Mafparêz û Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci têkildarî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ji ajansa mere axivî.
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê aşitî bes ne weke bêdengbûna çekan were fêmkirin û got ku demokratîkbûyîn ne hêmaneke dawîn a pêvajoyê ye berovajî wê bingeha wê ye. Şebnem Korûr Fîncanci got ku pêşketina pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev yek anîn ziman: ‘’Muzakere berdewamiyê hewce dike; bêyî ragihandina bênavber, xwegihandina agahiyan û têkiliya li gel aktorên ji civakên cuda ne pêkan e ku bi rêk û pêk pêş bikeve.’’
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci anî ziman ku muzakere nayên wateya bidawîbûna têkoşîna ji bo mafan û got: ‘’Berovajî wê tê wê wateyê ku siyaseta demokratîk, beşdariya civakî û têkoşîna ji bo mafan dikevin şûna tundiyê.’’
Dema ku em ji perspektîfa mafparêziyê lê binêrin, divê ‘’aşitiyeke rastîn û birûmet’’ xwe bispêre kîjan krîterên şênber?
Di destpêkê de divê aşitî bes weke bêdengbûna çekan neyê pênasekirin. Helbet nemirina însanan û bidawîbûna şer û pevçûnan gelekî girîng e. Lê belê ev yek destpêka aşitiyê ye; ne ew bi xwe ye.
Di bingeha aşitiyeke rastîn û birûmet de rûmeta însanan, hemwelatîbûna wekhev, misogerkirina mafan û mafê gotinê yê însanan ê li ser jiyanên xwe hene. Pergaleke civakî ya ku di nav de însan bêyî ku bitirsin nasname, ziman û fikrên xwe îfade bikin; mafê hilbijartinê bi rastî jî pêk tê û hiqûq li gorî kesan yan jî nasnameyên siyasî neyê guherîn hewce ye.
Aliyekî din ê girîng heqîqet û edalet e. Ger di paşerojê de binpêkirinên mafan pêk hatibin li gel veşartina van yekan aşitiya mayînde nayê avakirin. Divê li gel windahiyên însanan, êşên wan, koçberkirina wan a bi darê zorê, êşkenceya dîtine û binpêkirinên din ên mafan rûbirbûnek çêbibe. Heya ku hesabdayîn û mekanîzmayên sererastkirinê nebin gotina; ‘’Em êdî paşerojê jibîr bikin’’ aşitiyê naîne.
Ji ber wê yekê aşitiya birûmet; hebûna pêkve ya nebûna şer û pevçûnan, heqîqet, edalet, wekhevî, azadî û beşdariya civakî ye.
Hûn dibêjin ku divê em ‘’aşitîyê’’ li gel nebûna şer û pevçûnan sînordar nekin. Demokratîkbûyîn ji aliyê vê pêvajoyê ve çima girîng e?
Ger em aşitiyê bes weke bidawîbûna şer û pevçûnan bibînin em wê kêm bihêlin. Meseleya rastîn, pêkanîna şert û mercên demokratîk ên pêkvejiyanê ye. Heya ku serweriya hiqûqê, hemwelatîbûna wekhev, azadiya derbirînê û xurtbûna edaletê pêk neyên civakîbûna aşitiyê jî zehmet dibe.
Em neçar in ku êşên berê berawird nekin û pêşerojeke hevpar a ku herkes qebûl dike ku rûmeta însanan wekhev e, ava bikin.
Ji ber ku aşitiya rastîn bes ne bêdengbûna çekan e; civakeke wisa ye ku însan bêyî tirsê jiyana xwe didomînin, maf tên misogerkirin û bi awayekî demokratîk xwe îfade dikin. Aliyê rastîn ê aşitiyê civak bi xwe ye.
Demokratîkbûyîn ne hêmaneke dawîn a pêvajoyê ye berovajî wê bingeha wê ye. Ji ber ku ger hûn sedemên ku rêli ber derketina şer û pevçûnan vedikin ji holê ranekin û bes çekan bêdeng bikin, hûn pirsgirêka heyî çareser nakin. Heya ku daxwazên însanan ên weke hemwelatîbûna wekhev, azadiya derbirînê, xwebirêxistinkirin, nûnertiya siyasî û ewlehiya hiqûqî neyên dabînkirin wê rageşiya civakê xwe bi awayên cuda nîşan bidin.
Aştî û demokrasî du pêvajo ne ku hevûdu temam dikin. Ger hûn ji aliyekî ve qala aşitiyê bikin û ji aliyekî din ve jî qada demokratîk teng bikin wê demê wê baweriya civakê ya ji aşitiyê re nemîne.
Temînata aşitiyê demokrasî ye; yek ji nîşaneya demokrasiyê ya herî girîng ew e ku pirsgirêkên civakî li şûna tundiyê li gel siyaset û hiqûqê werin çareser kirin.
Têkildarî statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî pêngaveke şênber nehatiye avêtin. Ji bo pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk girîngiya vê yekê çi ye?
