Zanyarê siyasetê û nivîskar Mehmet Zahîr Saritaş qanûna çarçoveyê û qonaxên ji niha û pê ve ji ANF’ê re nirxand.
Saritaş pêvajoya bi Qanûna Çarçoveyê re di çarçoveya têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd de nirxand û anîn ziman ku qanûn di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê weke destpêkekê girîng bê dîtin.
Saritaş ragihand ku anî ziman ku ji destpêka pêvajoyê û vir ve di gavên hatin avêtin û qonaxa heyî ya pêvajoyê de bi giranî hewldan û înîsiyatîfa Rêber Apo diyarker bû û got, “Dewlet, desthilatdarî û Bahçelî bi giranî di pozîsyona xwedîderketin û piştevaniya pêvajoyê de bûn. Muxalefeta bingehîn û hin partiyên din jî erênî nêzîk bûn û piştgirî dan.
Lê belê bi vê qanûnê re wê êdî înîsiyatîf û berpirsyarî bikeve ser milê desthilatdariyê. Ev yek ji aliyê qonax û asta pêvajoyê ve ya divê bibe. Ji bo mesele ji ser zemîna şer bê derxistin aktorê bi rola diyarker rabû Birêz Ocalan bû. Ev yek bi hesasiyet û înîsiyatîfeke mezin gihîşt vê astê.
Niha dor hat wê yekê ku dewlet û desthialtdarî gavan biavêje û di vê çarçoveyê de ev qanûna çarçoveyê yan jî destpêkê tê derxistin. Lewma di vê qonaxê de divê dewlet û desthilatdarî bi înîsiyatîfê rabe û ev yek rewşeke xwezayî ye. Eger dewlet û desthilatdarî pêwîstiyên vê qanûnê bi hesasiyetê bi cih bîne û di nava pêvajoyê de azadiya Birêz Ocalan pêk were, wê karibe rol û mîsyona xwe hîn baştir bi cih bîne. Bi vî rengî wê meseleya Kurd bi temamî ji ser zemîna şer bê derxistin.”
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û QONAXA NÛ
Mehmet Zahîr Saritaş diyar kir ku ji bo meseleya Kurd li ser zemîna siyasî demokratîk bê çareserkirin divê qanûnên pêwîst bêne derxistin û got, “Piştî ku ev qonax bi serketî temam bû, meseleya Kurd wê ji ser zemîna siyaseta demokratîk derbasî qonaxa çareseriya demokratîk bibe. Yanî derbasî avakirina komara demokratîk a bi entegrasyona demokratîk bibe. Di vê qonaxê de hem dewlet û desthilatdarî, hem jî Birêz Ocalan û Kurd ji bo meseleya Kurd divê plan û bernameyên stratejîk ên çareseriya meseleya Kurd ava bikin. Divê bernameyên çareseriyê jî bi rêbaza muzakereya demokratîk nîqaş bikin.
Di vir de jî divê alî xwedî înîsiyatîfeke wekhev bin. Yanî divê dewlet nekeve nava nêzîkatiyeke yekalî. Piştî van nîqaşan wê mutabaqateke çareseriyê bê afirandin. Weke qonaxa dawî jî pêwîstiyên vê mutabaqatê jî wê bi sererastkirinên qanûnî û destûra bingehînî li Meclîsê bêne derxistin. Bi vî rengî wê meseleya Kurd bi rengekî demokratîk bê çareserkirin. Ev yek di heman demê de wê bibe demokratîkbûna Tirkiyeyê.”

