Rêveberiya rewşa lezgîn a Nepalê roja sêşemê daxuyanî da û ragihand ku hejmara kesên ji ber lehiyê li welêt jiyana xwe ji dest dane, gihişte 987’an. Bi 16 mirinên ku li herêma Tîbet a Çînê hate ragihandin re, ji ber karesatê windahiya can bi giştî gihişte 1.003’yan.
Li her du welatan hîna agahî ji 4.462 kesan nayê wergirtin. Ji vane 3.916 li Nepalê, 546 jî li herêma Tîbet a Çînê ne.
BI SEDAN BIYANÎ WINDA NE
Li Nepalê di nava windayan de ji zêdeyî 30 welatan 583 biyanî hene. Li Çînê jî ji 23 welatan 261 kes winda ne.
Di nava windayan de turîst, hecî û karker hene.
Li Nepalê her wiha ji 639 karkerên santralên hîdroelektrîk û projeyên bendavan, agahî nayê wergirtin.
LI HINDISTANÊ CENAZE HATIN DÎTIN
Piştî karesatê, li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê jî 17 cenaze hatin dîtin.
Li herêmê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dewam dikin.

