Li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ku Şîrketa VBZ Înşaat Tîcaret ve Lîmîted dixwaze li qadeke ji 300 donimî ya li gundikê Bûdûka yê gundê Çixsê yê navçeya Pasûr a Amedê çêbike, gundî kon vedan û dest bi nobedê kirin. Bi pankarta bi nivîsa “Şîrketa VBZ Înşaatê dixwaze bi ÇED a sexte çêgera me û gola me tine bike” dest bi berxwedanê kirin û di vê berxwedana xwe de bi biryar in. Gundiyên ku bi walî re hevdîtin kirin, lê belê çareseriyek peyda nekirin bi gotina, “Em heta dawiyê li vê derê ne” biryardariya xwe ya li dijî projeyê nîşan didin.
Gundiya têkildarî projeyê wekalet dan Baroya Amedê. Daxwaza gundiyan a ku li dijî projeyê doz vekirin ji aliyê heyeta pispor a nû ve hate qebûlkirin. Di nava vê demê de şîrketê “Rapora ÇED’ê ya sexte” amade kir û eşkere bû ku wêneyekî ne yê herêmê lê bi cih kir. Baroya Amedê ji bo betalkirina biryarê li Dadgeha Îdarî ya li Amedê doz vekir. Doz ji ber ku cihê di raporê de hate diyarkirin ji bo projeyê guncaw hate dîtin, hate redkirin. Li dû vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin.
Li qadeneke nêzî çêrgeh û gola ku tê xwestin GES lê bê çêkirin, nobed hate destpêkirin. Ji 7 heta 70 salî gelek gundî tevlî bûne. Gundiyan diyar kirin ku wan mijar ji walî re ragihandin lê belê walî ji wan re gotiye, “Em projeya herî baş a Diyarbakirê ji we re çêdikin, hûn îtiraz dikin.” Şêniyên tevlî nobedê bûn daxwazên xwe û zerarên ku proje bi xwe re bîne ji ajansa me re nirxandin.
Ji parêzerên dosyayê Serokê Komîsyona Ekolojî û Hawirdorê ya Baroya Amedê Ahmet Înan bal kişand ser wêneyê ne rast ê di projeyê de û got, “Di vir de sextekariya di ewraqê û bikaranîna nebaş a wezîfeyê heye. Li gel vê yekê jî heyeta pispor û dadgehê qad guncaw dît û li gel rapora ÇED’ê jî ev bêûsilî dewam kir. Niha dosya li ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn e. Ji bo betalkirina projeyê wê doza betalkirina bê vekirin.”
Ji gundiyan Şermîn Şeker jî anî ziman ku du sal in li dijî vê projeyê ji bo parastina gund û çêrgeha xwe têdikoşin û got, “Piştî ku zext zêde bûn me dest bi vê çalakiya nobedê kir. Tê payin ku şîrket bê û înşaet destpê bie. Ji bo bibin asteng li pêşiya wan, me jî dest bi vê nobedê kir. Ew dixwazin ku em li gundê xwe nemînin. Li hemberî vê yekê em ê gundê xwe neterikînin. Em ê li xaka xwe li her awayî nearzîbûna xwe nîşan bidin. Piştî ku ev proje kete meriyetê wê qadek nemîne ku em sewalên xwe lê biçêrînin. Em sewalkariyê dikin, eger çêrgehên me tine bibin hingî çavkaniya me ya debarê jî namîne.”
Xatûn Demîrhan jî got, “Bi vê projeyê re wê zerar bigihêje heywanên me û qadên me. Ev proje bi kêrî me nayê. Em naxwazin ev proje bê çêkirin. Ev proje gefê li çavkaniyên me yên debarê dixwe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, ji bo gundê xwe têbikoşin. Divê gundî hemû li ber vê projeyê rabin û destûrê nedin. Ev proje gefê li her tiştên me dixwe. Wê hewaya me qirêj bikin, ava me qirêj bikin, gola me tine bikin. Ev proje li ber deriyê mirovan tê çêkirin. Hewa ji xwe germ e û av nîne. Bi vê yekê wê germahî zêdetir bibe û zerar bigihêje heywanên me. Em naxwazin bê çêkirin.”

