Xwarziyê Rêber Apo û kurê Fatma Ocalan, Ramazan Ocalan (47) ê ev 16 sal in li Fransayê dijiya û demek bû li paytexta Parîsê dihat dermankirin. Ramazan Ocalan Di 15’ê Tebaxa 2026’an de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Ramazan Ocalan îro piştî wecîbeyên olî li goristana gundê Amara ya navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hat veşartin.
Tevî malbatê, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Rihayê, nûnerên saziyên sivîl, nas û dostên malbatê tevlî merasîma cezazeyê bûn.
Şîna Ramazan Ocalan li mala şînê ya gund hate danîn.

