Li navçeya Sûr a Amedê, duh li dijî dikaneke zêrfiroşiyê êrişeke çekdarî pêk hat. Odeya Zêrfiroşan a Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya ku di civînê de axivî, got ku ev vê êrişê wekî li Amedê hatiye kirin dihesibînin. Kaya got: “Di demen dawî de li bajarê me bi taybetî li hemberî karsazên em bi êrişên bi vî rengî re rû bi rû dimînin. Ev bajar, heya niha herî zêde bandor ji koçberiya sermayeye girtiye. Di salên 90’î de gef li karsazên me hatin xwarin û ji vir hatin dûrxistin. Walî û emniyet ji destpêkê ve vê yekê dişopînin. Dê bi me re biaxibin û kiryaran eşkere bikin.”
Kaya bilêv kir ku zêrfiroş li dijî êrişê ji bo rojekê çalakiya dikangirtinê li dar xistine û bi vî awayî peyameke xurt daye “çeteyan û got: “Dikandarên me bi vê çalakiyê peyama ’em li vir in û em ê li vî bajarî bimînin’ dane. Heke ên ji vî bajarî biçin hebin, ew jî ev çete û dûvikên wan in. Amed, qethiyen dê tawiz nede van çeteyan.”
Kaya banga sererastkirinên qanûnî li Meclisê kir û got: “Divê demildest dawî li van pêkanînên çeteyan bên.”
Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandar û Sinhetakaran Alîcan Ebedînoglû jî got: “Em ê rê nedin van çetan, em ê serî netewînin. Ev der Amed e, divê her kes hedê xwe zanibe û yên hedê xwe nizanibe ev bajar dizane wê çi bike.”
Serokê Odeya Zêrfiroşan a Amedê Ozer Sanal ê dikana wî ya li Sûrê hat guleberanakirin got ku ev êriş li tevahiya Amedê û aramiya Amedê hatiye kirin.

