Ji bo gerîlaya YJA Starê Girîn Taş (Sozdar Serhildan) li Mala Şînê ya Haci Hamdiye Kadikoy taziye hate danîn.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û Newroz Ûysal Aslan, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û bi sedan welatî tevlî bîranînê bûn.
Parlamenter Newroz Ûysal Aslan li taziyeyê axivî û diyar kir ku di kesayeta Sozdar Serhildan de ew cangoriyên azadiyê hemûyan bi bîr tînin. Newroz Ûysal got: “Me li Cizîrê di kesayeta hemû şehîdan de şehîdên tekoşînê 3 rojan bi bîr anîn. Îro jî em li vir bîranîna xwe dewam dikin. Îro tişta dikeve ser milê me xurtkirina rêxistinkirinê ye. Mîrateyek bêhempa ji me re hiştine û em ê li mîrateya wan xwedî derkevin.”
Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û serdana taziyeyê bi dawî bû.

