Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Fıratê (DFG), bi munasebeta salvegera koça dawî ya rojnamevan Seyît Evran (Seyît Mahmut Evran) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Evran di temenê xwe ê 54 saliyê de di 22’yê Îlona 2023’yan de li nexweşxaneyeke Rojava- Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha hate gotin ku wî jiyana xwe ya rojnamevaniyê diyarî ragihandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, bûyerên li Kurdistanê û rastiya gelên herêmê ji bo cîhanê kiriye.
DFG’yê, da xuyakirin ku Evran rojnamevanî ne tenê wekî pîşeyekî dît e, wekî amûrekî ji bo diyarkirina rastiya jiyana gelan û şahidiya dîrokê bi nav kiriye. Hate gotin ku Evran bi wêne, nûçe û nirxandinên xwe yên ji herêmên şer mîrateyeke girîng a rojnamevanî û dîrokî li pey xwe hiştiye.
Komeleyê, di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: “Zindî hiştina bîranîna wî, xwedîderketina li mîrateya wî ya rojnamevaniyê û berdewamkirina parastina rastiyê ji bo me berpirsiyarî ye.”
DI SALA 1994’AN DE DEST BI ROJNAMEVANIYÊ KIR
Evran ê ku di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bûye, bixwe bû şahidê bûyerên piştî derbeya leşkerî ya 12’yê Îlonê. Di pêvajoya ku li Zanîngeha Çukurovayê dixwend de nasîna wî ya bi rojnamevan Gurbetellî Ersoz re, di jiyana wî ya rojnamevaniyê de bû xaleke girîng a werçerxînê.
Di dema ku li bajarên Kurdistanê şer, valakirina gundan û cinayetên kiryar nediyar zêde bûn de, Evran di sala 1994’an de li rojnameya Ozgur Ulkeyê, dest bi rojnamevaniyê kir.
Evran ê ku di dema bombekirina Navenda Stenbolê û buroyên Enqere û Amedê yên rojnameyê di 3’yê Çileya 1994’an de Berpirsê Karên Nivîsê yê Ozgur Ulkeyê bû, ji êrîşê bêyî ku birîndar bibe xilas bû. Di vê êrîşê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da û 23 xebatkar jî birîndar bûn.
Di salên paşê de Evran li herêmên şer ên li Kurdistanê rojnamevanî kir û tecrûbe û şahidiyên xwe di pirtûka xwe ya bi navê Rêwîtiya li Qeraxa Jıyanê (Hayatin Kiyisına Yolculuk) de berhev kir.
GEŞEDANÊN LI ROJAVA JI NÊZ VE DIŞOPAND
Evran ê ku li Ermenîstan û Rûsyayê jî rojnamevanî kir, di sala 2012’yan de derbasî Rojava bû. Geşedanên li Rojava ji nêz ve şopandin, ji bo ragihandina geşedanên herêmê ji bo raya giştî ya navneteweyî xebitî û li akademiyên çapemeniyê dersên rojnamevaniyê dan.
Evran di sala 2017’an de derbasî Herêma Kurdistana Federe bû û piştre dîsa vegeriya Rojava. Tevî ku du caran emeliyata dil derbas kiribû jî, ligel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe yên rojnamevaniyê domandin.
Evran di pêvajoya dawî ya jiyana xwe de jî dest ji rojnamevaniyê berneda. Evran ê ku di 22’yê Îlona 2023’yan de koça dawî kir, li pey xwe mîrateyeke rojnamevaniyê ya ji nûçe, wêne, nivîs û şahidiyên ku li ser salên dirêj belav bûne, hişt.

