Li gorî nûçeya ANHA’yê, li bajarokê Eyaşê yê gundewarên rojavayê Dêrazorê dengê teqînekê hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn di depoyeke çekan de çêbûye û birîndar hene. Ambulansan berê xwe dan cihê bûyerê.
Heya vê kêliyê daxuyaniyên fermî der barê sedemên teqînê û hejmara birîndaran de nehatin bidestxistin.

