Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat Ata: Divê em ji wêrekiya Rêbertiyê re bibin bersiv

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin
Rojane

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan bi wesîleya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê peyam weşand û got, ew aştiyeke mayînde dixwazin, divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2026 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Murat Karayilan bi wesîleya 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê peyamek weşand û têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir.

 

Peyama Karayilan bi vî rengî ye:

“Hevrêyên hêja, gelê me yê hêja;

Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li we hemûyan pîroz be!

Di serî de, li ser navê tevahî Gerîlayên Azadiyê û hevrêyan, salvegera 42’emîn a Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz dikin û silav, rêz û dilsoziya xwe pêşkêş dikin.

Her wiha Cejna Vejînê li tevahî dayikên şehîdan, malbatên şehîdan û gelê me yê hêja, tevahî gelên me yên herêmê, dost û tevahî hevrêyên me pîroz be.

Di şexsê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza ku me daye wan careke din dubare dikin û dibêjin, “Ey şehîd; bila ruhê we şad be; em ê bigihîjin armancên we û têkoşîna we bi ser bixin!”

Dîsa di şexsê Erdal (Engîn Sîncer), Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) û Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) de tevahî şehîdên meha Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngavekî gerîla bû, di heman demê de pêngava gelê me bû. Gelê me jî ji wan rojan heta îro li ber xwe da. Ji komkujiyan derbas bû. Di şexsê kesên Komkujiya Şirnex, Dîgor û Kendekolê de jiyana xwe ji dest dan de, tevahî kesên ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên hêja;

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê serhildan hatin tepisandin, asîmîlasyoneke pir kûr û berfireh hate pêşxistin. Di salên 1970’î de ev asîmîlasyon pir pêşve çûbû. Wisa bûbû ku gelê me hatibû ber helandin û tunebûnê. Di demeke wisa de Rêber Apo derketinekî dîrokî kir. Têkoşîna azadiyê ku di wê demê de ket dewrê, bi navên cuda hate pêşxistin û ev yek ji gelê me re bû nefes. Lê yekser piştî wê, di 12’ê Îlona 1980’an de cûntya leşkerî-faşîst hat ser desthilatdariyê. Rast e; cûnta ji bo ku tevgera şoreşger a Tirkiye û Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bike, hat ser desthilatdariyê. Lê di heman demê de li Kurdistanê ji bo pêkanîna Plana Şark Islahat, ket dewrê. Yanî di sala 1925’an de hewla temamkirina Plana Şark Islahat kir. Li Kurdistanê roj ji zarokan re, şev jî ji jin û mêran re bi zorê fêrî Tirkiyê kirin. Kurdî qedexe kirin. Wisa kirin ku mirov li malên xwe jî nikaribin Kurdî biaxivin. Qadên gund veguherandin êşkencexaneyê. Bêyî ku bêjin jin û mêr Kurdan tazî kirin, di heman qadê de kirin rêzê. Terx li wan dan xwarin. Hovîtiyeke bi vî rengî meşandin. Vê yekê ne tenê li zindanan kirin, tevahiya Kurdistanê veguherandin zindanê.

Bêguman, bêdengiya li hemberî wê hovîtiyê, dev jê berdana mirovbûnê bû. Pêşî li Zindana Amedê Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay û hevrêyên wan û çalakvanên 14’ê Tîrmehê li dijî vê rewşê derketin, wê bêdengiyê şikandin û berxwedanê pêşxistin. Hewldanên zêde yê Rêber Apo hebû ku li dijî van pêkanînên nemirovanê bêdengî çênebe û amadekariyan kir. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya Mahsum Korkmaz, li ser vê bingehê ket dewrê. Jixwe tu rêyeke din a rabûna li dijî wê hovîtiyê tune bû.

