Şêniyên Dirbêsiyê li dijî biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bo 3 saetan di hefteyê de, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev biryar nîşana dûrxistin û paşguhkirina zimanê kurdî ye.
Di xwepêşandanê de ku li bazara navendî ya bajêr hate lidarxistin, şênî, endamên rêxistin û meclisên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên ciwanan û jinan ên li bajêr amade bûn.
Di dema xwepêşandanê de Dîlber Şemo û Silava Semo daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi tundî biryara hikumeta Sûriyeyê ya veqetandina tenê 3 saetan di hefteyê de bo perwerdeya bi zimanê kurdî napejirînin. Zimanê kurdî nasname, çand, dîrok û bîra gelekî ye.”
Di daxuyaniyê de ji hikumeta veguhêz hat xwestin ku tavilê vê biryara “neheq” betal bike û daxwaza naskirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û her wiha afirandina derfetan ji bo pêşketin û parastina wî hat kirin.

