Taziyeya bi pêşengiya MEBYA-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya li Sancaktepeyê ji bo gerîlayên şehîd ên HPG/YJA Starê hatî danîn, di roja 2’yan de dewam dike.
Li salonê pankartên “Têkoşîna wan rêya me ronî dike”, “Şehîdên me rûmeta ne ne” û “Rêya şehîdan rêya me doza wan soza me şehîd namirin” hatin daliqandin. Li ser maseyan wêneyên şehîdan hatin danîn. Malbat, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî taziyeyê bûn.
Taziye bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di taziyeyê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê dua hatin kirin, malbatan spasiya beşdaran kir û sersaxî qebûl kir.