Divê ev mesele ne li ser cudahiyên ji kesan re were naskirin berovajî wê divê li ser şert û mercên pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk were nirxandin. Ger di pêvajoya hevdîtinan de ji kesekî re roleke diyarker were dayîn divê şert û mercên weke ragihandin, hevdîtin û xebatê yên ku ew kes erkê xwe bi cih bîne, werin dabînkirin. Hevdîtin berdewamiyê hewce dike; heya ku ragihandina bênavber, xwegihandina agahiyan û temasa li gel aktorên ji civakên cuda nebin pêşketina pêvajoyê ya bi awayekî birêkûpêk zehmet e.
Ji aliyê mafên mirovan ve jî prensîba bingehîn eşkere ye. Divê mafên hemû kesên ji azadiya xwe hatine bêparkirin di çarçoveya hiqûqa neteweyîû navneteweyî de werin misogerkirin. Li rex vê yekê divê pêvajo ne girêdayî kesan berovajî wê girêdayî mekanîzmayên saziyan ên xwedî temînata hiqûqî were birêvebirin ku ev yek ji aliyê mayîndebûnê ve girîng e.
Weke we jî anî ziman ger atmosfera şer û pevçûnan pirsgirêkeke tenduristiya civakê be, ji bo sererastkirina tehrîbata tundî û şer û pevçûnan ya li ser derûnî û tenduristiya civakê divê ji ku were destpêkirin?
Em nikarin bandorên şer û pevçûnan bes li ser hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne bipîvin. Şer û pevçûn; dibin sedema derketina encamên piralî yên weke koçberiya bi darê zorê, xizanbûn, xwenegihandina xizmetên tenduristiyê, hesta tirsê ya berdewam, trawmaya navnifşî û têkçûna têkiliyên civakî. Ev hemû pirsgirêkên tenduristî yên civakî ne.
Yekempêngava başbûnê ew e ku divê atmosfereke ku însan bi awayekî ewle tiştên ku hatine serê wan, bînin ziman. Xuyabûna heqîqetê destpêka başbûnê ye jî.
Lê belê hûn nikarin trawmaya civakî bes li gel piştevaniya derûnî sererast bikin. Derketina heqîqetê, dabînkirina edaletê û avakirina mekanîzmayên sererastkirinê jî perçeyên girîng ên başbûnê ne. Edalet di heman demê de meseleyeke tenduristiya gel e.
Ji bo ku civaka sivîl, rêxistinên mafparêz û odeyên pîşeyan di vê pêvajoyê de ne weke temaşevanên pasîf, berovajî wê bibin hêmanên damezrîner divê mekanîzmayeke çawa were avakirin?
Nabe ku aştî bes weke muzakereyeke teknîkî ya di navbera dewlet û aktorên çekdarî de tê birêvebirin, were dîtin.
Aliyê ku di nava aşitiyê de bijî, civak bi xwe ye. Ji ber wê yekê divê mekanîzmayên ku rêxistinên jinan, odeyên pîşeyan, sendîka, saziyên mafparêz, akademî û civakên ku bi awayekî rasterast ji şer û pevçûnan bandor bûne bi awayekî birêkûpêk û sazûmanî tevlî bibin, werin avakirin.
Divê bes nêrînên rêxistinên civakî neyên standin di heman demê de divê bibin aliyên damezrîner ên pêvajoyê dişopînin, binpêkirinan belge dikin, pêşniyaran pêş dixin û daxwazên civakê radigihînin pêvajoyên biryarstandinê.
Aştî ne ya li jor tê îlankirin, pêvajoyeke wisa ye ku li gel beşdariya civakê tê avakirin.
Derdorên ku têkildarî pêvajoyê xwedî fikar hene. Gelo tê fêmkirin ku pêvajoyên muzakereyan di heman demê de pêvajoyên têkoşînê ne?
Nabe ku fikarên însanan biçûk werin dîtin. Tirkiye beriya niha bi hewlên çareseriyê yên têk çûne re rû bi rû maye. Ji ber vê yekê pirsên însanan ên têkildarî mayîndebûna pêvajoyê gelekî di cih de ne.
Lê belê pişgirîdayîna pêvajoyê û rexnekirin ne dijberên hevûdu ne. Pêvajoyeke muzakereyan a demokratîk hewceyî kontrola civakî ye.
Muzakere nayê wateya bidawîbûna têkoşîna ji bo mafan. Berovajî wê tê wê wateyê ku siyaseta demokratîk, beşdariya civakî û têkoşîna jibo mafan dikevin li şûna tundiyê.
Divê bêdengbûna çekan neyê wateya bêdengbûna civakê. Divê civak zêdetir biaxive, zêdetir tevlî bibe û bi awayekî xurttir daxwazên xwe yên têkildarî demokratîkbûyînê bîne ziman.
Civakeke ku ne bes li benda aşitiyê disekine, ya ku wê girêdayî mafan ava dike temînata aşitiya mayînde ye.