Her çiqas Pêngava 15’ê Tebaxê bi çek hatibe destpêkirin jî wateya wê ji çekê mezintir bû. Li dijî bêdengiya civakê bû bangek. Gelê me pêşî bi guman û fikar nêz  bû. Ji ber ku heta wê demê gelê Kurd li ku derê serê xwe rakiribe, serê wê hatibû jêkirin. Ji ber vê yekê gel bi fikar nêzî pêvajoyê bû. Lê kengê dît gerîla bi rêbazekî cuda dimeşe, têk naçe, ji mirovên cudî û bi biryar pêk tê, wê demê fêm kir ku rêbaza azadî û rizgariyê têkoşîna gerîla ye. Piştre xwedî li gerîla derket, ciwan tevlî bûn û bi vî rengî di gelê Kurd de guhertinekî çêbû. Nebawerî veguherî baweriyê, tirs veguherî wêrekî û bêhêvîbûn veguherî hêviyê. Gelekî mirî rabû ser lingên xwe. Li ser vê bingehê, di serî de Nusaybîn û Cizîrê, piştre li gelek cihên Kurdistanê gelê Kurd daketin kolanan. Gelê me ji bo ku merasîma cenazeyê yên qehremanên me bikin, daketin kolanan. Bi vî awayî serî rakirin çêbû. Ev di civakê de rê li ber guhertinên mezin vekir. Vaye Şoreşa Vejînê bi vî rengî pêk hat. Şoreşa Vejînê bû şoreşekî hizrî, siyasî, çandî û civakî. Bû şoreşa jinê. Jinên Kurd bi pêşengiya Bêrîvan, Saadet û Hewayan tevlî vê şoreşê bûn. Bi vî rengî Pêngava 152ê Tebaxê bi xwe re şoreşekî civakî afirand. Şoreşa rast bi vî rengî pêk hat.

Di sala 1992’an de, Serokwezîrê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel wiha got, ‘Em realîteya Kurd nas dikin.’ Bi vî awayî stratejiya gerîla ya ji 1984 heta 1990’an de bi ser ket, encam girt. Dema ku em hatin sala 1993’an serketina stratejiya gerîla teqez bû. Ji ber vê yekê Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal, bi navbeynkariya Birêz Mam Celal, ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû daxwaza agirbestê kir. Rêber Apo li ser vê bingehê di Newroza 1993’an de agirbesta ewil ragihand. Ev di têkoşîna me de bû destpêka serdemekî bû, stratejiyeke nû û stratejiya çareseriya siyasî. Ji ber ku şer êdî rola xwe lîstîbû, tişta ku bike kiribû. Pirsgirêka Kurd a veşartî eşkere kir û danî ser mase. Ji ber vê yekê hewcehî pê çêbû ku bi rê û rêbazên siyasî çareserî pêş bikeve.

Lê me dît ku piştî wê yekser, li Tirkiyeyê destekî kûr destwerdanê li pêvajoyê kir. Turgut Ozal hate kuştin û gelek kesên wekî General Eşref Bîtlîs ku got divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyasî were çareserkirin û li kêleka Turgut Ozal disekînî û Cem Ersever ku li Kurdistanê herî zêde şerê taybet dimeşand, hatin kuştin. Bi vî rengî destekî di nava dewletê de, vê pirsgirêkê veguherand girehişkê. Rêber Apo piştî wê jî, kengê firsendî dît agirbestê ragihand. Ji bo rawestandina şer û pêşxistina çareseriya siyasî, rê û rêbazan pêş xist. Me heta niha 9 caran agirbestê ragihand. Di pêvajoya şer a 42 salan de, 11 sal bi agirbestan û 31 sal jî bi şeran derbas bû. Çima? Ji ber ku zîhniyetekî di nava dewletê de nahêle, dixwest ku me bi tundî û çekê tune bike. Her ku êrîşê dikir digot, “Em bi ser kevin û encamê digrin.” Şerekî wiha derûnî û taybet bi awayekî berfireh dihat meşandin.

Di 10 salên dawî de jî, mezinbûna Tevgera me ji bo xwe wekî xeteriyê dîtin û gotin, “Pirsgirêka beka ya Tirkiyeyê heye.” Hemû demarên ku di nava dewletê de cih digirtin, bûn yek û şer ragihandin. Xwestin me bi tundî û şer tune bikin. Pêvajoyeke şer a giran û berfireh hate jiyankirin. Li dijî me her curê çekên modern bikaranîn. Çekên qedexekirî jî bikaranîn. Xwestin me bi piştgiriya NATO, heta dewletên cîran û piştgiriya hinek Kurdan me tune bikin. Lê nekarîn me tune bikin. Li Zap û Metinayê xitimîn, nekarîn pêşve biçin. Bi vî rengî, dema ku fêmkirin ku nikarin me bi tundiyê tune bikin dîsa bang çêbû. Dîvê banga Devlet Bahçelî wiha were dîtin. Weke ku tê zanîn Rêber Apo jî bi erênî bersivand û pêvajo heta niha hate meşandin.

