk dibe.

PKK ji aliyê rêxistinî ve fesix bû, lê belê ev yek nayê wê wateyê ku ruhê PKK’ê ji holê rabûye. PKK’ê di nava civaka Kurd de ruhek afirand û ew zindî kir. Di nava 50 salî de me şaşitî kir; ev yek bû sedem ku encamên me dixwest nikaribin bi dest bixin. Me dît ku eger em bi vê rêbazê dewam bikin dibe ku xeterî rû bidin. Me dest ji têkoşînê bernedan, em tevgereke têkoşînê ne.

Fesixkirina PKK’ê çawa hate pêşwazîkirin?

Hin kesan ev qebûl nekir, hin kes dudil bûn, guman ket nava gel jî; lê belê vê rewşê zêde dirêj nekir. PKK êdî bi rengekî siyasî kar dike. Em ê ti carî dest ji azadiyê û gelê xwe bernedin. Em ji bo hemû gelan têdikoşin.

Endamên PKK’ê piştî ku dest ji çekan berdan wê çi bikin?

Endamên PKK’ê wê xizmetê ji gelan re bikin. Van endaman jiyana taybet li xwe heram kirine; jiyana wan ji bo azadiya gelan û welatê wan e.

Têkiliyên we bi PDK û YNK’ê re çawa ne?

Ji bo yekîtiya Kurdan firsendeke dîrokî derketiye holê. Em amade ne ku bi her kesî re li dora maseyê rûnên û ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan kar bikin; di vê mijarê de şertekî me nîne. Li Başûrê Kurdistanê avanebûna hikumetekê metirsî ye. Divê em hemû destketiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin. Dewlet dixwazin statuya Başûr ji holê rakin. Rêber Apo xwest bi lîderên PDK û YNK’ê re hevdîtinê bike. Bi rayedarên Başûr re hin hevdîtinên me çêbûn, em nêrînên hev digirin.

Hûn fesixkirina QSD’ê û entegrasyonê çawa dinirxînin?

Entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku her tişt radestî dewletê bê kirin. Divê herêmên Kurdan xweser bin. Dewleta Sûriyeyê dixwaze li Rojava weke rejîma Baasê tevbigere. Divê Kurd zîhniyeta Baasê careke din qebûl nekin. Me qetilkirina Sîpan Hiznî û bûyera li girtîgeha Kobanê şopand. Rojava berdêlên giran da û cîhan ji DAÎŞ’ê rizgar kir. Mirovahî deyndarê Rojava ye.

Li ser wezîfeya nû ya Mazlûm Ebdî rexne hene?

Mazlûm Ebdî got, ew ê ti wezîfeyê qebûl neke û di nava gel de be. Ev gotin di cih de bû. Lê belê dema dawî bû şêwirmendê Şara. Eger ev bi navê Kurdan bûya, wê demê pirsgirêk nedibû. Rexneyên heyî di cih de ne. Em jî rexne dikin, ji ber ku diviyabû qebûl nekiribûya.

Dostên Kurdan kî ne?

Kurd tenê bi hev re dikarin bibin dost. Ji bilî vê hêzek nîne ku mirov karibe bibêje ‘Ev dostê Kurdan e’. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em têkiliyê pê re danînin.

Hûn daxwazinên li ser radestkirina çekên YBŞ’ê çawa dinirxînin?

Kurdên Êzidî dixwazin ji bo entegrasyona demokratîk a bi Iraqê re gavê biavêje. Eger ev pêk were wê baş be. Xuya ye Iraq dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Texmîn dikim ku PDK, Tirkiye û Îran vê naxwazin.

Aqûbeta Kampa Mexmûrê wê çi be?

Eger pêvajo bi ser bikeve dosya wargeha Mexmûrê jî wê çareser bibe. Tirkiye û dewleta Iraqê biryar dane ku şêniyên wargeha Mexmûrê vegerin Tirkiyeyê. Ji bo vê gavê pêwîstî bi garantiyan heye. Qendîl keleha Kurdan e. Em gelê Qendîlê teslîmî kesî nakin; divê xwe biparêzin. Parastina Qendîlê wezîfeya hemû Kurdan e.

Hûn rewşa li Rojhilat çawa dinirxînin?

Eger rejîma Îranê pirsgirêkên Kurdan çareser neke wê hilweşe. Divê Kurdên li Rojhilat xwe bi rêxistin bikin û xwe amade bikin. Eger entegrasyona demokratîk bi ser nekeve, şer bibe jî divê xwe ji şer re amade bikin. Me ji bo pêvajoya aştiyê hin gav avêt, ji bo vê jî zemînek ava kir. Em dixwazin vê zemînê xurt bikin û bi ser bixînin. Bi rêya siyasetê em ê hîn bêhtir encaman bi dest bibxin. Eger pêvajo bi ser nekeve, em ji şerekî mezin re jî amade ne. Heta ku em armancên gelê xwe pêk nînin em ê dest ji têkoşînê bernedin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê hevdîtinan dike

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana partiya Komunî hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya şerê Xezeyê ya nû: 37 hezar û 266 mirî

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîlê li navenda artêşê ya li Şamê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li navenda artêşê ya hikumeta demkî ya li Şamê xistiye.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê: Li Sûriyeyê hîna zêdeyî 800 kes di kampan de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?