Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Meclisa Îştarê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê “Di Ronahiya Manîfestoyê de Jin Civaka Komînal û Demokratîk Ava Dike” meşeke meşaleyî lidar xist.
Endam û Rêveberên Meclisa Îştarê, sazî û dezgehên civakî û gelek şêniyên wargehê tevlî meşê bûn.
Meşa ku li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heya Parka Şehîd Delîla dom kir. Girseya meşê wêneyên Rêber Apo, alên Meclisa Îştarê, pankartên “Dem Dema Îştarê ye” bilind kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
Jinên ciwan di kortejên meşê de, bi cilên gelêrî xwe xemilandibûn û bi erbaneyê reng didan meşê.
Piştî ku girseya meşê gihişt Parka Şehîd Delîla, li vir daxuyaniyek hat dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, metna daxuyaniyê ji aliyê Endama Meclisa Jinên Ciwan Kajîn Ozek ve hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 1’ê Îlonê di dîroka mirovahiyê de bi bîranîna şer û wêrankirina ku şer li pey xwe dihêle hatiye girêdan û hate diyarkirin ku di 1’ê Îlona 1939’an de, Almanyaya Naziyê êrişî Polonyayê kir û bi vê êrişê Şerê Cîhanê yê Duyemîn destpê kir.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hatin gotin:
“Ev şer bû sedema mirina milyonan mirovan, koçberkirina civakan û wêrankirina bajar û gundan. Ji ber vê dîroka giran, 1’ê Îlonê di gelek welat û tevgerên aştiyê de bûye roja bîranîna şer û daxwaza aştiyê.
Ji bo me, 1’ê Îlonê tenê roja bîranîna qurbaniyên şer nîne. Ew roja ku em careke din li ser encamên şer difikirin û dibêjin ku pirsgirêkên civakan bi çek û zordariyê nayên çareserkirin. Şer jiyana mirovan wêran dike, malbat ji hev dixe, mirovan ji warên xwe dûr dixe û birînên ku salan dimînin li ser civakê dihêle.
Bandora şer li ser civakên me jî kûr e. Em weke gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê yek ji mînakên herî şînber yên vê rastiya encama şerin. Dîroka Mexmûr nîşan dide ku pirsgirêkên dîrokî ne bi koçberkirin, zordarî û bêdengkirinê, lê bi çareseriyên siyasî û demokratîk dikarin bên çareserkirin.
Em bawer dikin ku aştiya rastîn tenê rawestandina çekan nîne. Aştiyê divê li ser diyalog, wekhevî, dad û rêzgirtina mafên hemû gelan were avakirin. Ji ber vê yekê, pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a li Tirkiyê dikare deriyek girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî veke. Pirsgirêkên ku bi salan bi şer û zordariyê nehatine çareserkirin, divê bi axaftin, diyalog û rêyên demokratîk bên çareserkirin.
Em wek jin bawer dikin ku jin divê di navenda pêvajoya aştiyê de cih bigirin. Jin ne tenê di şeran de êş û wêranî hîs dikin; ew di parastina civakê, rêxistinkirinê û avakirina jiyanê de jî roleke girîng dilîzin. Bê azadiya jinan û bê beşdariya wan di biryardan de, aştiyeke mayînde dijware.
Ji ber vê yekê, em bang li hemû hêzên siyasî û civakî dikin ku rê li ber diyalogê vekin û ji bo çareseriyên demokratîk gav bavêjin. Divê zimanê şer û pevçûnê cihê xwe bide zimanê aştiyê, rêzgirtinê û hevjiyana wekhev.
1’ê Îlonê bila bibe roja ku em dibêjin: ji şer re na, ji aştiyê re erê; ji zordariyê re na, ji diyalogê re erê; ji koçberî û wêrankirinê re na, ji jiyan, azadî û hevjiyana gelan re erê.
Aştî; tenê rawestandina şer nîne, aştî avakirina jiyaneke ewle, azad û wekheve. Ji bo vê yekê, em di 1’ê Îlonê de soza xwe nû dikin ku emê ji bo aştiyê, azadiya jinan û jiyaneke demokratîk bixebitin.”

