Tevî agirbesta ku di bin çavdêriya DYE’yê di Cotmeha 2025’an de kete meriyetê, êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê berdewam dikin. Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê piştî girtina rayedarekî Hemasê, bajarê Xezeyê bombebaran kir.
Rêveberê Giştî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya hikumeta Xezayê Îsmaîl El Sewabîta ragihand ku hêzeke taybet a Îsraîlê hewl da operasyonekê li bajarê Xezeyê pêk bîne, lê piştî hat eşkerekirin, dest bi bombebarankirinê kir da ku vekişîna xwe binixumîne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz got, serkirdeyekî payebilind ê Hemasê hat girtin. Di heman demê de rayedarekî ewlehiyê yê Îsraîlê destnîşan kir ku kesê girtî serokê dezgeha ewlehiya hundir a Hemasê bû, lê nasnameya wî eşkere nekir.
Li gorî agahiyên şahidan, balafirên Îsraîlê herî kêm 12 mûşek avêtin nêzîkî herêma Katîba ya li rojavayê bajarê Xezayê ku herêmeke pir nifûs e û malbatên koçber dimînîn.
Xebatkarên tenduristiyê jî gotin ku du wesayît hatin hedefkirin û di encamê de du kes hatin kuştin. Her wiha eşkere kirin ku li naverasta Xezayê zarokek bi guleyên hêzên Îsraîlê hat kuştin û li rojhilatê Dêr Belehê jî keçeke hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Di êrîşên Îsraîlê de bi tevahî 4 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

