Li gorî SOHR‘ê, hêzên hikûmeta demkî vê êvarê nuqteya Hêzên Parêzvanên Siwêdayê ya li herêma Neqil-Gundê El Mensûra yê bakurê rojavayê bajêr topbaran kir.
Hate diyarkirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bersiva jêdera topbaranê da û şerekî giran di navbera her du aliyan de derket. Di şer de çekên giran û topên hawanan tên bikaranîn.
Agahiyên der barê encamên şer û windahiyan de nehatin dayîn.

