Federasyona Rakirina Giraniyê ya Navneteweyî (IPF) 18-29’ê Tebaxa 2026’an li bajarê Sun City a li Efrîqaya Başûr Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê lidar xist. Sporvanên di bin temenê 18 saliyê de, tevlî vê pêşbirkê dibin.
Roja Sêşemê, jina ciwan a ji Kobanî Mîrgan Hacî, di Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê de li Sun City 3 madalyayên zêr û madalyayek zîv bi dest xist.
Mîrgan ji Kobanê ye û bi malbata xwe re li Reqayê dijî. Di salên dawî de, di şampiyoniyên herêmî de, di lîstikên Hêza Laş de navdar bûye.

