Rojda Yakişikli di 27’ê Kanûna 2025’an de ji aliyê Okay Gur ve hate qetilkirin ku Okay Gur di çarçoveya Paketa Dadgeriyê ya 11’emîn de hatibû berdan. Li gorî agahiyan Gur ku ji ber sûcê qaçaxçiya narkotîkê hatibû girtin, roja ku ji girtîgehê derket li Rojda Yakişikli geriya û bi gotina “Ez ê te bikujim” gef lê xwaribû.
Gur piştî bi rojekê Rojda Yakişikli ya ku bi olî pê re zewicî bû qetil kir û hate girtin û ew şandin girtîgehê. Di çarçoveya lêkolînê de eşkere bû ku Rojda Yakişikli gefên lê dihate xwarin ji qereqolê re ragihandiye û daxwaza dûrhiştinê kiriye.
Lêpirsîna têkildarî mijarê qediya. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya li Amedê ve bi sûcê “Bi zanebûn jinek kuştiye” li hemberî Okay Gur gilîname hate amadekirin. Di îdîanameyê de hate xwestin ku kesên din ên girtî Bariş Dorgûn û Omer Dogrû ji heman sûcî bêne cezakirin.
Di lêpirsînê de ku bi biryara nepenîtiyê bi mehan e tê meşandin, hate ragihandin ku herdu gumanbaran di vê pêvajoyê de alîkarî dane kiryar Okay Gur.
Di îdîanameyê de her wiha hate ragihandin ku bi rêk û pêk tundî li Rojda Yakişikli hatiye kirin û tim û tim gefa kuştinê lê hatiye xwarin.
‘RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ ROJA ÎNÊ YE’
Piştî amadekirina îdîanameyê rûniştina destpêkê îro (În) wê li Dadgeha Cezayê Giran a 8’emîn a li Amedê pêk were. Malbat û parêzerên dosyayê dixwazin ku qanûnên pêwîst bi cih bêne anîn.
Di dozê de tê xwestin ku sê bersûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bê cezakirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay ku dosyayê dişopîne, bal işand ser kêmasiyên di pêvajoya lêpirsînê de.
Cansel Talay biryara nepenîtiya dosyayê rexne kir û anî ziman ku tedbîrên pêşîgirtinê yên beriya mirina Rojda dikarîbûn bihatina wergirtin, divê bêne lêkolîn.
‘PÊWÎSTE DOSYA JI ASTA LÊPIRSÎNÊ Û PÊ VE BÊ NIRXANDIN’
Cansel Talay ragihand ku doz ji asta lêpirsînê ve bi pirsgirêkên cidî destpê kir û got, li Amedê di dosyayên bi heman rengî yên du salên dawî de biryarên nepenîtiyê gelekî têne dayin.
Cansel Talay diyar kir ku di dosya Rojda Yakişikli de jî li rewşeke bi heman rengî rast hatine û di tevahiya lêpirsînê de nekarîne xwe bigihînin agahî û belgeyên têkildarî dosyayê.
‘LI GEL GEFXWARINÊ JÎ TEDBÎREK NEHATE WERGIRTIN’
Di dewama axaftina xwe de Cansel Talay anî ziman ku divê di mirina Rojda de tenê kêliya cînayetê neyê nirxandin û got, gelekî girîng e ku beriya kiryar ji girtîgehê bê berdan rîska wan a li hemberî jinan bê nirxandin.
Cansel Talay got, “Di vir de careke din tê dîtin ku mafê jiyanê yê jinan zêde hêja nayê dîtin. Ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan, divê nirxandina rîskê tenê li ser kaxizê nemîne.”
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊ DOZÊ’
Cansel Talay ragihand ku piştî amadekirina îdîanameyê wan karîbûn xwe bigihînin agahî û belgeyên di dosyayê de û got, ji bo pêvajoya kuştina Rojda bi hemû aliyan bê ronîkirin, ew ê têkoşîna hiqûqî dewam bikin.

