Rêxistina Mafê Mirovan ya Hana têkildarî qetilkirina jinekê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevjînê wê ve raporek weşand.
Di raporê de hate gotin ku jina binavê Neda Celîlyan (26) ku ji gundê Wiştepe yê ser navçeya Bokan û nîşteciha bajarokê Melêkan ya Ûmiyeya Rojhilatê Kurdistanê bû ji aliyê hevjînê xwe ve bi lêdan, îşkence û herî dawî xeniqandinê hate qetilkirin.
Rêxistinê eşkere kir ku Neda Celîlyan dayika zarokek çar salî bû. Her wisa di raporê de hate gotin ku tometbar xwestiye bûyerê weke “xwekuştin” nîşan bide, lê piştî rapora tiba edlî derketiye holê ku ji aliyê wî ve hatiye qetilkirin, paşê wî jî îtiraf kiriye û li ser vê yekê hate binçavkirin.
Çalakvanên mafên jinan tekez dikin ku bikaranîna peyva “pirsgirêkên navmalî” ji bo bûyerên wiha asta xeteriya tundiya li ser bingeha zayendî vedişêre. Her wiha destnîşan dikin ku nebûna qanûnên parêzvan û bibandor ji bo parastina jinan tundiyê, bûye sedema zêdebûna bûyerên qetilkirina jinan.

