Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya min bi Aştiyê heye, di çarçoveya karên hevpar ên jinên femînîst û sosyalîst ên li Tirkiyeyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li Kurdistanê, piştî Dersim û Êlihê li Amedê bi jinan re hate cem hev.
Di forûmê de ya li bajêr hate lidarxistin polîtîkayên şerê taybet, tundiya dewletê ya bi unîforma, tundiya li dijî jinê, her wiha bandora narkotîk û fûhûşê ya li bajêr hate nirxandin. Di forûmê de jinan her wiha rola xwe ya di pêvajoya aştiyê de û bandora li ser pêvajoyê nîqaş kirin.
‘EM LI SER TUNDIYA BI UNÎFORMA Û BANDORA WÊ DIAXIVIN’
Endama înîsiyatîfê Esra Kahraman anî ziman ku nêzî du sal in ew karekî hevpar dimeşînin û destnîşan kir ku armanca esasî ya karê wan civakîkirina aştiyê ye.
Esra Kahraman diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê salên dûr û dirêj e dewam dikin û bi taybetî bal kişand ser tundiya dewletê ya bi unîforma ya li dijî jinan.
Her wiha bi bîr xist ku ew piştgiriyê didin kampanya “Gulistan Dokû li ku derê ye?” û bi jin ên ciwan ên diçin zanîngehên re civiyan.
Esra Kahraman got, “Em li wê derê bi jinên ciwan re civiyan. Tundiya bi unîforma ya li bajêr bandoreke çawa li jinan dike, çawa dikeve meriyetê û têkoşîna jinan a li hemberî vê yekê çawa ye? Ji bo em van bixin rojevê û teşhîr bikin em çûn wê derê. Me karekî bi heman rengî li Êlihê ji bo Rojwelat Kizmaz kir. Em dixwazin biçin Wanê jî.”
Di dewama axaftina xwe de Esra Kahraman ragihand ku wan di kombûna li Amedê de bandora şerê taybet û tundiya dewletê ya mêr a bi unîforma ya li dijî jinan nîqaş kirin û got, di pêvajoya aştiyê de divê jin ne di wê astê de nebe ku tenê li benda encama pêvajoyê bisekine.
‘JI BO CIVAKÎBÛNA AŞTIYÊ EM HEWL DIDIN’
Esra Kahraman got, “Bi taybetî di vê pêvajoyê de li aliyekî li dora maseyê li ser aştiyê tê axaftin, li aliyê din jî li bajaran jin ber bi fûhûş û narkotîkê ve tê dehfdan” û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em jin, ji bo civakîbûna aştiyê bi dîtina van aliyan di nava hewldanan de ne. Bêguman di vê pêvajoyê de yek ji xalên ku em li ser disekinin ew e ku di pêvajoya aştiyê de jin wê çawa xwe bi rêxistin bikin, em aştiyeke çawa dixwazin? Weke ku tê zanîn komîsyon hatin avakirin li Meclîsê û di van komîsyonan de jinek bi tenê jî nebû.”
‘RÊXISTINBÛN BI TÊKOŞÎNA HEVPAR DIBE’
Esra Kahraman di pêvajoya aştiyê de bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û rêxistinbûnê û anî ziman ku karên wan wê li bajarên cuda dewam bike. Esra Kahraman got, “Rêxistinbûna me bi têkoşîna hevpar dibe. Ev kombûn wê dewam bikin.”
‘EM LI JINÊN XWECIHÎ GUHDARÎ DIKIN’
Guler Aydin jî li ser karên xwe axivî û diyar kir ku di şexsê Rojîn Kabaîş û Gulistan Dokû de hewl didin aliyên tundiya polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan eşkere bikin û guh bidin jinên xwecihî.
Guler Aydin ragihand ku wan li Dersim, Êlih, Amed û Wanê kar kirin û anî ziman ku wan ne tenê bandora polîtîkayên şerê taybet a li dijî jinan, her wiha bandora li ser zarok û xwezayê jî nirxandin.
Bi dewamî got, “Li van bajarên Kurdistanê ku polîtîkayên şerê taybet tê meşandin ne tenê qirkirina jinê heye, di heman demê de bandora tundiyê li ser ekolojiyê, zarokan jî heye. Em jî ji bo şpandina vê bandorê kar dikin.”
‘KAR DIVÊ VEGUHERE POLÎTÎKAYA ŞÊNBER’
Guler Aydin diyar kir ku divê karê tê kirin veguhere polîtîkayeke şênber, di pêvajoya aştiyê de jin xwedî gotin be û got, “Hêvîdar im wê polîtîkayek bê afirandin, komîsyonên heqîqetê bêne avakirin û di komîsyonên aştiyê de jin jî wedî maf bin bê kirin. Ji ber ku pêwîstiya me bi vê heye.”

