Yekşem, 13 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Davutoglu: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Azîz Arslan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenê merasîma şewitandina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên merasîma îmhakirina çekan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Koma Aştî û Civaka Demokratîk Besê Hozat cih girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Keskîn: Hewl didin Kurdbûnê qedexe û ceza bikin
Rojane

Keskîn: Hewl didin Kurdbûnê qedexe û ceza bikin

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn anî ziman ku girtina ji ber govenda Kurdî, jêbirina nivîsên trafîkê yên bi Kurdî nîşan didin ku mejiyê salên 1990'î li ser desthilatdariyê ye û got, "Hewl didin ku Kurdbûnê qedexe û ceza bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn êrişên desthilatdariyê yên li ser realîteya Kurd ji ANF’ê re nirxand û anî ziman ku hewl didin Kurdbûnê qedexe û ceza bikin.

‘AQLÊ DEWLETÊ YÊ SALÊN 1990’Î LI SER DESTHILATDARIYÊ YE’

Eren Keskîn ku binpêkirina mafên mirovan, bûyerên kuştinê yên kontrayan, windakirina di binê çavan de, şewitandina gundan ên di salên 1990’î de bi destê dewletê hatin kirin bi ser dît û şahidî jê re kir, anî ziman ku aqlê dewletê yê salên 1990’î niha li ser desthilatdariyê ye. Eren Keskîn ragihand ku demeke din a ji tundbûna polîtîkayên dewletê destpê kiriye û got, ev polîtîka careke din bi êrişa li ser nirxên gelê Kurd tê meşandin.

Eren Keskîn bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê dewleteke welê ye ku mohra xwe daniye binê gelek peymanên navneteweyî û anî ziman ku di halê hazir de ev peyman hemû bi temamî têne binpêkirin. Eren Keskî bi bîr xist ku mînaka dawî ya vê yekê jî girtina mirovên ku govenda Kurdî digerand bû û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin.

‘BI RÊYA SÛCÊ NÎNE, JIYANA MIROVAN TÊK DIBIN’

Eren Keskîn bi bîr xist ku dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ya ku weke hincet ji girtinê re hatiye nîşandan, hem bi biryarên Dadgeha Bilind, hem jî bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye destnîşankirin ku sûc nîne. Eren Keskîn diyar kir ku bi rêya tiştekî ne sûc e jiyana mirovan têk dibin û got, “Mînak beriya du rojan li Sêrtê li dawetekê bi îdîaya ku li ber strana gerîla govend gerandine du zarok hatin girtin. Sosyolojiyeke vê cografyayê heye. Heta ku ev sosyolojî neyê dîtin, hûn nikarin van weke sûc ragihînin. Li dawetên cerdevanan jî ev stran têne gotin, ku di medyayê de jî gelek caran hate weşandin. Ev stran li wê cografyayê ji aliyê gel ve hatine qebûlkirin. Di vir de hewl didin Kurdbûnê ceza bikin. Ji Kurdan re dibêjin ‘Hûn ê weke Kurd nejîn’, dixwazin peyameke bi vî rengî bidin ‘Dibe ku hûn Kurd bin, lê belê hûn neçar in mîna Tirkan bijîn’.”

‘BERÊ DIKUŞTIN, NIHA JÎ BI KONTROLKIRINA JIYANA ME DIGIRIN’

Eren Keskîn destnîşan kir ku ev kiryarên kêfî nîşan didin ku metirsî li ser Kurdan heye û got, “Berê dikuştin, tine dikirin. Niha jî her kêliya jiyana me kontrol dikin û digirin. Ev tiştekî gelekî metirsîdar e.”

Eren Keskîn nerazîbûn nîşanî xemsariya li hemberî vê rewşê da û got, “Di vê mijarê de ji bilî Kurdan, ji bilî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kes dengê xwe nake. Mînak di rojeva muxalefeta bingehîn de nîne. Min nebihîst ku carekê tiştek gotin. Mirov ji ber ku govend gerandine li dawetan têne girtin. Bi her awayî mafê jiyanê tê binpêkirin. Weke ku min got, hewl didin Kurdbûnê, mafê Kurdbûnê qedexe bikin.”

‘AKP ÊDÎ BÛYE MHP’

Eren Keskîn bi bîr xist ku dijminatiya li Kurdan gihîştiye wê astê ku hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê jî jê bibin û got, “Şaredarî ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigirin bi mafdarî bi Kurdî hişyariyan dinivîsîne. Ji ber ku mirovên bi Tirkî nizanin hene, bi taybetî jî mirovên extiyar. Nikarin xwe li vê jî rabigirin. Eger tu bi Tirkî nizanibe ku tu dikare bê eciaqandin. Dibêjin, tu di qezaya trafîkê de bimire jî ne xema kesî ye. Bi dîtina min di vir de bandora MHP’ê gelekî mezin e. Ji ber ku MHP bi temamî kontrol xistiye destê xwe. AKP êdî bûye MHP. MHP li desthilatdariyê ye. Rewşeke bi wî rengî heye. Gelê Kurd li gel hemû tevdan û sorkirinan bi rengekî rast disekine. Naxwaze tevlîhevî çêbibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Hêlîn Umît: Divê berxwedana li Bakur derkeve asta serhildanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz bûn hevserokên nû yên KESK’ê

Piştî Civata Giştî ya KESK'ê, hate ragihandin ku Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD'ê nasnameya 7 şervanên xwe yên li dijî êrîşên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Baroya Şirnexê bertek nîşanî talankirina xwezayê da

Baroya Şirnexê bertek nîşanî talankirina xwezaya Botanê da ku bi destê cerdevan û leşkerên Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Besê Hozat: Me çekan şewitand, niha dora aliyê din e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Dadê Tunç: Hêj gelek kar heye ku em bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Merasîma çekberdanê di rojeva çapemeniya cîhanê de ye: Ji bo aştiyê gavekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?