Gelê me û hevrêyên me yên hêja;

Qanûna Çarçoveyê ku di 10’ê Tebaxê de ji aliyê TBMM’ê ve hate derxistin, di dîroka Komarê de tiştekî nû ye. Komarê piştî avabûna xwe ve, îradeya Kurd nas nekir û xwest Kurdan bi kuştinê tune bike. Di vê çarçoveyê de, ev qanûn gavekî nû û hêja ye. Lê gelek kêmanî û şaşiyên vê qanûnê heye. Ji berê her tiştê, mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo di nava xwe de nehewandiye. Lê yê ku vê pêvajoyê da destpêkirin, Rêber Apo ye. Dîsa, peyva Kurd jî di nav de derbas nabe. Qet qala demokrasiyê nehatiye kirin. Hesasiyetên gelê me, nêrînên tevgera me û nêrînên Rêbertiyê me jî zêde nehatiye dîqetkirin. Meseleyê tenê anîn çekberdana gerîla. Lê ev pirsgirêk, pirsgirêkekî sedsalî ye. Nêzîkatiyeke teng heye. Bêguman, ev nêzîkatiya teng pirsgirêkê çareser nake. Gerîla di encama çi de, derket ser dîka dîrokê? Ger ev baş neyê vekirin, çareseriya bi kok a pirsgirêkê jî çênabe.

Li aliyê din; Devlet Bahçelî di banga xwe ya ewil ya ji bo Rêber Apo de got, “Bila şer birawestîne, rêxistina xwe fesix bike, bila were meclîsê, di koma DEM Partiyê de biaxive û mafê hêviyê heta dawî were naskirin. Ya rast, me jî biryarên Kongeraya Fesixê li ser vê bingehê girt. Yanî me wiha got, “Divê pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve were meşandin.” Em niha jî heman tiştê dibêjin. Divê Rêber Apo pêvajoyê bimeşîne. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. Ev nebe, nabe.

Min berê got, “Ger Rêber Apo di zindanê de be, nikarim ji kesî re bêjim çekê berde û here.” Ez niha jî di heman xalê de me. Lê êdî dikarim bêjim, “Hevrêyên hêja herin wê Rêber Apo we pêşwazî bike. Wê Rêber Apo perspektîfên demê bide te.” Yanî ger Rêber Apo bikeve dewrê, hevalan pêşwazî bike, civînan çêbike û qaneh bike, dibe. Em amade ne ku vê têkoşînê ji zemîna şer û çekê derxin û bînin zemîna siyaset û hiqûqê. Rêbertiya me 33 sal in ji bo vê hewl dide û em jî bawerî bi wî tînin. Şerê ku 33 sal in tê meşandin, şereke zêdehî ye. Hem xwe dubare kir, hem jî ne di cih de bû. Lê em neçar man ku li dijî kesên ku xwestin me tune bikin, vê şerê bimeşînin. Her tim wisa bû. Em dixwazin vê şerê birawestînin û nêzîkatiya me ya jidil ev e.

Rêber Apo ji  bo vê pêvajoyê çi got? Got, “Em ji sêdareyê derbasî maseya diyalogê bûn. Ev dikare ji bo pêvajoyeke girîng bibe destpêk û gavekî.” Ev pir bi wate ye. Em jî wisa nêz dibin. Lê ger mîmarê vê pêvajoyê di zindanê de be, ev kar nameşe. Divê her kes vê bizanibe. Ez bawer dikim ku rayedarên dewletê jî vê dizanin. Ji ber ku heqîqet ev e.

Li aliyê din, zimanê ku tê bikaranîn hîna nehatiye guhertin. Zimanê şer diyar bû; zimanê şer a dewleta Tirk, zimanê şerê derûnî bû. Timî digotin, ‘Me xist û em bi ser ketin.’ Dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê çêbû, Kenan Evren Serokkomarê Tirkiyeyê bû. Kenan Evrên got, ‘Yên ku vî sûcê kirine kî bin bila bibin, ketibin kîjan kunî, di bin kijan kevirê de xwe veşartibin, artêşa me wê di nava 72 saetan de wan ji guhê wan bigre û bîne ber edaletê.” Lê ew 72 saet niha bû 42 sal û hîna jî pêk nehatiye. Rêber Apo bi tenê derket rê. Em niha bi milyonan in, bi deh hezaran kadroyên me hene. Kî qezenc kiriye û kî winda kiriye? Ev gelê ku li ber mirinê bû, îro rabûye ser xwe. Li herêmê gelê herî azadîxwaz, demokratîk û têkoşer e. Di mijara avakirina pergalekî demokratîk û azad a li ser bingeha azadîxwaziya jinê de, hêviya hemû gelan e. Vaye 15’ê Tebaxê vê yekê afirand; li tevahiya Kurdistanê ruhê neteweyî û li herêmê ruhê berxwedanê afirand. Lê ew hîna dibêjn, ‘Em bi ser ketin.’

