Siyasetmedar Nûrsel Aydogan diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de danîna çekan û bicihanîna sererastkirinên hiqûqî yên têkildarî vê yekê qonaxeke girîng e û destnîşan kir ku pêvajo hîn temam nebûye. Nûrsel Aydogan anî ziman ku avakirina komîsyonên pêwîst bi tena serê xwe têrê nake û got, piştî bicihanîna qanûna pêwendîdar divê sernavên weke; berdana girtiyan, vegera sirgûnkiriyan û rakirina gelek dosyayên li Tirkiyeyê bikevin meriyetê.
‘DIVÊ QANÛN BIKEVE MERIYETÊ’
Nûrsel Aydogan ragihand ku avakirina komîsyonên pêwîst li Meclîsê ji bo meşandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk qonaxeke girîng e, lê belê ya esasî karkirina vê mekanîzmayê ye, bicihanîna biryarên wergirtî ye.
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan got, “Komîsyonên pêwîst ava bûn. Lê belê avabûna van komîsyonan di halê hazir de li ser rêya çareseriyê wateyeke xwe nîne. Ji bo ev yek bi wate bibe divê pêvajoya li ser teslîmkirina çekan di pratîkê de bê bicihanîn, piştre jî biryarên pêwîst werin wergirtin, pêşkêşî Serokkomarî û Meclîsê bê kirin û qanûn bikeve meriyetê. Yanî heta ku ev qanûn nekeve meriyetê mirov nikare bibêje ku li ser pêvajoyê gaveke cidî hatiye avêtin. Belê, asta heyî gelekî girîng e, lê belê ya girîng bicihanîna vê qanûnê ye.”
‘BERDAN ÇARESERIYA MESELEYA KURD NÎNE’
Nûrsel Aydogan anî ziman ku pêşketinên bi bicihanîna qanûnê re derkevin holê girîng e, lê nayê wateya çareseriya meseleya Kurd. Siyasetmedar Nûrsel Aydogan berdana girtiyan, vegera yên li sirgûnê û bidawîkirina dosyayên hiqûqî weke ‘gavekê’ pênase kir û destnîşan kir ku çareseriya esasî bi guhertina destûra bingehîn dibe.
Di vê mijarê de Nûrsel Aydogan ev tespît kir, “Lê belê ev yek nayê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd. Yanî berdana 4 hezar kesî ji girtîgehan, vegera me ji sirgûnê, bidawîkirina dosyayên li Tirkiyeyê nayê wateya çareseriya meseleya Kurd. Tenê gavek e. Têkoşîna siyasî ya bingehîn wê ji niha û pê ve giraniyê bide ser guhertina destûra bingehîn. Ji bo mesele çareser bibe weke ku em û her kes zane, divê sererastkirinek di destûra bingehîn de pêk were. Yanî destûra bingehîn bê guhertin. Eger pêvajo weke ku min çarçoveya wê diyar kir bi pêş ve biçe, karê me ji niha û pê ve wê têkoşîna ji bo guhertina destûra bingehîn be.”
‘DIVÊ ZEXTEKE DEMOKRATÎK A RÊXISTINBÛYÎ BÊ AFIRANDIN’
Nûrsel Aydogan diyar kir ku ji bo pêkhatina guhertina destûra bingehîn girîng e gelê Kurd û hêzên demokratîk bi rengekî rêxistinbûyî beşdarî pêvajoyê bibin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di vir de divê em bi rêxistin bin û piraniya gelê Kurd bi hev re tevlî vê pêvajoyê bibin. Ji bo destûra bingehîn di çarçoveya çareseriya meseleyê de bê guhertin divê zexteke demokratîk bê afirandin. Bi dîtina min, aliyê herî girîng ev e.”
Nûrsel Aydogan ragihand ku pêşketinên di pêvajoyê de wê qonax bi qonax pêk were û destnîşan kir ku piştî avêtina gavên destpêkê yên hiqûqî wê sernavê guhertina destûra bingehîn hîn diyarker bibe.
‘DIVÊ NASNAMEYA KURD Û PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DI DESTÛRA BINGEHÎN DE GARANTÎ BIBE’
Siyasetmedar Nûrsel Aydogan anî ziman ku di çarçoveya guhertina destûra bingehîn de naskirina nasnameya Kurd, perwerdeya bi zimanê dayikê, berfirehkirina erkên rêveberiyên xwecihî divê bikevin rojevê û destnîşan kir ku wê ji bo pêkhatina van hemûyan têbikoşin.
‘AZADIYA SEROK OCALAN YEK JI SERNAVÊN SEREKE YÊN PÊVAJOYÊ YE’
Di dewama axaftina xwe de Nûrsel Aydogan diyar kir ku yek ji sernavên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk azadiya Rêber Apo ye û anî ziman ku li gel azadiya Rêber Apo girtiyên cezayê girtîgehê yên heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn û rewşa rêveberên PKK’ê ji sernavên girîng ên pêvajoyê ye. Nûrsel Aydogan got, “Bêguman azadiya Serok Apo di vir de xwedî cihekî gelekî girîng e. Piştî ku ev qanûn kete meriyetê, li gorî agahiyên ku rayedaran, yanî rayedarên DEM Partiyê dan, azadiya 814 hevalên me li cihekî girîng disekine ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn. Her wiha azadiya 220 rêveberên payebilind ên PKK’ê li cihekî girîng disekine.”
Nûrsel Aydogan diyar kir ku nîqaşkirina guhertina destûra bingehîn û sernavê azadiya Rêber Apo nikare ji hev cuda werin nirxandin û got, “Çareseriya meseleya Kurd û azadiya Rêbertî ji bo gelê Kurd di nava hev de ne. Lewma heta ku azadiya Serok Apo pêk neyê, heta ku azadiay hevalên girtî yên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn û azadiya rayedarên payebilind pêk neyê, ev mesele ti carî çareser nabe û naqede.”
Nûrsel Aydogan careke din destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd e, gelê Kurd wê bi azadiya Rêber Apo re azad bibe.

