Duşem, 10 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûme ‘Qanûna Çarçoveyê’ sibe dikeve roja Civata Giştî ya Meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Qanûn bi rêvebirina Rêber Apo dikare bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzerê Îtalî: Diyarnekirina statuya Ocalan pirsgirêkeke girîng e
Rojane

Parêzerê Îtalî: Diyarnekirina statuya Ocalan pirsgirêkeke girîng e

Parêzerê Îtalî Ezio Menzione anî ziman ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ji bo paşeroja pêvajoyê destpêkeke erênî ye û got, hîn jî pirsgirêkeke mezin e ku statuya Rêber Apo nehatiye diyarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ya bi navê “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hate amadekirin, piştî ku radestî Serokatiya Meclîsê hate kirin li Komîsyokna Edaletê hate qebûlkirin.

Parêzerê Îtalî Ezio Menzione ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyê ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Menzione anî ziman ku piştgiriya hemû partiyan a ji bo pêşnûmeya qanûna çarçoveyê erênî ye, vê qanûnê pêvajo derbasî ser zemîneke hiqûqî û siyasî kiriye û got, “Bi dîtina min ev qanûna çarçoveyê xerab nîne. Piştgiriya hemû partiyan, partiyên muxalîf jî cihê silavkirinê ye.”

Ezio Menzione diyar kir ku divê bi şênberî bê nîqaşkirin ku ji niha û pê ve wê çi bê kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Êdî dem nema ye ku bi rengekî giştî bê nîqaşkirin. Ji niha û pê ve divê her nuqteyek di çarçoveya perspektîfa hiqûqî û siyasî de bê nirxandin; ji ber ku pêşvebirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û biserxistina armancên wê bi vî rengî dibe.”

Ezio Menzione destnîşan kir ku divê Meclîs qanûnê erê bike, sererastkirinê qanûnî bike û got, “Ji bo bicihanîna qanûnê pêwîstî bi hin sererastkirinên din heye. Lê belê ev yek destpêkeke baş e.”

Parêzer Menzione diyar kir ku yek ji kêmasiyên herî girîng ên pêşnûme qanûna çarçoveyê û yek ji nuqteyên wê yên krîtîk diyarnekirina statuya Rêber Apo ye û got, “Nayê qebûlkirin ku Ocalan li derveyî qanûnê, yanî li derveyî derfetên ku pêşnûme qanûn pêşkêş dike bê hiştin. Ev rewşeke cihê xemgîniyê ye, gelekî neyînî ye. Ev nuqteya herî krîtîk e, ji ber ku Ocalan di tevahiya pêvajoyê de aktorê sereke ye. Dervehiştina Ocalan a li pêvajoyê bû rewşeke nediyar bê pêvajo çawa bê pêşvebirin.”

Ezio Menzione ragihand ku tevlîkirina Ocalan li pêvajoyê û zelalkirina statuya wî girîng e û got, “Bêyî Ocallan pêvajo wê çawa dewam bike; zehmet e ku mirov li vê yekê bifikire. Destpêkê ji bo Ocalan girtîgeha malê dikare bibe. Girîng e ku Ocalan di asteke welê de be ku karibe li ser pêvajoyê bixebite ku du salên dawî vê yekê dike. Di ser destpêkirina pêvajoyê re du sal derbas bûn. Hêvîdar im wê statuya Ocalan diyar bibe. Ji ber ku li Îmraliyê nikare li gorî pêwîstiya pêvajoyê rêbertiyê ji gelê Kurd re bike. Ocalan ne tenê lîderê PKK’ê ye, divê weke lîderê hemû Kurdan bê dîtin.”

Ezio Menzione her wiha rexne kir ku mijara danîna çekan û erka piştrastkirina vê yekê ji Desteya Ewlekariya Mîllî re tê hiştin û got, “Diviyabû li şûna desteyeke ser bi hikumetê ev wezîfe ji desteyeke taybet a parlamenteran re bihata hiştin.”

Parêzer Menzione got, “Danîna çekan, piştrastkirina vê yekê û berdana muxalîfan divê weke pêvajoyê ji hev cuda neyên dîtin” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi dîtina min divê ev hemû di heman kêliyê de pêk werin. Ev yek wê pêvajoyê xurtir bike. Berdana muxalîfan wê danîna çekan xurt bike.”

Menzione destnîşan kir ku qanûn tenê beşek ji pêvajoya aştiyê ye û got, “Gelek mijarên civakî hene ku di nava pêşnûmeyê de cih negirtine. Li bo pêkanîna aştiyeke mayinde li gel danîna çekan û sererastkirina hiqûqî, meseleyên mercên civakî yên Kurdan, ziman û meseleyên din ê civakî divê ji sernavên sereke yên pêvajoya aştiyê bin. Ji niha û pê ve şêweyê derketina qanûnê ji Meclîsê û pêkanîna guhertinên têne hêvîkirin wê ji bo paşeroja pêvajoyê diyarker be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe
Nûçeya Pişt re Gundî ji bo qadên xwe yên jiyanê di nobedê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma gerîla bûn hestên xwe anîn ziman

Dayikên Şengalê yên tevlî merasîma şewitandina çekan a gerîla bûn, sekna gerîla silav kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Dayika Sakîne yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Sakîne Arat a di 91 saliya xwe de jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên gerîla ji hewayê ve li dagirkeran xistin

HPG'ê diyar kir ku Yekîneya Şehîd Axîn Mûş li Zap û Xakurkê ji hewayê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Demîrtaş û Mizrakli peyama ‘pêvajoyê’ ji Lîjneya Giştî re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Greenlandê hişyariya sondajê da şîrketa petrolê ya girêdayî Trump

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?