Piştî ku di sala 2016’an de ji NATO’yê piştgiriya teknolojîk girtin, Suleyman Soylu got, ‘Wê heta Nîsana 2017’an PKK ji holê rabe û wê êdî kes navê PKK’ê nehilde.’ Gelek caran gotinên wiha kirin. Herî dawî; di Sibata 2021’an de êrîşek li ser baregeha me ya li Gareyê çêbû. Wê demê, bi piştgiriya dewleta Iraqê û hin aliyên Kurd, plankiribûn ku di nava sê mehan de me ji Başûrê Kurdistanê tune bikin. Li ser vê bingehê dest bi êrîşê kirin. Lê encam çi bû? Par, li ser daxwaza rayedarên dewlet û li ser peymanekî, hevalan ji Zapê derxist. Hevalên me hîna li Metinayê ne û daxwaz dikin ku em wan ji Metinayê derxin. Ger hûn bi ser ketin, we çima nekarî me ji Zapê derxînin? Çima hîna li Metînayê hevalên me yên gerîla hene? Nexwe li holê hêz û îrade heye. Eşkere ye ku dewleta Tirk di wan qadan de xitimî û nekarî pêşve biçe. Ev rastiyek e.

Em heqê kesê naxwin. Artêşa Tirk, artêşekî xurt e. Artêşa duyemîn a NATO’yê ye; di destê wan de çekên modern heye û şer dikin. Lê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên Apoyî jî bi jin û mêr ve ne hêzekî ji rêzê ye. Di şer de hêzekî fedayî û pispor e. Kes nikare wan têk bibe. Îspata vê yekê jî berxwedana Zapê ye. Wekî ku pêxember Îsa jî got; Heqê Sezarê bidin Sezarê.

Gelek pispor hene ku li seranserê cîhanê têkoşîna gelên bindest dişopînin û analîzan dikin. Yek ji wan jî Henry Kissinger e ku bi dehan sal erka Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê kiriye. Kissinger û gelek pispor dibêjin, ‘Ger dewletekî serwer nikaribe serhilderên li dijî wî rabûne tune bike ew dewlet têk çûye. Serhilderên ku rabûne, dev ji tunebûnê berde ger xwe li civakê dabin qebûlkirin, wê demê serhildêr bi ser ketine.’ Ma rewşa niha ya li Kurdistanê jî ne ev e? Yanî divê heqîqet bê dîtin. Divê zimanê şerê derûnî were rawestandin.

Nêzîkatiyek weke ku gerîla sûc kiriye, heye. Ne wisa ye. Gerîla di civaka Kurdistanê de, kesên herî berpirs û rûmet in. Kesên ku li ser bingeha berpirsiyariyên xwe bêyî beramber ji bo gel û doza ku jê bawer dikin, xwe feda dikin in. Şerekî bi rûmet meşandin, wê bi awayekî bi rûmet aştiyê jî pêk bînin. Wê bi serbilindî di meşa aştiyê de cih bigrin. Her gerîlayek vê yekê heq kiriye.

Bêguman dibe ku kêmasiyên me yanî ya gerîlayan çêbûye. Pir eşkere ye ku me nekarî destê Rêber Apo ya di maseya diyalogê de wekî ku pêwîst dikir, xurt nekir. Ev ji bo me kêmasiyeke cidî ye. Em ji ber vê kêmasiyên xwe, rexnedayîna xwe didin Rêbertiyê xwe û gelê xwe. Di vê wateyê de, em di pêvajoya rexnedayînê de ne. Lê em ji derveyî Rêbertî û gelê xwe, rexnedayîna xwe nadin kesekî dikin. Erk bi tamamî nehatiye bi cih anîn; em rexnedayîna vê didin. Ev wisa ye. Em zarokên Şêx Seîdan, komkujiya Geliyê Zîlan, Terteleya Dersimê ne. Em ji kûrahiya dîrokê tên. Her kes dizane ku çi ji me hate kirin. Em wekî gel bi dehan caran ji komkujiyan derbas bûn. Nêzî 5 hezar gundên me hatin şewitandin, li dijî 17 hezar û 520 mirovên me di bin navê kuştinên ne diyar de êrîş hat kirin û piraniya wan hate qetilkirin. Kî vana kir? Di sala 2015’an de, li Cizîrê di jêrzemînan de benzîn li ser 271 ciwanên meyên bêçek rijandin û şewitandin. Kî vî sûcê kir? Gelo di destê Mehmet Tunç û Asya Yuksel de çek hebû? Ma her roj di çapemeniyê de bang nedikirin? Gelo ew ciwan ji ber çi bi awayekî hovane hatin qetilkirin? Bi kurtasî ger em mijarên berê vekin wê eşkere bibe ku kî sûcdar e û kî ne sûcdar e. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku Komîsyona Edalet û Eşkerekirina Heqîqetê were avakirin. Bila lêkolînê bike, rastiyan eşkere bike û hesabê bixwaze. Em vê yekê wekî pêwîstiyeke dibînin û diyar dikin ku em ji bo vê yekê amade ne.

