Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan a Ewropayê (ELDH) qanûna çarçoveyê ya li ser Rojnameya Resmî hate weşandin, nirxand.
DIVÊ NE WEKE ENCAM, WEKE DESTPÊK WERE DÎTIN
ELDH’ê da zanîn ku qanûn ji aliyê pirsgirêka Kurd ve gelekî girîng e lê belê ji bo aşitiya mayînde bi tena serê xwe têrê nake. ELDH’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê qanûn ne weke encamê berovajî wê weke destpêkekê bê dîtin.
Komeleyê bang li rayedarên Tirk û Meclîsê kir ku pêvajoyeke lihevkirinê ya temamiya Tirkiyeyê digire nava xwe, pêş bixin.
BANGA SERERASTKIRINA TÊKILDARÎ GIRTÎ Û SIRGÛNAN
ELDH’ê da zanîn ku jibo aşitiya mayînde divê pêvajo bes bi bêçekbûn û entegrasyonê re sînordar nemîne.
Komeleyê diyar kir ku divê sedem û encamên siyasî, hiqûqî, demokratîk û civakî yên şer û pevçûnan jî werin lêkolînkirin û xwest ku girtî û sirgûnên ji şer û pevçûnan bandor bûne ji vê qanûnê sûd werbigirin.
MAFÊ HÊVIYÊ
ELDH’ê di daxuyaniya xwe de îfade kir ku rewşa Rêber Apo jî ji bo pêbaweriya pêvajoya aşitiyê gelekî girîng e.
Komeleyê banga naskina rola fermî ya Rêber Apo ya di pêvajoyê de û dabînkirina şert û mercên hewce yên ji bo pêşvebirina pêvajoyê û tevlîbûna çalak kir.
BANGA JI EWROPAYÊ RE
ELDH’ê di daxuyaniya xwe de bang li Yekîtiya Ewropayê û welatên Ewropayê jî kir ku bi tedbîrên hiqûqî yên şênber piştgiriyê bidin pêvajoya aşitiyê.
Her wiha komelêyê da zanîn ku divê tedbîrên îdarî yên weke qedexeya têketinê yên ji ber piştgirî û têkiliya bi PKK’ê re, sînordarkirinên îkametê û biryarên dersînorkirinê ji nû ve werin nirxandin.

