Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê û mamoste Seîd Çomlek duh di wesayîta xwe de mirî hate dîtin.
Cenazeyê Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Seîd Çomlek ji nexweşxaneya Şehîd Hogir hate wergirtin û li Goristana Şehîd Nûjîn hate veşartin.
Seîd Çomlek ku mamoste bû, ji ber polîtîkayên zilmê yên dewleta Tirk di sala 1994’an de bi salan jiyana penaberiyê jiyan kir. Çomlek di perwerdehiya zarokên xelkê ku li Bakurê Kurdistanê ji cihê xwe hatin kirin û di rêxistinkirina wargehê de rolekî girîng lîst.

