Li gorî daxuyaniyên ji aliyê Pentagonê ve hate kirin, peyman ji bo zêdekirina kapasîteya hilberîna fuzeyên krîtîk û bilezkirina radestkirina wan e ya ji bo sîstemên THAAD û Patriot PAC-3 MSE ye, ku DYE di parastina xwe ya hewayî de bi kar tîne.
Peyman di demeke welê de kete rojevê ku hate îdîakirin, di şerê bi mehan ê li dijî Îranê de beşeke girîng a stokên fuzeyan ên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) qediya ye. Reuters û CNN’ê ragihandibûn ku di şerê navbera Sibat û Hezîranê de stokên fuzeyên parastinê û êrişê yên sereke yên DYE’yê gelekî kêm bûye.
Qesra Spî û Pentagonê meha Tebaxê ev îdîa red kiribû. Peymanên nû ji bo xurtkirina kapasîteya hilberînên sîstema parastinê ya fuzeyan û hewayî hatin mohrkirin.

