Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Nîhat Demîr bandora gengaz a Pêvajoya Aştî Û Civaka Demokratîk a li ser kedkaran ji ANF’ê re nirxand.
Nîhat Demîr anî ziman ku pêvajoyên şer zerara herî mezin da kedkaran û got, “Ji ber ku barê şer ti carî ne li ser milê dewlemendan bû; her tim kete ser milê karkerên li febrîqeyê, kedkarên li nava zeviyan, hostayên li înşaetê, jinên li bazarê û ciwanên li paşeroja xwe digerin. Şer ne tenê dibe sedema mirovan, di heman demê de xizaniyê mezin dike, bêkariyê zêde dike, rêxistiniya sendîkayî lawaz dike û bikaranîna mafên demokratîk zehmet dike. Dema ku polîtîkayên ewlekariyê derdikevin pêş daxwazên kedkaran ji nedîtî ve tên. Mûçeyê karkeran, mercên kar û ewlehiya kar nayên nirxandin. Halbûkî em zanin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Aştî navê wê pergala civakî ye ku mûçeyên karkeran di dema xwe de tê dayin, kes ne birçî ye, her kes dikare mafên xwe yên sendîkayî bi rengekî azad bi kar bîne.”
‘ÇARESERIYA DEMOKRATÎK WÊ BANDORÊ LI ÇÎNA KARKER A TIRKIYEYÊ JÎ BIKE’
Demîr diyar kir ku ev mesele ne tenê meseleyeke nasnameyê ye, di heman demê de meseleyeke kedê ye û got, “Neçareseriyê bi sallan gelê herêmê bi xizanî, koçberî û bêkariyê re rû bi rû hişt. Mirov ji gundên xwe bûn, li bajarên mezin neçar man ku li karên giran bi mûçeyê herî kêm bixebitin. Beşeke girîng a bi milyonan kedkarên îro li Tirkiyeyê neewle dixebitin zarokên wan malbatan e ku neçar man koç bikin. Li cihê ku aştî nebe razemenî jî hilberîn jî parvekirina wekhev jî nabe. Ji ber vê yekê çareseriya demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo paşeroja aboriyê ya tevahiya çîna karker a Tirkiyeyê girîng e.”
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Nîhat Demîr ragihand ku budçeya welatekî di heman demê de wijdanê wî welatî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li şûna şer dema ku çavkanî ji mirovn re bê veqetandin dikare hîn bêhtir dibistan bêne avakirin, nexweşane bêne vekirin, avahiyên dikare li ber erdhejê li be xwe bide bêne lêkirin, kedkar karibin bi rengekî mirovane bijîn, ciwan kar peyda bikin û zarok perwerdeyeke xurt werbigire. Niha yên ku pereyê xwe hebe dikare biçe nexweşxaneyên herî baş, yên ku tine be bi mehan li benda dorê disekine. Yên ku pereyên xwe hebe dikare zarokên xwe li dibistanên herî baş bidin xwendin, yên tine be jî ji paşve dest bi pêşbirka perwerdeyê dikin. Em nikarin ji vê re bibêjin edalet. Eger em li heman welatî bin hingî divê tenduristî jî perwerde jî stargeh jî ji bo her kesî wekhev be.”
‘PARASTINA AŞTIYÊ HER WIHA WEZÎFEYA SENDÎKAYAN E’
Nîhat Demîr destnîşan kir ku meseleyên tevahiya civakê eleqedar dikin nabe ku tenê ji saziya siyasetê re bêne hiştin û got, “Ji ber ku gel berdêla aştiyê da. Lewma divê xwediyê aştiyê jî gel bi xwe be. Karker, rêxistinên jinan, sendîka, rêxistinên ciwanan, odeyên pîşeyî, akademîsyen û nûnerên civaka xwecihî divê parçeyê xwezayî yê pêvajoyên muzakereyê bin. Ji ber ku yên jiyanê hildiberînin ew in. Yên ku demokrasiyê mezin bikin jî mafên wan ên gotinê ye.”
Demîr diyar kir ku sendîka ne tenê ew sazî ne ku peymanên tomarî dikin û got, “Sendîka wijdanê kedê ye. Bi qasî ku keda karkeran diparêze divê mafê jiyanê jî biparêze. Parastina aştiyê ne tenê wezîfeya siyasetê ye, di heman demê de erka têkoşîna sendîkayî ye. Ji ber ku li cihê ku şer lê heye ne mafê sendîkayî dikare bi pêş bikeve ne jî demokrasî dikare xurt bibe Wezîfeya me ne ew e ku karkeran berdin hev; mezinkirina berjewendiyên hevpar ên kedkarên Kurd, Tirk, Ereb, Laz, Çerkes e ku li heman vardiyayê dixebitin.”

