Koma Alîgirên Amedsporê ya bi navê KuçeAmed û ciwanan ji bo piştevaniya pêngava “Rabin” ku Platforma Şiyar Be li dijî hişbir û fihûşê daye destpêkirin li Qada Batikentê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê di 5ê Tebaxê de ji bo sê rojan çalakiya nobedê li dar xisti bûn. 6 ciwanên ku tev li çalakiya nobetê bûn di 9 Tebaxê de hatin binçavkirin. Li Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên ciwanan hate wergirtin û 10ê Tebaxê de sewqî dadgehê hatin kirin. Hate diyarkirin ku ciwan bi îdiaya “Li dijî qanûna meş û xwepêşandanê derketine” û “birîndakirinê” hatine binçavkirin. Ji 6 ciwanên sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin Hejar Başer, Mazlûm Dogan Sarikaya û Fûrkan Koç ji heman îdiayan hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Hate zanîn ku her sê ciwan di nav girtiyên edlî de tên ragirtin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata serdana her sê ciwanan kirin pişt re têkildarî hevdîtinê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî dan.
Ayla Akat Ata ku ewilî axivî, bal kişand ser rewşa her 3 ciwanan û wiha got: “Me îro bi wekîla Amedê Ceylan Akça re li ser navê Platforma Şiyar Be serdana 3 ciwanên ku li dijî tiryak û madeyên hişbirê nobet digirtin hatin girtin, kirin. Me ne dixwest ji nav kar û xebatên li dijî tiryakê em werin li girtîgehê bi ciwanên xwe re hevdîtinê pêk bînin. 3 ciwanên ku hatine girtin li dijî tiryakê xebat meşandine lê îro di nav girtiyên edlî de tên girtin. Ev rewşeke nebaş e. Ji ber ku em di nav gel de xebatekê dikin peyamekê didin û dibêjin li dijî madeyên hişbirê, fihûşê bi hev re xebatekê bimeşînin. Bila herkes destê xwe deyne di bin vî kevirî bi hev re civakê rakin ser piyan. Lê îro em dibînin ku 3 ciwanên Amedê bineheqî tên girtin. Em bawer in ku di demeke nêz de her sê hevalên me jî dê werin berdan. Bi hev re em ê xebatên xwe yên li dijî tiryak, fihûş û madeyên hişbirê bi hevre berdewam bikin.”
‘DİVÊ CİWAN DEMİLDEST BÊN BERDAN’
Ceylan Akça jî destnîşan kir ku ciwanên ku pê re hevdîtin kirine diyar kirine ku dê piştî derketinê dîsa xebatên xwe yên li dîjî tiryak û fihûşê bidomînin û wiha axivî: “Tevlîbûna şêniyên taxê û ciwanên taxê ya ji bo vê hewldanê, dikare vê yekê bi awayekî bingehîn bêbandor bike. Jixwe ji ber ku ev awayê têkoşînê yê ku ji navendê tê birêvebirin bi kêr nehat, pêwîstî bi avabûna platformên wekî ‘Şiyar Be’ çêbû. Bi derketina holê ya van pêkhateyan re, gel piştgiriyeke mezin da vê yekê. Tiştê ku îro divê bê kirin ew e ku hem Walî û hem jî Midûrê Polîsan ê Bajêr demildest dîplomasiyê bi Enqereyê bi rê ve bibin û bikin ku ev ciwan di zûtirîn demê de werin berdan. Ji ber ku ciwan qala kesên ku li hundir, bo nimûne di heman qawîşê de bi wan re dimînin dikin. Yek bi 10 kîlo esrarê hatiye girtin, yê din bi kîloyeke kokaînê hatiye girtin. Hewl tê dayîn ku hevalên vê têkoşîna li dijî madeyên hişbirê dimeşînin, di nav van kesan de bihêlin.”

