Cenazeyê Mehmet Mazlum Ateş (Adil Amed) ê HPGî ku li Goristana Bêkesan a Wanê hatibû veşartin, piştî encama testên DNAyê ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin. Mazlûm Ateş di 13yê çileya 2017an de li Bedlîsê di pevçûnekê de şehîd bibû û cenazeyê wî di heman salê de anîbûn Wanê û li Goristana Bêkesan veşartibûn.
Malbata ku di heman salê de agahiya wî bihîstibû, çûbû Bedlîsê. Li Dadgeha Bedlîsê wêne nîşanî malbatê hatibûn nîşandan û malbatê kurê xwe nas kiribû lê belê bi hinceta ‘DNAya we li hev nehatiye’ cenaze nedabûn malbatê. Malbatê beriya 6 mehan careke din testa DNAyê da û beriya 5 rojan fêr bû ku encam li hev hatiye û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Wanê hatiye veşartin.
Malbata ku li Amedê dijî, îro bi rê ket û hat Wanê. Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî çû ser gora hejmar 1264 ku cenazeyê Mazlûm Ateş tê de bû. Cenazeyê Mazlûm Ateş ji gorê hat derxistin û li ser milan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ birin wesayîta veguhastina cenazeyan.
Dayika Ateş, Rinde Ateş ku cenazeyê kurê xwe li goristanê teslim girt, da zanîn ku ew şehîdê hemû Kurdan e û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwest.
Malbat û girse ji bo veşartina cenaze ber bi Amedê ve bi rê ketin. Tê payîn ku cenaze di nava rojê de li Amedê bê veşartin.