Hevêryên hêja, gelê me ya bi rûmet;

Em bi rastî dixwazin bi Tirkiyeyê re li hev bikin û dawî li dijminatiyê bînin. Em dixwazin rûpelekî nû vekin. Em ne tevlî dijmin, tevlî komara demokratîk bibin. Bendewariya me ev bû, lê em dibînin ku nêzîkatiya aliyê din ne wisa ye. Hîna me terorîst û sûcdar dihesibînin. Dibêjin teror, lê hûn sed sal e terorê li ser gelê me dikin. Yanî dibe ku aliyekî şihînê giran bikin û aliyê din vala bihêlin? Di vê mijarê de nêzîkatiyeke adil pêwîst e.

Em ê vê pêvajoyê li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo û bîranînên şehîdên me yên hêja, pêk bînin. Em dizanin ku ev pêvajo bi berxwedan û kedên Rêber Apo û şehîdên me derket. Di bingeha vê qanûna çarçoveyê de keda Rêber Apo û xwîna şehîdên me hene. Em qanûna çarçoveyê ji rêzê nagrtin dest, lê divê aliyên wê yên kêm were derbaskirin. Ji ber ku em dixwazin aştiyeke mayînde pêk bînin. Divê kes kesî nexapîne. Aştiya mayînde wê gelek tişt li gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Tirkiye wê di herêma Rojhilata Navîn de bibe pêşeng, gelek tişt qezenc bike. Di dîrokê de, dewleta Tirk kengê bi Kurdan re tifaqê kiribe, wê demê pêş ketiye û hêz qezenc kiriye. Em niha jî ji serdemekî dîrokî ya wiha derbas dibin. Ger di çarçoveya ku me anî ziman de nêz bibin; em ê jî di vê pêvajoyê de tişta ku dikeve ser milê me bi cih bînin. Lê em girêdayî nirxên xwe ne; em dixwazin Doza Azadiya Kurdistanê bi siyaseta demokratîk bimeşînin û bi vî rengî bi ser bixin. Divê ji bo vê yekê jî derfet hebe.

Gel û hevrêyên me yên hêja;

Rast e, me dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî anî. Em êdî derbasî qonaxa siyaseta demokratîk dibin. Lê Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de mîlatek e. Bi xwe re şoreşekî vejînê yê dîrokî afirand. Ji ber vê yekê, Şoreşa Vejînê her tim ji aliyê gelê me ve, wekî cejna neteweyî were pêşwazîkirin û pîrozkirin. Ji ber ku gelê me bi vê şoreşê re gelek tişt qezenc kir. Ji beriya her tiştê xwe qezenc kir. Gelê me bi vê şoreşê re rabû ser piyan, doza azadiyê mezin ir; xwe nû kir û ji nû ve ava kir. Vejîn bi vî rengî pêk hat. Ji ber vê yekê jî em her tim xwedî li Şoreşa Vejînê derkevin.

Li ser vê bingehê dubare Cejna Vejînê li her kesî pîroz dikim, serkeftinê ji bo pêvajoya têkoşînê ya di pêşiya me de dixwazim.

Bijî Cejna Vejînê!

Bijî, Bijî Serok Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Siyasetmedarên Kurd ji bo Rojava banga yekîtiyê kirin

Siyasetmedarên Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava agotin, "Em neçar in xwedî li van…

Ji aliyê Stêrk TV

3 rojnamevan hatin binçavkirin

Koordînatorên Weşanê yên rojnameya Bîrgunê Ûgûr Koç û Berkant Gultekîn û Midûrê Berpirsyar ê birgun.net'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştiyê bîne’

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di Meşa Azadiyê de cih girt, wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?